Ji bo parastina berhemên hunerî yên mêjûyî, ji vê bi salek berê, Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê hat damezirandin.
Rêvebirê Muzexaneyê Goran Candan, bi kopîkirina yek ji peykerên herî kevin ên cîhanê, ku li encama lêkolînên arkeolojîkî yên li Girê Navokê, li Ruhayê hatibû dîtin,  ji bo mijara parastina berhemên mêjûyî nimûneyek çalakiyê ya berbiçav nîsanî me dabû.
Nuha jî balkisandina li ser hilberînên hunerên destî, birêz Goran Candan bi mijarek nuh bi me re ye:
– Gelo divê em çi bikin da ku em xwedî li berhemên mêjûyî û hunera destî ya kurdan derkevin?
– Berî her tistî divêt ku em kurd hisyar bin li ser mijara parastinê. Divêt em berhemên ku li Kurdistanê hene, li malên xwe biparêzin ta ku em wan bisînin li nav muzexaneyên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ji bo parastinê.
– Tu dibêjî ew ê li wir werin parastinê yan?
– Belê. Ew ê werin parastinê hem jî bi sêweyek herî bas. Ji ber ku desthilatdariya kurdan heye li wir, loma.
– Van berhemên hunera destî yên li Bakurê Kurdistanê, gelo ji ber çi sedemî winda dibin?
– Ji ber du sedeman:
A: ji ber ku li welatê kurdan serê taybet dihêt ajotin.
B: Xwedî li wanberhemên mêjûyî nederketin. Ne desthilata kurdan û ne jî sêniyê herêmê xwedî li vê dezgeha mêjûyî derdikevin. Desthilata kurdan a navendî li Bakur nîn e. Desthilatên herêmî yên wek Saredariyên kurdan jî bi gelsên dinê re xwe mijûl dikin. Li gor beyanatên hunermendên hunerên destî yên li Çarsiya Sewitî ya li Diyarbekrê, rexbeta xelkê, piranî ji bo firaq û alavên fabrîkî (sun’î) yên naylon û plastîkî heye. Kes êdî nirxê van firaq û alavan mixabin ku nizane. Heger çend salên dinê jî welê berdewam bike, hingê ev dezgeha hunerî ku ji bav û kalan derbasê zarokên malê dibe, ji binî na mîne!
Loma divêt em van firaq alavan û hemû firaq û alavên mêjûyî biparêzin. Ji van berhemên ku hûn li wêneyê dibînin, ji her yekî yek li nav navenda Sazendeya Pirtûkxane û Muzxaneya Kurdî li Stockholmê û li nav Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li New York’ê dihêt parastinê. Van çend lib nusxeyên nimûne, birêz Goran Candan ji Amedê hanîn û li van ciyên navbirî dan bi parastin.
Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K