DAXÛYANÎ
FKKS pistgiriya kampanyaya li hemberî tûnd û tûjî dike û di eynî demî de jî li hemberî biryara Parlamentoya Kurdistanê di derbarî  pirjinî/firejinî de derdikeve!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê girîngiyekî mezin dide bo kampanyaya li dijî sideta li hemberî jinan ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û  pistgiriya xwe bo vê kampanyaya pêwîst diyar dike. Em hêvîdar in kampanyayên weha  hetanî sidet li hemberî jin dawî bên, berdewam bin.
Kurdistan welatê me hemûyan e, bo azadîya welat jinên kurd gelek zilm û zordarî dîtine, qurbanî dane. Mafê jîyanê, mafê jîyaneke azad û yeksane bo her mirovî mafêkî rewa ye û divê bê parastin. Em divê gav bi gav  ji bo jin û mêran civateka yeksane û demokratîk  ava bikin.  Lewra em biryara Parlamentoya  Kurdistanê ku destûrê dide bo pirjinî li dijî demokratîyetê yeksanî û mafê mirovahî dibînin. Em yasayekî weha  layîqê  kurd û Kurdîstanê nabînin û red dikin.
Em ji rêzdar serokê herema Kurdîstanê Mesûd Barzanî daxwaz dikin ku vê biryara Parlamentoya Kurdistanê nepejirîne, qebûl neke û di sûn de vegerîne.
23.11.2008
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
www.fkks.se
25 Mijdar 2008

F
E
E
D

B
A
C
K