Roja çand û wêjeyê ya ku ji aliyê Mamosteya Swîsreyî birêz Roswitha Inglin Kennel û Mamosteyê zimanê Kurdî nivîskar Hesen Huseyîn Denîz ve hat amadekirin û pêkanîn roja Çarşemê 16.06.2010 hat lidarxistin û ji saziya Integrasyonê jî endameke jin beşdarî rojê bû û axaftinek li ser grîngiya perwerdehiya bi du zimanan kir. Di axaftinê de hat diyarkirin ku zarokên ji welatên biyanî tên Swîsreyê dema bi çand û wêjeya xwe mezin bibin baştirîn dikarin çand û wêjeya Swîsreyê jî bigrin û pê re yekbûneke bi du çandan çêbikin. Her wiha dîsa hatiye dîtin ku zarokên bi zimanê dayika xwe baş dizanin, di perwerdehiyê de ji yên din baştir bi ser dikevin, lewma dikarin baştirîn zimanekî biyanî fêr bibin.
Destpêkirina rojê bi xêrhatinkirina li zarok, malbatên zarokan û mêvana ji saziya întegrasyonê hat vekirin. Pişt re çîroka “Kîvroşka Şêrînokî/Knuddel Hase“ bi slaytê hat şanîdan û bi kurdî û bi almanî ji zarokan re hat vegotin. Ji bo vegotina çîrokê hîn zindîtir bibe, ji daristanê şînatî, gozek, kevz, qaşilê darê û kîvroşkeke mezin û yeke çêlîk a lîstikî li nîveka xeleka zarokan hat danîn û zarokan cihê kîvroşkan bi destê xwe çêkirin û gelekî pê kêfxweş bûn. Di çîrokê de jiyana çêlîka kîvroşkekê û windabûna kîvroşka biçûk û pişt re gihiştina dayika xwe tê vegotin.
Piştî vegotina çîrokê zarok rabûn ser xwe û lîstika `Destmalê` ya ku zarokên kurd li Kurdistanê dileyizin ji aliyê zarokeke Êzdî ya ji Şengalê wekî penaber tev li malbata xwe hatiye, Sêvê ve hat vegotin û pişt re bi şanîdana wê zarokan dest bi lîstinê kir. Lîstik ji zarokan re bi Almanî jî hat vegotin û lîstin.
Piştî vê navberek hat dayîn û xwarina ji aliyê malbatan ve hatibû çêkirin li zarokan hat belav kirin û di navberê de mamoste û malbatan li ser grîngiya perwerdehiya bi du zimanan û li derveyî welat grîngiya xwedîderketina li çand, wêje û zimanê kurdî sihbet hat kirin.
Di beşa duwemîn a rojê de Çîroka bi navê `Sêva Zêrînî/Den Goldenen Apfel“ bi vegotina Kurdî û Almanî ji aliyê zarokan ve wekî şanoyekê hat lîstin.
Di çîrokê de li nîveka daristanê dareke sêvê û li ser dara sêvê sêveke zêrînî heye; rojekê ji daristanê şêr, pey re fîl, pey re zurefa, pey re Piling û rovî tên û li binê darê rûdinên ku sêv bikeve xwarê û ji xwe re bibin. Lê sêv nakeve û tev birçî dibin, di wê bêhnê de sivoreyek tê û hildikişe ser darê ku sêvê ji xwe re bibe. Lê sêv giran e û ji nava lepûşkên wê dikeve erdê.Ajal tev bi hev re xwe diavêjin ser sêvê, pevçûneke dijwar derdikeve, hevûdin birîndar dikin û di derengiya rojê de êdî her yek bi aliyekî ve baz dide û sêva zêrînî jibîr dikin…
Çîrok wiha bi dawî dibe: “Di roja heftemîn de zarokekî wekî te li daristanê rêka xwe winda kiribû hat nîveka daristanê û li ser çîmenan Sêva Zêrînî dît.“
Zarok bi vê lîstikê pir kêfxweş bûn û ji bo ku bi xwe lîstik lidar xistin pir coş jê girtin.
Piştî çîrokê vê carê zarokan govend girtin û malbatên wan jî ketin dîlanê bi hev re sitranê kurdî sitran û lîstin.
H.H.DENîZ/AZADIYA WELAT/SWîSRE