Li gorî nûçeya Dilges Îsa ku ji Goettingen gihandiye destê me, pîrozbahî wisa derbas bû:

Daxwiyaniya serokê Komelê, rêzdar Feremez Xerîbo, haziriyek bas ji Sahiyê re hatibû kirin û mîna her sal hijmarek mezin ji Êzidiyên Herêma Bielefeld û dorûberê wê besdarbûn.
Hêjayî gotinê ye ku Rojnameya navdar ya bajarê Bielefeld, Neue Westfaellische amade bû û hindek hevpeyvîn bi mêvanan re kirin û çend Wêneyên Cejnê kisandin. Ji Medya Êzidî, Televiziyona EzidaTV amade bû.
Herweha bernameya hunerî ya Sahiyê gelekî zengîn bû, neh Hunermendên dengxwes, bi stran û awazên xwe dilê mêvanan ges kirin.
Aliyekî ciwan û bedew û pîroz yê vê Sahiyê ew e ku di destpêka êvarî de,  li ber gotina Qewlên pîroz ji aliyê endama Komelê ve, rêzdar Qewlbêj Îman Hesen, li simbol û nîsanên Êzidiyan yên pîroz, mîna Berat, Xerqe, Ava Zimzim û Kaniya Sipî û nîgarên Lalisa Nûranî tê tewaf û ziyaret kirin.
Komela Kaniya Sipî, Komeleke Êzidî ye, li dawiya sala 2005 an li bajarê Bielefeld li Almaniya hate damezrandin. KKS her sal Cejnên Êzidiyan mîna Cejna Êzîd, Cejna Sersalê, Cejna Cemaya Sîxadî û Cejna Batizmiyê lidardixe. Ji bilî van Çalekiyan KKS herwaha çalekiyên rewsenbîrî û civakî durust dike. Ji bo agehdariyên bihtir derbarey KKS hun dikarin serdana Malpera Komelê di Toreya Înternêt bikin: http://kaniya-sipi.de .

Zarathustra News [email protected]

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K