RIŞTO TUNÇ – BEHDÎNAN/ANF

Hûn çawa gihîştin biryara 1’ê Hezîranê?
Pêşîn gotin ‘pêşîlêvekirina kurd’, ‘pêşîlêvekirina demokratîk’ û piştre ‘projeya biratî û yekitiya neteweyî’. Naveroka vê ev e; Tevgera Azadiya Kurd di warê leşkerî de Zap û di warê siyasî serkeftina ku di 29’ê Adarê bi dest xist, xwest ku pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Di 13’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ev yek ji raya giştî re aşkera kir. Li gorî vê rêveberiya me ev biryar girt. Ji niha û pê de vê pêvajoyê em dixwazin bi rêbazên aştiyane bi rêve bibin, pirsgirêka kurd em dixwazin bi riyên demokratîk çareser bikin. Heke ji aliyê Artêşa Tirk ve êrîşek çênebe, gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê dê yekalî di rewşa bêçalakîtiyê de be. Lê li hemberî êrîşan dê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bîne.
Li ser hev operasyonên komkujiya siyasî ku di 14’ê nîsana 2009’an de dest pê kir, piştre nexşeriya ku Rêber Apo amade kir nehat dayîn, her wiha di operasyonên leşkerî de jî zêdebûnek çêbû. Ligel vê yekê ji bo hawirdoreke baweriyê bê avakirin banga Serokatiyê ya ji bo Komên Aştiyê bişînin Tirkiyeyê çêbû.
Me ev bang erênî dît û hewcedariyên wê bi awayekî pratîk bi cih anî. Dema komên aştiyê ketin Tirkiyeyê destpêkê weke pêvajoyeke erênî nirxandin. Kengî ku komên aştiyê gotin ku ew nehatine teslîm bibin, ji bo têkoşîneke serfiraz bimeşînin hatine û gotin ew teslîm nabin, kesekî jî teslîm nagirin û li ser banga serokatiyê ew hatine wê demê qiyamet rabû.
Qiyameta esasî dema gelê kurd zarokên xwe bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazîkirin rabû. Di nava gelê me de bedelên ku heta niha bi fedakariyeke mezin hatine dayîn bûn sedema bendewariyekê. Tam di vê noqteyê de Tayîp Erdogan got “Em ê vegerin destpêkê, hemûyan jê bibin ji nû ve dest pê bikin.” Niha di rastiya xwe de tiştê ku digot em hemûyan jê bibin ev e; weke mînaka ‘kumê keçel rabû, rîşkên wî derket’. Komên aştiyê her tişt derxist holê, test kir. Ji aliyê me ve ji bo ku em testekê bikin tunebû, berovajî vê aliyên ku şer dikin hebûn. Di nava aliyên ku şer dikin de derketina bêbaweriyê tiştekî xwezayî ye. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin serokatiya me ket nava hewldanekê. Me jî ev yek tiştekî hewcedarî dît û tiştên bêne kirin pêkanî. Di rastiya xwe de ev lîstikek bû û xapandin bû. Hewldaneke saboteyê ya ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk ku tevgera me pêş dixist bû. Jixwe piştî komên aştiyê çûn binçavkirin çêbûn û doz hatin vekirin.
Tabî, Rêber Apo ji bo gelê kurd kesayeteke dîrokî û girîng e. Heta roja îro têkoşîna azadiyê pêş xistiye. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo em weke hinceta şer û aştiyê qebûl dikin. Ji berê jî nêzîkatiya me ev bû. Tam di vê pêvajoyê de serokatiya me avêtin bîra mirinê, piştre şaredarên BDP’ê hatin girtin, girtina DTP’ê, qedexekirina parlamenteran û gelek êrîşên din mirov dikare bijmêre.
Dîsa di vê pêvajoyê de bi sedan zarokên kurd avêtin girtîgehan. Di rastiyê de Dehaq mejiyê zarokên kurd derdixist û temenê xwe dirêj dikir, îro jî Tayîp Erdogan vê yekê dike. Heta roja îro ew qas zarokên kurd hatin qetilkirin, avêtin zindanê mirov nikare bi awayekî din jî bi nav bike. Di rastiya xwe de ev yek jî derket holê. Ev taktîkek ji bo xapandinê bû. Rûyê AKP’ê yê rastîn, niyeta wê ya rasteqîn, dijminantiya wê ya li hemberî gelê kurd derket holê. Yanî hê jî gelê kurd dixwaze di nava yek netewe, yek dewlet, yek welat, yek çand, yek ziman, yeke netewe dewlet de bihelîne.
Televîzyon hwd. bala xwe bidinê xwe dispêre qanûnekê. Ewlehiya qanûnî ya gelekî tune ye. Di nava makeqanûnê de cihê gelekî tune ye. Xalên 1’ê, 2’yê, 3’yê û xala 66’an ku her kesî dike tirk weke xwe dimîne. Ev yek nehatine nîqaşkirin, nîqaşkirina wê jî nehatiye pêşniyarkirin. Niha jî em bi rastiyeke wiha re rû bi rû ne.

