Yên ‘erê’ dibên AKP û çend kevne kurdên ku haya kesî ji wan nîn in. Yên ‘na’ dibên û dij derdikevin jî CHP û MHP ne. Û yên ku dibên ev destûra bingehîn ne ya me ye û li ser înkar û îmhaya kurd û Kurdistanê hatiye damezrandin û bona vê jî em boykot dikin BDP û piraniya gelê kurd e.
Ev zagon û destûra bingehîn, qanûna esasî peymanek di navbera dewlet û milletê tirk de ye. Baş an jî xirab, ev karê wan e û ev mesûl in, ne kurd. Ser de jî ev makezagon li ser înkar û îmhaya netew an jî olên xeynî tirk û îslamê hatiye şidandin. Ev hemû qetliam, kuştin, talan û werankirin li hemberî kurd û Kurdistan bingeha xwe ji destûrên dewleta tirk digirin.
Dema ev destûr û destûra bingehîn a Tirkiyê ji aliyê cuntaya faşist û leşkerî ve hat amadekirin, hemû hêz û insanên çep û welatparêzên kurd dij derketin û gazî gel kirin ku di dengdana, referanduma 7.11.1982an de vê zagonê boykot bikin. Li bajarên Kurdistanê de hejmara boykotê ji ya Tirkiyê bilind derket. Bi gotinek din kurdên welatparêz li gor hêza xwe bo boykotê xebitîn û dijî zagona faşist derketin.
Cewher û naveroka destûrê nîjadperest û rasîst e
Ev zagon û destûra bingehîn a Tirkiyê li ser hîmên nijadperestiyê hatiye avakirin. Li hemû cihanê de destûra bingehîn a herî nijadperest û rasîst ya tirk e. Ji destpêk heta dawiyê bîhna nijadperestî û rasizma tirk tê. Her madde û xal li ser berjewendiya netewa tirk hatiye şidandin û hemû netew û olên cûda tên înkarkirin.
Li gor vê destûra bingehîn a Tirkiyê kî bêje li Tirkiyê xeynî netewa tirk netew û gelên din jî dijîn, ev jî xwedî maf û azadî ne, ev wek xayin tên qebûl û cezakirin.
Ev zagon û destûra bingehîn li ser yek dewlet, yek mîllet, yek ziman, yek al û yek ol hatîye damezirandin. Ev jî;
• dewleta tirk,
• netewa tirk,
• zimanê tirkî,
• ala tirk
• û ola îslamî ne.
Kî dijî van derkeve, ev xayin e. Ji ber vê jî Erdogan dibêje: “Kî dijî vê rastiyê derkeve, cihê wî li Tirkiyê nîn e, bila keremke here.”
Bona vê jî serokerkan û fermandarê leşkerê tirk Yaşar Büyükanit û Ilker Başbug dibêjin, “kî dijî yek dewlet, yek mîllet, yek ziman, yek al û yek ol derkeve, ev ne hemwelatiyê esasî ne, ev hemwelatiyê qaşo ne û leşkerê tirk wê dijî wan şer bike.”
Di destûra bingehîn a tirk de ji serî heta dawî pesna îdolojiya kemalizmê û netewa tirk tên kirin. Guhertina her 3 xalên destpêke hatine qedexe kirin. Hinek yên din jî ev in:
• Desthilatdarî û serwerî bê qeyd û şert ya netewa tirk e (destpêk).
• Zimanê dewletê, tirkî ye (xal 3).
• Di sistema perwerdariyê de xeynî tirkî, zimanek din nayê bikaranîn (xal 42).
• Yên ku hemwelatiyên Tirkiyê ne, hemû tirk in (xal 66).
• Sonda parlamenteran li ser hebûn û serweriya netewa tirk e. (xal 81)
Guhertin ne esasî ne, kozmetîk in
Destûra bingehîn, qanûn esasiya Tirkiyê ji 177 xalan pêk tê û di roja 7.11.1982’an hatiye qebûl kirin. Di nav 28 salên dawî de li ser daxwaza Yekitiya Ewropayê 16 car hatiye guhertin. Bi van 16 paketan de heta niha 85 xal hatine guhertin. Ev hemû jî guhertinên ne esasî û bingehî, lê guhertinên makyajî û kozmetîk bûn.
