Zimanê Kurdî zimaneke kevnar û resen e, zimaneke bi berfirehîya zarava û diyalektên xwe ve, ew diyalektên bi zaravayên xwe yên pir ve ji zimanên herî dewlemend yekî mîna çemekî bi xur û xwedî deryayeke îdiyom û peyvan e. Her weha bi şanaziyên mezin ew zimane zîndî maye.
Ziman nasname û pênaseya her gel û neteweyan e, heger ji bo her netewekê tenê pêwîstek be, ji bo me kurdan şengestê jiyan û manê ye jî. Ji ber wê yekê ev ziman wekî hebûneke jînde hê jî ji êş û janê neqediyaye û li ber xwe dide. Hindî Kurdistan bi vî rengî bimîne ew êş û jan nasekine û ew berxwedan û parastina wê şengest e û nasname jî natebite. Jêk dûr ketin û veqetetandina axa Kurdistanê û ketine bin desthilatdariya dewletên wek Sefewî û Osmaniyan û pişt re çarparçebûna sed salên dawî jî, zimanê kurdî ket bin bandora dagirkeriyê û ji bo heyameke dirêj sêwî û perîşan ma. Li milekî ablokaya li ser zimanê kurdî ya ji alî dewletên serdest berdewam dike, li milê dî em bi xwe jî biha û nirxên pêwîst nadin zimanê xwe û hewlên pêdivî ji bo bikarînana wê nadin.
Ji egerên asîmîlasyona dewletên dagîrker ên bi metod û teknîkên nû berdewam in û otoasmîlasyona navxweyî jî bi cureyeke hokerî berdewama vê êş û azarê ye. Em dizanin armancên dewletên dagîrker ji bo mijarê çi ne û çawa tê têgehiştin, hindî ji destê wan ve bêt delîve û sekoyên bi kar înan û pêşveçûna zimanê kurdî dorpêç û ber teng diken, rê li ber şêweyên helandina zimanê kurdî xweş diken, ev derdê wan e. Bi giştî pirsa mezin û kujer ev e, erê gelo em bi xwe çira li hember zimanê xwe xemsar in? Ev kêmasîya me paradoksa kûr ya me kurdan nîşan dide. Em bi xwe jî nikarin vê dijberîya di nav xwe da zelal bikin. Belê kêmasî û pirsgirêk di sirrbûn û pertewaziya zimanê me de heye, mixabin heta niha me nekarîye wan girêyan vekin û bi zêdeyî kyar jê re bikin û ji sirrbûnê derbazî standardbûnê bikin. Sedemên wê eşkere ne, rê ji bo çaresriyê jî ne gelekî zehmet in. Lê tenê daxwazî û îrade hebe, di serî de hêzên siyasîyên bi bandor û xwedî şiyan ” îmkaniyat ” pêwîst e herwesa bawerî bi yek ax, yek niştîman û yek neteweya kurd hebe ku navê wê Kurdistan e û bi hev re giringiyê bidenê û bi awayekî zanistiyane pirsa ziman ji îdolijiya partîtiyê yê cuda biken.
Cihê serbilindîyê ye ku li başûr û rojavayê Kurdistanê bi ketwar û qewareya xweser, zimanê kurdî zimanê fermî ye, yê perwerde û xwendinê ye, yê jiyanê ye. Her çende zêde gavî ji bo er armancê be jî hebûna perwerde û xwendina zimanê tirkî bi şêweke berbiçav li başûr giringî nedan pêvajoya xwendina modern û qelsiya felsefaya xwendinê ya neteweyî û niştîmanî, bandor kiriye ku hindê bibe cihê tirsê, ew cihê rexneyê ye. Em hêvî dikin ku li rojava pirsa zimanê kurdî di avakirina felsefeka neteweyî û nîştîmanî de derbaz bibe.
Li tarawgê ”diasporayê”, em bawer in sereray ” rexmî ” hebûna derfet û şertên bikarînan û xwendina Kurdî, lê mixabin ne baştir e ji bakûr û rojhelatê Kurdistanê. Dibe ev diyarde jî bandora siyasî û civakî ya xelkê me be, li Ewropa li alîyekî û li alîyê herî bihêz ew bê ku dewletên dagîrker pêkolên mezin dikin ji bo lawazkirina hestê neteweyî û niştîmanî yê kurdan . ji alîye destkeft û bi pêşveçûnê hewlên mezin hene ji bo bi cihanîkirina zimanê kurdî û armanc şkandin e jî, mînaka ketina nava zimanê kurdî ya ”GOOGLE”, zimanê kurdî hat rêza zimanên Cîhanî, her çendê çend kêmasî jî tê de ne, lê dikare bên çareserkirin û hemdîs cihê sipasî û sehet xweşiyê ye ji bo wan ên ku ev karê mezin encam dane.
Ya herî giring ew e ku em hemû li zimanê xwe xwedî bin û jê hez bikin. Geriyana şahî û xweşiyan ji bo cejna zimanê kurdî di 14, 15 û 16 ê Gulana her sal, yek ji giringîdayîn û xweşviyana zimanê kurdî, ew zimanê ku nasname, şengeste û pênaseya hebûn û mana gelê kurd e.
Dîsan cejna zimanê kurdî ji dil û can pîroz be û silav ji bo her kurdekê/î yê/a ku bi kurdî dijî, bi kurdî diaxêve, bi kurdî xwîna xwe ji bo parastina ax û zimanê xwe dike fîda.
Silav ji Dayikên me kurdan re, ew mamostayên me yên pêşeng û destpêkê ne û em bi kurdî mezinkirine.

Komisyona Ziman, Çand û perwerdeyê ya KNK ê
14 ê Gulan 2016 – Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K