Mûsa di tevahiya vê gotara xwe de rewsa xwe û ya Platon, sertên xwe û yên wî, malbata xwe û ya wî, mamosteyên xwe û yên wî, dide ber hev, dixe du aliyên mêzênê û bi hev re miqayese dike.

Destpêk û rêzên ewil jî wuha ne:

" Hûn dê niha bêjin Mûsa tu li ku û Platon li ku", tu jî radibe xwe bi kê re muqayese dikî, ma wuha dibe ? " Xemnake em herdû jî, ez jî û Platon jî em evdên Xwedê ne" .

Îca tistê Apê Mûsa ji bo xwe û Platonê girekî dibêje, em jî em dê ji bo wî û Charls Darwinê Ingilîz bêjin û îro navê meqaleya xwe jî bikin Charles Darwin û Mûsa.

Nebêjin ev çi bihevrebûn e, çi têkiliya van herdû navan heye bi hev re, Mûsa li ku û Darwin li ku ?

Ev kombînasyona dunavî ne bêbingeh e. Hem jî gelekî bi xwurtî û ji ber nîqasa di rojevê de ku li der û dora Charls Darwin diçe û tê.

Cîhan cardî bûye du birr, du siqên mezin, alî û firaksiyon: Alîgirên Darwin û yên dê û bavê me Adem û Hewwa.

Kombînasyona Darwin û Mûsa û navê meqaleya me jî bi vir ve pêwendîdar e.

Binerin çawa:

Mûsa girtiye. Demeke di Tugaya Mêrdînê de di bin asaq û îskenceyan de ye. Ew ne cara ewil e li vir, hejmara girtin û binçavkirinên xwe, bi xwe jî tam nizane Mûsa. Roja bêheqaret, bê lêdan û bi bêhurmetî tune. Di bîranînên Mûsa de behsa van rojan heye.

Rojekê efserekî garnîzonê bi hejmarek lesker re dadikeve îskencexaneya Mûsa lê. Çavên Mûsa girtîne. Subay wê wextê xwe derbas bike, bêriya tinazan kiriye, di nav bêbaviyên vê neyargehê de, ne tenê sadîzm, belê bêhnikên wuha jî, qerfpêkirin û henekpêkirin jî hene.

Dipirse Efser: Mûsa, dibêjin tu mirovekî xwendayî, tu xwedî serpêhatî û tecrûbeyî, tu ji min re nabêjî, em ji Adem û Hewwa ne, yan mîna Darwin dibêje em ji heywan û meymûnan in ?

Mûsa meselê fêm dike, derdê efser zane û bi gis aqilmendiya mûsayî, platonî û sokratî, û ji cîhekî û pêde jî diyojenesî wuha bersivê dide:

Ezbenî, dema ez bala xwe didim me mirovan, tistên em tînin serê hev, pêhn û kulmiskên em li hev didin, hilkirin û rakirina neynûkan, perçekirina serê însanan, sikenandina las û bedenên ciwan, pîsîtî û xerabiyên em di hev de dikin, hevdûgevizandinên di nav xwînê de, dalqandin û lêdana li însanan, bi rojan bêxwarin, bêvexwarin, bêxew û bêxwesûstinhistina wan, bêhtir qeneeta ku, tistê Darwin dibêje, wê rastir be li ba min çêdibe, tesbîtên Darwin nêzîktirî aqilan xwiya dikin.

Îca sala Apê Mûsa ev gotin salên 80 î bû.

Îro dema Qetlîamên Helebçe, Qamislo, Gazî û Hewlêrê Bîrên Botasê, bîst hezar wundayên bêserûsûn di rojevê de ne, generalên mîna Velî Kuçuk, Hursit Tolon, Necati Ozgen, Levent Ersoz û Hwd. em nas dikin, meyla me jî ber bi tesbîta Apê Mûsa de dadgere û fikra ku ev mexlûqat, ne mikun e ji Adem û Hewa, belê ji meymûnan, beraz û segan, heta ji hirç û keftaran bin xwurtir dibe.

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K