Dibinê qesra wî de, heywaneke du çavî û bilidn hebû. Di nîvê heywanê de, ocax hebû û bi destpêka Havînî re, kûra xwe pêdixist. Nepaxa xwe jî di kêleka ocaxê de didanî û dest bi çêkirina kêran dikir.
Mirovekî, dolsoz bû. Dostê qereçiyan bû û her dem bi wan re bazar dikir. Di her bazarê de jî, qereçiyan hîlê lê dikir. Lê wî ne digot, hîle li min kirin, digot, ez xapandin.
Çerxa Melkê Hewşiko ya tuj kirina kêr, das û tevran, balkêş bû. Çerxa tujkirinê bi destik bû û kê xwestibane alavê birînê, li cem Melkê tuj bike, mecbur bû, çend caran nepaxê piş bide, agirê kûra wî gûr û geş bike û destikê çerxê jî ba bide.
Melkê Hewşiko, ji bo vî karî jî, digot : Ku ne wilo be, keleka min jî, ya we derbas nabe.
Derbas kirina keleka Melkê Hewşiko, arzan bû û ziyan ne dida kesî.
Lê, dewleta Tirk ji bo keleka xwe derbas bike, zêde xwînê dirijîne û mirinê dibarîne. Ji ber ku Tirkan, ocaxa xwe, bi xxwînê gûr û geş kiriye û keleka xwe jî bi kuştin û zordestiyê derbas kirine.
Zordestî, mîna tuj kirina devê kêrê ye. Ji ber ku, çerx kevir e û dema bi zac li devê kêrê dikevê, agir jê dibe û hesin hilû dike. Kevirê çerxê, ji hesin dibe, ji hesin dixwe û tenik dike. Dema ku devê kêrê tenik bû, hêza wê jî kêm dibe û di her karanînê de hinekî din biçûk dibe. Ew beşê tenik, di karanînê de dişike û şilfika hesinî ya kêrê kêm dibe.
Tirk jî, bi siyaset û hêza eskerî, zordestiya li dijî Kurdan dijwar dikin. Medya Tirk jî rewşê dijwar dike û giyanê gelê Tirk, li çerxa tujkirinê dide, qels û lewaz dike. Zordestiya dijwar berdewamî jî, giyanê Kurdan tuj dike.
Tujkirina giyanê her du basikan jî lewaz dibe û tê radeya şikestinê. Gelo tenikbûna giyanê her du aliyan, wê çiqasî dikaribe, kelekê derbas bike û werimandina meşkên dibin kelekê de, vemidandî û bihêle. Roj wê be ku devê kêrê bişike, meşkên pişdayî yên kelekê biteqin.
Siyastemedarên Kurd, niha jî ketina pêşbaziya çûna çeper û kozikên esker. Ev zivîrandina çerxa li ser devê kêrê û qonaxa teqandina meşkên dibin kelekê de ye. Ev tê wateya ku zordestiya Tirkan di asta herî bilind û dijwar de ye.
Kurd û Tirk, di tixubên şikestinê de ne. Eger şikestin çêbibe, ne kelek dimîne, ne jî bang û qîrênên aştî û çareseriyê. Ji ber ku kîn mezin dibe, dipingihe û li ber teqînê ye.
Keleka derbas kirinê, giraniya kuştina ciwanên Kurd û Tirk ranagire.
Kesên ku vê bextreşiyê dikin jî, mixabin rayedarên dewleta Tirk in. Rayedarên dewleta Tirk, kontrola jiyana li Tirkiyê û Kurdistanê dikin. Bila kes nebêjê, « gelo paya rayedarên Haraketa Azadiya Kurd di vê zordestiyê de nîne? » Na, nîne !…
Çima nîne ? Ji ber ku 11 sal in ku Serokê Haraketa Azadiya Kurd, Abdullah Ocalan, ji bo aştiyê diqîre. Bi Haraketa Azadiya Kurd, gav jî dan avêtin. Haraketa Azadiya Kurd jî, ji bilî îlan kirina agirbestê, heya 1ê Hezîranê, « bêçalekîtî » domand. Daxwazên herî maqul jî, ji raya giştî re deklere kirin. Lê dewleta Tirk, siyastemedarên Tirk, yek pêşniyaza maqul nekirin û tenê şer xwestin. Heya ji wan hat, Haraketa Azadiya Kurd terorîze kirin. Ev tê wateya terorîze kirina gelê Kurd.
Ev terorîze kirina gelê Kurd, ne tenê li Tirkiyê, di qada navneteweyî de jî, kire rojevê û dixwaze cîhanê li dijî Kurdan bike nava tevgerê. Li aliyê din jî dibêje, em bira ne. Eger rastî biratî be, çima tu pirsgirêkê di navbera biran de safî nake ?
Guman dikim ku terorîza kirina gelê Kurd, ji her kesî bêhtir wê ziyanê bide dewleta Tirkiyê. Îro nedê, sibe wê bide. Qirkirina Ermeniyan, qirkirina Ruman, Lazan, Suryaniyan, bu toqê lanetê û di stuwê dewleta Tirk de rûnişt. Terorîze kirina Kurdan jî wê bibe toqê lanetê û di stuwê Tirkiyê de rûne.
Jiyan berxwedan e û gelê Kurd vê eniya berxwedêr a jiyanê temsîl dike. Berxwedana Kurdan jî, parastina jiyanê ye, parastina jiyaneke bi rûmet e. Jiyana bi rûmet mafê xwezahî ye.
Tirk çima ji wekhevî, zadî, jiyaneke azad û hevreyî ku bi Detsura Bingehîn de werê misoger kirin direvin?
Wilo xuya dike ku, siyasetmedarên Tirk, biqasî Melkê Hewşiko jî, jiyan nas nekirine ; wezin û dengeya jiyanê di pîvana hendesyrarî û matematîka mêjiyê xwe de çareser nekirine.
Melkê Hewşiko digot: Bi tenê keleka jiyanê nayê derbas kirin, eger mirovek çerxê ne zivirîne, nepaxê pif nede; ne agirê di ocaxê de gûr û geş dibe, ne jî ez dikarim çakûç li ser sidan bidim. Hingî keleka min jî, ya we jî derbas nabe.