Dîplomatê swêdî Jan Eliasson bû cîgirê sekreterê gistî yê Neteweyên Yekbûyî û pistî Ban Ki-Moon dibe kesê herî bi hêz yê rêxistinê. Di hevpyevînek bi Zayele re Eliasson xembarîya xwe derheqê bêdengîya cîhanê de tîne zimên û diyar dike ku ew pirsgirêka gelê kurd ji nêz ve disopîne.

Kevnedîplomatê Swêdê û wezîrê karê derve yê berê Jan Eliasson bû cîgirê sekreterê gistî yê Neteweyên Yekbûyî û bi vî awayî ew di hîyerarsîya NY de dibe zilamê duyem yê xwedîxeber. Pistî Dag Hammarsköld ku di salên 1950-60î de sekreteriya gistî ya NY kiribû ev meqamê herî bilind e ku swêdîyek di vê rêxistina cîhanî de werdigire.
Me jî bi taybetî li ser pirsa kurdî û sedema bêdengîya cîhanê hevpeyvînek bi Jan Eliasson re kir. Lê berya em derbasî ser nêrîna wî ya li ser bêdengîya cîhanê bibin em guhê xwe bidinê bê Eliasson sîyaseta derve ya Swêdê derbarê Sûrî û Îranê de çawa dinirxîne:

– Nîsandana pistgirîyê ji bo hêzên ku demokrasî û mafên mirovan dixwazin pir girîng e. Di hin qadan de Swêd vêya dike lê li carna kêmasî hene û Swêd dikare bêhtir bixebite. Bes, sîyaset herdem wiha ye. Bendewarîya sereke ya gelê Swêdê ji hukûmeta Swêdê pistgirîya demokrasî û mafê mirovan e, dibêje cîgirê nû yê sekreterê gistî yê NY Jan Eliasson.
Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon dibêje sedema ku Eliasson bûye cîgir ew e ku ji bilî ku Eliasson wezîrtiya derve ya Swêdê kiriye û demekê serokê civata gistî ya NY bû, tecrûbeyek Eliasson ya gelek berfireh di nakokîyên cîhanê de heye. Bi van gotinan Ban Ki-Moon balê dikisîne ser ezmûna Jan Eliasson ya di nakokîyên cîhanê de.

Sêwirmendê Palme bû

Jan Eliasson yek ji siyasetmedarên Swêdê yê herî kevn e û di hikûmetên Sosyaldemokrat de wî di asta bilind de wezîfe wergirtine. Hîna di salên 70, 80î de ew yek ji kesên herî nêzîk yê Olof Palme bû. Di serê navbera Iran û Iraqê de ku Palme ji bo rawestandina ser ji aliyê NY ve wek navbeynkar hatibû hilbijartin de Jan Eliasson sêwirmendê Palme bû.
Di salên 90î de jî di serê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de Jan Eliasson navcîtî kir û li ser destê wî ser hat rawestandin. Û xuya ye bi vê erka nû di nav NY de ev rolê Eliasson wê berdewam be.
 
Ez pir bi baldarî pirsgirêkên gelê kurd disopînim

Cîhan bi gistî û nexasim Rojhilata Navîn bi lezûbez tê guhertin û dikeve çerxek nû de. Rejimên gelek dewletan di van du salên dawî de rûxiyan e û halê hazir li Sûrî soresek berdewam e. Dewleta Tirkî jî hem cîranê Sûrî hem yê Îranê ye lê di nav xwe bi xwe de pirsgirêka bi kurdan re çareser nekiriye. Berovajî çareseriyê di van demên dawî de li Tirkî rews alozitr bûye. Bi taybetî di warê xweîfadekirina azad û mafê gelê kurd de, bi sedan siyasetmedar û rojnamevan hatine girtin. Elîasson eskere dike ku hêvîyên ewrûpiyan bi hukûmeta AK Partîyê mezin bûn lê bi van bûyerên dawî re niha ew bi fikar in.

– Divê pêvajo bi awayek endîse bê sopandin. Hêvîyên mezin hebûn û niha jî hene ku Tirkî dewreke mezin û bas bilîze û heta deverekê di sîyaseta Sûrî de vî rolî dilîze jî. Lê helbet di heman demê de divê Tirkî di nava xwe de rêzê ji mafê mirovan re bigre. Ez pir bi baldarî pirsgirêkên gelê kurd li Tirkî disopînim, dibêje Eliasson.

Balkêsiyek mezin ji bo pirsa kurd heye lê…

Digel vê fikar û endîseya sîyasetmedarên cîhanî yên wek Jan Eliasson jî, li Swêdê û di raya gistî ya navnetewî de derheqê pirsa kurdî de bêdengîyek heye. Gelo Jan Eliasson vê bêdengîyê bi çi ve girê dide?

– Bi min balkêsiyek mezin ji bo pirsa kurd heye, lê rojeva cîhanê ewqas liserhev û întensîv e ku dihêle gotûbêjên li gelek welatan navxweyî bimînin. Û pirsgirêkên Tirkî di gotûbêjên navnetewî de li pas dimînin. Lê bi raya min divê em bêhtir baldarîyê bidin ser Tirkî û têkiliyên YE bi Tirkî re.

Li ser têkilîyên navbera Tirkî û YE jî Eliasson bi dibêje:

– Ez bawerim divê deriyê YE ji bo Tirkî vekirîbin ji bo ku Tirkî bikaribe bibe besek ji YE, helbet  eger ji hêla wan bi xwe ve ev xwestek hebe. Lê di heman demê de divê doz li Tirkî bê kirin da ew bi temamî rêzê ji mafê mirovan re bigre. Ev pêvajo divê bi baldarî bê sopandin. Lê mixabin û ez bi xwe jî xemgîn im ku gelek pirsên navnetewî ji ber sedema bûyerên din winda dibin. Pirsa kurd jî yek ji wan e.

Link: http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=4998932

F
E
E
D

B
A
C
K