Yên niha jî ûsa ne. Bi peşniyara hikumeta AKP 26 xal bo guhertinê tên peşniyar kirin. Yên herî giring pêkhatina dadgeha çavderiya destûra bingehîn (Anayasa Mahkemesi) ya din jî pêkhatina lijneya bilind ya dozger, savcî û hakiman e (Hakimler ve Savcilar Yüksek Kurulu).
Kurd mehkemeyên tirk gelek baş nasdikin. Ev mehkemeyên tirk Şêx Saidê kal, Seyid Rizayê pîr, lawê wî yê 17 salî dardekirin. Ev mehkemeyên tirk heta niha hemû partiyên legal ya kurdan qedexe kirin û ya dawî jî qedexekirina DTP ye. Bi biryara wan mehkemeyên tirk bi hezaran zarokên kurd hatin girtin, bi hezaran siyasedmedarên kurd di nav salekê de hatin zindanî kirin. Bi biryara wan mehkemeyên tirk, bi hezaran kujdar û katilên tirk li ser karên xwe ne û qet yek ji wan nehatine hepskirin.
Bona vê jî bo kurdan ferq nake, endamên wan dadgeh û mehkeman ji aliyê AKP an jî kemalistan bên tayînkirin. Herdu alî jî bo dijmintî û neyartiya kurdan di nav lecekê de ne.
Makezagon û qanûn esasiyek ku 85 xalên wê hatine guhertin û ji naverok, cewher û qerektera xwe tiştek wenda nekiriye, bi 26 xalên kozmetik ya Erdogan jî wenda nake. Ber ku guhertinên bingehîn nîn in, rola netewa tirk kêm nakin û cewhera wê wenda nabe û cih nade neteweyên din. Ne Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirk (MGK), ne Diyanet, ne Desteya Bilind a Zanîngehan (YOK) û ne jî Saziya Çand, Ziman û Dîrok a Atatürk tên rakirin.
Pêwiste kurd bo makezagon û destûrek bingehîn ku kurdan înkar dike û bo îmha û qirkirina netewa kurd hatiye amadekirin, nebin alîgir û bo rewatî û meşruyeta wê nebin aktor.
Pêwiste kurd çi bikin?
Kurdên ku ev 28 sal in dijî vê destûra bingehin a tirk derdiketin û digotin bîhna faşîzmê tê û nijadperest e, pêwiste niha jî heman tiştî bikin. Loyalist û aligirên dewleta tirk di nav gelê kurd de tim hebûn. Berê axa, beg û şêxên kurdan bûn. Tevgera kurd ev çîna tirşikçî û duwê dewleta tirk bi têkoşina 30 salî de pûç û tarûmar kir. Niha hinek bi navê kurditî dixwazin vê walahiyê tijî bikin û ketina lecek loyalistî yê. Bona vê jî civîn li ser civînan çê dikin. Lê haya wan nîn e ku îtibara wan ev deh, panzdeh sal in ketiye erdê. Hên di nav xevnên 30 sal berê de ne. Haya wan nîn e ku ev keç û xortên kurd, ev zarok û jinên kurd ku her roj di kolanan de berxwedidin ji wan bê hayadar in û ne wan nasdikin û ne jî qîmetek didin wan.
Hinek ji wan ji ber dijmintiya PKK kor bûne, aqil û hişê xwe wenda kirine. Hinek ji wan bo çend kurûşên tirk xwe firotine û îtîbara xwe avetine erdê. Hinek jî bo berjewendî, meslehet û kariyek siyasî bûne dûw û aligirê AKP û rejima tirk.
Ne hemû, lê hinek ji wan ku dibên “yetmez ama evet”, bi eslê xwe de û bi gotinek din “yetmez ama yan cebime koy!” dibêjin. Mesele bi kurtayî ev e.
Kurdên ku 12 îlonê de biçin ser sandoqan serwerî û desthilatdariya tirk legîtîm û meşrû dikin. Pêwiste kurdên welatparêz beşdarî referandûmê nebin; ne bêjin erê, ne jî na û referandûmê boykot bikin û neçin dengdanê.
Ger li 10 bajarên Kurdistanê ji sedî 50 û jor boykot derkeve, ev tê vê mane û watê yê ku ev destûr gelê kurd temsîl nake û kurd destûra bingehîn a tirk davejîn ser sergo û çopê; doza zagonek nû, demokratik û piralî ku li ser hîmên wekheviyê bilind dibe, dikin û bo gelê kurd statuyeke nû dixwazin.