Kek Bozan merivek, devbiken û rugeș bû, baș guhê xwe dida meriv, sohbet xweș bû, wek gerîlayekî normal riftar dikir, mezinatî  a çêkirî li cem tune bû, zû  xwe dixiste dilê meriv de, û di nav refek ji gerîllayên ĵin û zelam de, me dest bi hevpeyvînê kir:
21.07 birêz Murat Karayilan ji bo BBC ragehand  û got “PKK amade ye dest ĵi çekî berde, eger proĵeya aștiyê ser girt û gelê me giha mafê xwe”, hun çi dibêĵin   ?
Rast e û nêrîna rêveberiya me ye ku heval  Murat Karayilan, serokê Konseya Rêveber a KCK’ê ye, helbet ew proĵektekî bi xwe ve digire û berî niha ĵi șeș caran me agirbestiya yek-layenî  ragihandibû, em ĵi bo azadîyê û aștiyê șer dikin, eger ew hate holî, rolê çek namîne, xebateke din tê meșandin.
Baș e çima di 01.06 de we șer ragehand û agirbestî ji holê rakir?
Ji bo vî hawî gerek e em hinekî bifikirin; “çima em hatin vî astî? Wek xuya, dagîrkerên Turk xwe li ser çî esasî ava kirîne, (yek dewlet, yek ziman, yek netew, yek al), armanc ĵi ku gelê Kurd  di nav xwe de bihelînin û bi taybet di pêvaĵoya AKP de ev baș xuya dibe.
Berxwedana Zapê, serkeftina leșkerî bû, hilbiĵartinên herêmî li Adara 2009 serkeftina siyasî bû ,li ĵêr sibera van herdû serkefinan, wek tevgerek siyasî me xwest ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aștî û diyalokê bêne çareserkirin  û bibe bersiva îrada gelê  Kurd .
Me li 13 nîsanê  daxuyanî da, 14 nîsanê operasyonên siyasî  li  siyasetmedarên Kurd despêkir, li șûn de operasyona leșkerî  ĵi dane meșandin. Li ser van pirsgirêkan serok Apo xwest  nexșeya Rê  ĵi  bo çareseriya pirsgirêka Kurdan amadekir, lê turkan astengî  ĵê re derxistin û nehiștin were așkira kirin ,șer peyda bû, bawerî nema, li demê em behsê  çareseriya aștiyane bikin pêwist e ew bêbawerî  ĵi ortê  bê rakirin, ĵi bo vê çendê serokatî  bangewazî  li  rêveberiya me kir, ku hun  ĵî dibînin di cih daye ku birek girûpên aștiyê  werin, yek ĵi Qendîl , yek ĵi Mexmûr, yek ĵi Europa. Ev yek pêkanî û dû girûp çûn, li despêkê serok wezîr û serok komar ĵi gotin baș e, lê li demê dîtin ku qasidên aștiyê helwestekî xurt bidest ve anîn. Xelkê ew bi meznatî pêșwazî kirin,li șonda wisa xuya bû ku AKP ne me û ne jî aștiya me ĵi qebûl dike. Gelê Kurd  destê  aștiyê dirêĵkir. Lê wan xwest wî destî  bișkînin, qasidên aștiyê hatin girtin, girûpê Europa ĵî ne hat. Li gel de Turkan gelek șaredarên Kurd girtin, partiya DTP hate girtin, birêz Ahmet Turk  û Eysel Tugluk ji parlementeriyê hatine avêtin. Êrîșeke diĵwar li ser gelê Kurd dane meșandin. Anku çareseriya wan teslîmkirina îrada gel ya siyasî ye, kurdekî  li rûmet û dîrok û li dahatiya xwe xwedî derbikeve vê qebûl nake. Dixwazin li ĵêr navê aștiyê  gelê Kurd bi xapînin. Ev lîstikeke bi qirêĵ e. Serokatî  got ez xwe ĵi navberê dikșînim û gote rêveberî yê hun çi diken hun dizanîn. Êdî me xwe parast. Lê carekedin ĵi bêjim ku rêya diyalogê vekirî ye. Muhatabê dewletê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, serokatî  ye.
 Kongreya Kurdistanê a Neteweyî qewil bû li Hewlêrê çêbibe, tev partiyên siyasî ĵi her çar parçeyan tê de amade bibin. Ew Kongre giha kur?
Niha ĵi em amade ne ĵi bo vî kongreya neteweyî. Lê ji sedema çar parçebûne Kurdistan, gelek partiyên siyasî û nêrînên cuda cuda û kesên herêmî, hizbî difikirin hene, ev e ĵi sedemên rêgirin, hereket kirin li gor berĵewendîyên herêmî  û nav neteweyî, neku li gor berĵewndî  û  dahatiyên gelê  Kurd, tev asteng in. Lê em keyvxweșin ku l i nav civaka kurdan, dinêrîn da nêzîkbûneke erênî heye, belkû êdî deng bilind dibin ku șerê birakuj yê nemîne, pêngav têne avêtin berev yekbûna gelê kur, minak ĵi kongira netewe yî  ya ĵinan li Amedê gavek erênî bû, kar tê kirin.
Lê tê gotin ku PKK li ser çekî hatiye ava kirin û naxwaze here nav diyalog û medeniyetê. Hene d bêjin ev kongre dan pêdane bi PKK ê wek partiyeke siyas, lewra kongire paș keft?
Bi dîtina min kongreyeke neteweyî ĵiyanî ye, pir pêwist û giring e, çunke roĵhelata navîn ser ĵi nu tê ava kirin. Niha sedî derbas bu ye. çima kurda winda kir ? (parçebûn,ne li hevbûn, bername û stiratejiyek yekbûyi tune bû?)
Xarite tên guhartin, lewra fere civaka kurd yekbûna xwe bikin roĵev û hewildanên me ĵi hene. em di rêya were da bangewaziya li gelê Kurd diken, li hev rûnin, kêj wan stratejîk li berĵewendiya gelê Kurda ye û siyaseta çawa were meșandin gerek e ev bê zelalkirin. Em arîkarin ĵi bo pêkanîna vê kongrê ya neteweyî.
Têkeliyên  we bi Herêma Kurdistanê re çawane?
Peywendiyên me li bașûr bi civakê kurd re hene û li gel hizban ĵi hene lê di ci astî dane ew tiștek dine. Dibe rexne ĵi hebin, em bi hêvîne tu hizb û lîderên Kurd dilê dujminan  xweș neken çi bi gotin yan bi kiryar, bi helwêst.
Caran tê ziman çima PKK ji bașûr der nakeve û here bakûr   ?
Cima em herin ?
Ez di pirsim çima hûn naçin?
Em hêzekî Kurdistanî ne û em li vir bûn berî hikumeta Iraqê, caran ĵi li vê sê kuçê her tim  ruha azadiya kurd hembêz kirye, em berdewamiya wê ruhê ne, em zarokên vê axê ne, eve zimanê dagîrker, duĵmina ye naxwazin yekbûna gelê kurd ava bibe.
Berjewendi yên kurd li bașûr, bakur, roĵava, roĵhilat, berjewendiyên me ne, hebûna me li vir garantiya gelê  bașûr e. Em xwe bi nûbedarê kurdistanê dihiĵmêrin. Hene ne xêrxwazên gelê me dixwazin pêheveçon û șer di nav kurda de hebin. Lê em hișyarin û derfeta wê çendê tune ye.