AKP di mijara neteweperestiyê de bi MHP’ê re ketiye pêşbaziyê, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Mixabin li erdnîgariya em lê dijîn bi taybetî dema mijar dibe têkiliya dagirkeriya tirk û civaka kurd ev qanûn derbastdar e; qasî hêza xwe, yekitiya xwe, rêxistinbûyina xwe dikarin bijîn. Kurd di serê sedsala borî de ji berk u yekitiya xwe ava nekirin, ne rêxistinkirî bûn, ne xwediyê stratejî û bernameyekê bûn sedsalek winda kirin. Dagirkeriya tirk, bi têkiliya hêzên navneteweyî û herêmî gelê me û tevgera me tasfiye bikin.
Mafê her gelî heye ku xwe biparêze. Ev maf mafdar e, meşrû ye. Hikûmeta AKP’ê serkêşiya zihniyeta êrîşkar a dagirkeriya tirk faşîst-nijadperest dikişîne. AKP di neteweperestiyê de bi MHP’ê re ketiye pêşbaziyê. AKP di heman demê de wersiyona îslamê ya tirkîtiyê ye.
Gelê me divê xwe bi rêxistin bike ji kîjan mezhebê ji kîjan partiyê dibe bila bibe divê yekitiya xwe ava bike, parastina xwe ya cewherî xurt bike û xwe biparêze. Heke gelê kurd weke ku di komkujiya Mereşê de bê çewisandin û mecbûr bimîne ku li Ewropayê bijî dê sedsaleke din jî winda bike. Piştre dê veguhere motîfeke çandî.
Gelê kurd li hemberî tu kesî ne di nava êrîşkariyê de ye. Lê gelê kurd ji aliyê dagirkeriya tirk ve rastî her cureyên komkujiyê, komkujiya çandî, civakî û siyasî hatiye. Civaka kurd gelekî ku bi rûmeta xwe bijî heq kiriye. Ji ber vê jî dê ya bi rûmeta xwe bijîn û hebûna xwe biparêze an jî di nava şer de dê dawiya xwe bîne. Lê em dizanin û bawer dikin ku gelê kurd dê bi rûmeta xwe bijî. Zanîn û tecrûbeya wê heye.

Di demên dawiyê de li hemberî gelê kurd bûyerên lîncê pêk hatin. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin û divê li hemberî vê yekê çi bê kirin?
Niha di dîrokê hin demên wiha hene ku gotina xwe bêjin û çi hewcê bike hûn bikin û bi vî rengî dê hebûna xwe biparêzin. Heke hûn gotina xwe nebêjin, careke din mafên ku gotina xwe bêjin hûn bi dest naxin. Em pêvajoyeke krîtîk a bi vî rengî dijîn. Demokratên Tirkiyeyê tekiliyên xwe yên meyldarî û komî li aliyekê daynin, li hemberî vê rejîma dagirker ku pêşeroja gelê me tarî dike helwesta xwe nîşan bidin.
Ev tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo Tirkiye pêşeroja hêzên demokratîk jî divê wiha be. Lê ev hêz piştî 12’ê Îlonê ji ber hin sedeman hewcedariya vê pêvajoyê bi cih neanîne. Ji ber vê yekê meydan ji hêzên faşîst û nijadperest re hiştin. Ev hem rexne ye û hem jî bangek e. Em bawer dikin ev hêz hene. Lê di nava girseyê de ji ber rêxistinbûna wan lawaz e nikare rê li pêşiya pêlên faşîst-nijadperest bigirin.

DEWLET+DEMOKRASÎ
Weke Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan destnîşan kiriye em vê pêvajoyê li ser bingeha biratî û azadiya gelan bigihînin çareseriyekê. Lê weke ku di demên dawî de tê dîtin li Înegolê, Dortyolê beriya wê Çanakkale, Îzmîr, Bozhoyuk hwd. heke rê li pêşiya van êrîşên faşîst-nijadperest neyên girtin. Dewleta tirk heke êrîşên xwe berdewam bike, gelê kurd jî dê pêşeroja xwe diyar bike. Di vê mijarê de nêrînên Karayilan rast in. Di vê pêvajoyê de heke hêzên demokrasiyê pêvajoyekê pêş nexin, dewlet ne di hişyariya ku bi agir dilîze de be û gavê paşde naavêje û di vê mijarê de tedbîran negire, gelê kurd bi awayekî serbixwe pergala xwe ya konfederal a demokratîk ava bike.
Lê em di çarçoveya formula dewlet+demokrasiyê de di nava sînorên dewletê de kurd bi awayê xweseriya demokratîk bijî. Ev yekê diparêzin û hê jî nêrîna me ev e. Perspektîfa me ya çareseriyê bi vî rengî ye. Li cîhanê mînakên vê yekê hene; Kanada, Îspanya, Belçîka. Her gel bi nasnameya xwe dijî. Şertê Xweseriya Xwecihî ya Ewropayê heye. Hê jî di zihniyeta yekdestî de israr bikin, gelê kurd heta dawiyê dê mafên xwe biparêze.

