Tevî ku Roj TV saziyeke çapemeniyê ye, ku li jêr rêzik û qanûnên Ewrûpayê hatiye damezirandin, vê biryara ku li ser girtina wê hate girtin mixabin ji binî ve wateyeke xwe ya siyasî heye.

Ji ber qedexe û astengkirinên li ser zimên, Roj TV, wekî sazî û dezgehekî televizyonê ya ku di parastina ziman û çanda Kurdî de roleke xwe ya girîng her hebûye, li gel nûçeyên bi her cureyî û aktueliteya têkildarî Kurdan, bi bernameyên xwe yên çandî û hunerî ve giraniya herka xwe ya pêlweşanê pêk dianî. Li heman katê de, Roj TV’yê polîtîkayeke xwe ya pêlweşanê hebû, ku pê jiyana civakî, çandî, aborî û siyasî ya Kurdên ku li çar welatên ciyawaz dijîn û ya Kurdên ku li Qefqasan û Ewrûpayê dijîn, kêşe û arîşeyên wan ên rojane pêşkêşî bînerên xwe dikir.

Girtina Roj TV’ya ku hewil dide mafê nûçegirtinê, pêlweşana bi zimanê xwe û bipêşvebirin û parastina çanda xwe yê Kurdan û her wiha komên etnîk û baweriyên cihêreng ên ku li ser vê xakê dijîn biparêze, derbeyek e, ku li mafê gelê Kurd ê azadiya ragihandinê xistine û ev yek dijî mafên mirovan e.

Ji bo hindê, azadiya pêlweşana bi zimanê xwe yê zikmakî, ku xwezayîtirîn mafê Kurdan e, ji destên Kurdan hatiye girtin.

Belçîkayê pê re jî bi van operasyonan ve piştevaniya karê destgîrkirin û girtinên antîdemokratîk ên ku li Tirkiyeyê bi hevkatî têne domandin kiriye û riya çareserî û aştiya di Pirsa Kurd de bend kiriye.

Roj TV ziman, çand û rûmeta Kurdan e. Ev êrîşa ku anîne ser Roj TV’yê li heman katê de anîne ser ziman û çanda Kurdan.

Destûra ROJ TV’yê ew e, ku gelê Kurd bikaribe mafê bi zimanê xwe girtina nûçeyan bi kar bîne, çanda Kurdî were parastin, zimanê Kurd, Asûrî-Suryanî, Ereban û kêmarên din ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne mandelkirin were jiyandin, mafên ramanê û çapemeniyê yên van kevintirîn gelan di jiyanê de bêne bikaranîn, ku qanûnên navneteweyî ev maf dane wan. Tiştê ku niha ew dixwazin rê li ber bigirin, mafê bi zimanê xwe girtina nûçeyan ê neteweyekê û bi dehan gelan e.

Girtina Roj TV’yê derbeyeke mezin e, ku li demokrasiyê û mafên mirovan hatiye xistin.

Em ji vê neheqiyê re, ji vê zêhniyeta paşverû re, ji vê zimankujî û çandkujiyê re bibêjin, “RAWESTE!”

Em her kesekî ku ji xwe re dibêje, “ez rewşenbîr im”, “ez demokrat im”, “ez mirov im” vedixwînin ku piştgiriyê li ROJ TV’yê bike û em polîtîkaya hukimeta Belçîkî û dewletên Ewrûpayê bi tundî şermezar dikin, ji bo ku ji hiqûqê, qanûnên navneteweyî, mafên mirovan, azadiya çapemeniyê û ramanê ta didin.
Em bangî Belçîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê dikin, ku ji vê çewtiya hatî kirin vegerin.

Em welatên Ewrûpayê vedixwînin, ku êdî nema li ser gelê Kurd sînaryoyan binivîsin û dek û dolaban bigerînin; bila tevkariya xwe pêşkêşî çareseriya aştiyane ya pirsê bikin.
Peywendiyên bi kampanya re
Eren Keski [email protected]
Mahmut Alinak [email protected]
Mehmet Atak [email protected]
Meral Danış Beştaş [email protected]
Nil Demirkazık [email protected]
Sebahat Tuncel [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K