Gelê Kurd bi salan e ji bo domandina hebûna xwe têkosîneke xurt dide. Di vê prosesa têkosînê da çeperê zimanî daîm di serî da bûye. Ji ber ku kolonyalîst û dagîrkeran ji bo têkbirin û helandina gelê Kurd ji birandina zimanî dest pê kirin û asîmîlasyon wekî makîneya herî xedar û dijwar bi kar înan li ser zimanê Kurdî. Lê belê, gelê Kurd bi bizava parastina zimanê xwe di serî da xwe parast û xwe jînde hêla û xwe gihande roja îro. Eve serkevtineke mezin e. Herçend tehlîkeya asîmîlasyonê bi taybetî li bakur, rojava û rojhilatê didome jî, lê ew vîraja tirsbar ya mirandina zimanî bi têkosîna hinde salan êdî li pas hatîye hêlan. Têkosîna azadîyê ya li van parçeyên Kurdistanê polîtîka asîmîlasyonîst ya dewletan vala derxistîye û zemînê parastina zimanê Kurdî saxlem kirîye. Herweha statûya federal ya li basûr jî fermîyetek daye zimanê Kurdî û eve jî bûye yêk ji garantîya parastina zimanê Kurdî.
Digel vê rastîyê jî bi taybetî ji alîyê polîtîk ve bê statûtîya li bakur, rojhilat û rojavayê ya bi gistî wekî hemû baskên têkosînê, bizava li ziman xwudanderketinê giringtir dike. Li bakur, rojhilat û rojavayê zimanê Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê da nîne û dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê rê nadine perwerdeya gistî ya bi Kurdî. Ev zordarîye li Tirkîye û Sûrîyeyê hêj jî dijwartir e. Ji ber vê yêkê bizava li ziman xwudanderketinê mecbûr e ku hedefa xwe ya ji bo perwerdeya bi Kurdî daîm di serê rojeva xwe da bigire û xebat û têkosîna zimanî sist neke. Ji bilî berpirsiyarîya bi kar înana zimanê Kurdî ya di jîyana rojane da, têkosîna bo perwerdeya Kurdî divêt bête bilind kirin.
Di van rojên em têda prosesa hilbijartina parlementoya Tirkîyeyê berdewam e. Hilbijartinên parlementoya Tirkîyeyê dê di 12ê Hezîrana îsal [2011] da bêne kirin. Kurd û Kurdistanî di pêsengîya bizava azadîyê û BDPê da bi namzetên serbixwe besdarî hilbijartina bûne. Ev demê hilbijartinan ji alîyê xebat û propagandayê ve demê herî hessas e û hissîyata neteweyî gelek bilind e. Pêsengîya polîtîk, namzetên Kurd û Kurdistanî û timamî gelê Kurd, hemû kar û xebata xwe ya propagandatîv divêt bi Kurdî bikin û bidine kirin. Di vî warî da rola sereke dikeve ser milê namzetan û aktîvîstên polîtîk. Ew wekî pêsengên polîtîk divêt gelê sade jî motîve bikin û zimanê Kurdî hakimî xebata xwe ya hilbijartina bikin. Ev reftare herwisa erkekî neteweyî ye jî.
Di meydana têkosîna polîtîk da, di hemû dem û dezgehên dewletê da, di dadgeh û îs û karên fermî da, di timamî jîyana sosyal, kulturî, ronakbîrî, hunerî û rojane da israra bi kar înana zimanê Kurdî, ji bo skandina çêperê dewleta Tirk û herweha Iran û Sûrîyeyê, mîsyonê esasî yê têkosîna neteweyî ye.
Ji bo ku Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê yê dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê da fermîyetê werbigire, di rojên Cejna Zimanê Kurdî da [14-15-16ê Gulanê] daxwazên ji bo perwerdeya Kurdî divêt bêne bilindtir kirin.
Kurdên dîasporayê yên li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê û hemû meydanên dîasporayê û helbet li her kujîyê dinyayê yê ku lê dijîn jî divêt têkosîna bi kar înana zimanê Kurdî bi giringî bidin û daku Kurdî di nav dem û dezgehên dewletên lê da statûya fermî werbigire bixebitin.
 
Kurd, dijî her reng asîmîlasyonê zimanê xwe, Kurdî bi kar bîne!
Bi van bîr û hiziran em silavan li têkosîna parastina zimanê Kurdî dikin û Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikin.
 
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê [KZP-KNK]
10 Gulan 2011 [10. 05. 2011], Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K