Dema ez vê gotarê dinivîsim çalakî bi dorfirehî didomin. Li gorî agahiyan, ne tenê li Stenbolê, herwuha li Enqerê û li pirr deverên din ên Tirkiyê û Kurdistanê jî bi heman armancê çalakî hene.

Çend rojên destpêkê rayedarên welatên ewropî tu helwest raber ne kirin. Pistî ku çalakî dorfireh bûn û lidijî hikûmeta AKP’ê bihêz bûn rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), bi taybetî berpirsyarên  Komisyan û Parlemana Ewropayê, daxûyanî wesandin. Di daxûyaniyên  rayedarên ewropî de hem pistgiriya çalakiyan hate kirin û hem jî tê xwestin ku çalakî ji çarçoveya qanûnan dernekevin û bi seweyên demokratîk pêk werin.

Seroka Komsyona Hevbes ya Tirkiye-PE Hélène Flautre û Serokên hemû  Komên PE’yê bi daxûyaniyên xwe pistgirî didin çalakiyan û bangê li hikûmeta tirk dikin ku ew guh bide dengê çalakvanan. Lêbelê di hemû daxûyaniyên Ewropiyan de pistgiriyekê vesartî jî ji bo AKP heye.

Beriya her tistê Tirkiye û hikûmeta AKP’ê ji bo hêzên rojavayî xwedî wateyekê girîng in. Ne Amerîka û ne jî Ewropa naxwazin, bi taybetî di vê demê de, Tirkiye pir tevlihev bibe. Ji bo van hêzan pirr giring e ku Tirkiye, bi rêveberiya AKP, weke nimûne bê parastin ku ew bikaribin wê ji bo parastina berjewendiyên xwe bikar bînin. Lewre di daxûyaniyên pirraniya rayedarên rojavayî de pistgiriyekê vesartî ji bo AKP tê kirin. Wezîrê karê derve yê Fransa Laurent Fabius da xûyan ku « Çalakiyên li Tirkiyê çê dibin bahara Tirkiyê nîn e, lê belê ew xwedî xeteriyekê mezin in, lewre divê hikûmeta tirk bi rêbazên demokratîk û biaqilane tevbigere ».

Li Ewropayê jî, bi pêsengiya cur be cur komele û rêxistinên Tirkan û Kurdan hin çalakî çê bûn û çê dibin. Min dîqet kir, heya naha tu çalakî ji aliyê Ewropiyan ve nehatiye destek kirin, tevlêbûna Ewropiyan çê nebûye.

Wusa diyar e ku Ewropî heya demekê wê helwesta xwe neguherînin. Eger çalakiyên mijara gotinê pirr fireh bibin û hikûmeta AKP’ê bixin nava tengasiyekê mezin û siyaseta Tirkiyê bikeve nava rewsekê bêîstikrar wê demê dibe ku Ewropî, û herwuha Emerîkî û hêzên din yên rojavayî, bikevin nava çêkirina senaryoyan. Ji bo van hêzan pirr zehmet nîn e ku li Tirkiyê ji xwe re hevkaran peyde bikin. Lêbelê, li gorî sêweya çalakiyan, ev qad hê li derveyê îhtimalan e.

Hêzên rojavayî herdem li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ferseta ku derkeve holê wunda nakin. Heya naha ew ji xwe re AKP weke hevkarekê bas bikar tînin, lêbelê eger AKP bikeve nava xeteriyê helwesta rojavayiyan pirr zû dikare bê guhertin.

03.06.2013

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K