Di çareseriya pirsgirêka kurd de rola dewletên Ewropayê çi ye? Ji bo gelê me yên li Ewropayê çi peyamên we hene?
Lozan, peymana parçekirina Kurdistanê ye. Dewletên Ewropayê berpirsyarê vê yekê ne. Banga me tevî dewletên Ewropayê ji bo raya giştî ya Ewropayê ye. Her welatparêzekî kurd ê ku li Ewropayê dijî û pirsgirêka kurd fêm kiriye teqez divê cîranekî xwe bi rêxistin bike. Pirsgirêka kurd ji saziyên sivîl, sendîka û tezgehên cuda re parve bikin û li hemberî pirsgirêka kurd hestyariyekê pêk bînin.
Projeyeke me ya bi vî rengî heye. Di heman demê de ji bo xebatkarên xwe yên Ewropayê jî vê bangê dikin. Beriya her tiştî divê hişmendî bê guhertin. Beriya niha ji bo rayên payebilind parvekirin çêdibû. Pirsgirêk dibir ber wan. Bêguman ev hewldan bê fayde nîn in. Lê divê bi raya giştî ya Ewropayê re parvekirin çêbibe û blokaja li ser tevgera me bê şikandin. Serkeftina têkoşîna me ya 31 salan ev e. Di dema pêş de projeyeke li ser vî bingehî tê bê meşandin. Baweriya me ew e ku em ê bi rêbazê encamekê bi dest bixin.

Gerîlayên HPG’ê li her derê çalakiyan li dar dixin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Bi qonaxa 4’emîn a ku me ji 1’ê hezîranê şûnde daye destpêkirin de parastina hebûna gelê kurd, perspektîfa ji bo azadbûnê bi tevgeriyana bi gerîlayên azadiyê re, bi tenê ne tekûzkirina têkneçûnê di heman demê de nîşandeya ku hêza me ya têkbirinê jî heye. Performanseke bi îstîkrar derketiye holê. Li hin qadan têrnekirin çêdibin. Lê ev têrnekirin jî bi tevahî hatine deralîkirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di her warî de bi xwe bawer e, darbe li dijmin dixe, tevî zedebûna hejmarî û amûrên teknolojîk ên dijmin li wargehên herî stratejîk ên ku xwe di nava ewlehiyê de dihesibînin çalakî pêk tên û gerîlayan nîşan da ku di her şert û mercan de dikare xwe biparêze. Êdî parêzvanên vî erdî û keda gel hene. Ev welat û erd, ev gel bê xwedî nîn e. Heke mêtînkariya tirk di şer û qetlîaman de israr bike, gelê kurd îradeya xweparastin û azadbûna xwe daniye holê.
Gerîlayên Kurdistanê, li hemû qadên stratejîk ên Kurdistanê xwe bi cih kiriye. Ev ne bitenê ji bo bakurê Kurdistanê, ji bo tevahiya Kurdistanê temînata ewlebûnê ye. Gerîlayê Kurdistanê gerîlayekî klasîk nîn e. Ruhê gelê kurd e, mekanîzmaya guhertin û hînkarê azadiyê ye. Felsefeya gerîla ya jiyanê ev e. 
Banga me ji bo ciwanên kurd, ciwanên kurdistanî, bîr û baweriya wan, ji kîjan çandê tên bila bên ew e ku xwe bizanibin, ji bo ku li ser erdnigariya xwe azad bijîn bila tevli refên gerîlayên azadiyê bibin.

Hesta neteweyî êdî sînoran nas nake

Ji bo avakirina yekitiya kurd hûn kîjan peyamê didin?
Îtaliyan yekitiya xwe ya neteweyî di sedsalekê de pêk anî. Kurd jî dikarin vê pêk bînin. Baweriya me heye. Di nava partiyên cihe de bin jî kurdên têkildarî pirsgirêka kurd û li pirsgirêkê xwedî derdikevin hene. Bawer im ku hesteke neteweyî ya ku sînor derbas kirine heye. Beriya demekê jinên kurd li Amedê konferansek pêk anî. Pir girîng bû. Bi jinan fikra yekitiya neteweyî gihîşt. Biryarbûnek derket holê. Ev ê rê nîşanî me bide. Bêguman tevî parçebûna kurdan ji hev cuda- bûnên siyasî yên ku dibin astengî jî hene. Lê ji bo çareseriya pirsgirêka yekitiyê gavên ku bêne avêtin jî hene.
Di vê noqteyê de PDK û YNK di warê teorîk de Kongreya Neteweyî derîhesab nakin. Lê mimkûn e ku bê gotin di warê gavavêtinê de pêgiraniyê dikin. Hem ji ber ku ji noqteyên cihe li pirsgirêkê tê nêrîn rewşeke wisa heye. Lê dizê bê zanîn ku yekitiya neteweyî di asta partiyan de pêk nayê. Divê civak vê yekê fêm bike û hişmendiyeke civakî ava bûye.
05/08/2010 
http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=75300&Grup=DOSYA

F
E
E
D

B
A
C
K