Helbet pir gazinde li dor diblomasiya Kurdê  bi giștî li Europa hene, hun vê çendê çawa di nirxînin?
Em dizanin berpirsyarê  pirsgirêka gelê kurd Europa ye. Di peymana Lozan de hêzên Ewropî rola sereke lîstin. Ji bo vê awê gerek e diblomasiyeke xurt were meșandin, disan rêgirtinê li tevgera me dikin û me bi terorist li qelem diden. Ev e ĵi ne raste, em mafê gelê xwe diparêzin, diblomasî gerek e bi du milan bi meșe, yek; civaka Kurdî li Europa, her kurdek cîranê xwe bi pirsgirêka Kurda bide zelalkirinê, li milê din sazî û sendîka û partî û civaka sivîl karê xwe xurt biken. Di warê çapemeniya Europa de rolê  Kurdan ne li astê  xwesteka me ye.
Jin nîva civakî ye û nîva din ĵi perwerde dike, rola ĵina Kurd di nav șoreșa we da çawaye?
Helbet ew ĵi șoreșvanên azadîyê ne, di esas de, dest hilatdariya dagîrkeriyê, desthilatdariya zelam li ser perçeqandina ĵinan hatiye avakirin û pêșketiye. Di her civakekî de ĵin azad û pêș nakeve, ew civak bi giștî ne pêș dikeve û ne azad dibe. Demokratîkirina civakî bi sekna ĵinê ve girêda ye. Di nav șoreș û tevgera me da, di meydana șerê girîla, de di çapemenyê da, di warê zanistî, îdeoloĵî de ĵin roleke sereke û pêșeng heye. Jin û ciwan pêșengên șoreșa me ne.

X
F
E
E
D

B
A
C
K