Di civînê de besdarbûyan bi awayekî berfireh raman û nêrînên xwe li ser eger û pêwistiya hevkariya di navbera saziyên kurd de diyar kirin. Û xwestin ku ev civîn bibe bingeheke hevkariya di navbera saziyên kurd ên li ewrûpayê de. Herwisa besdarbûyan diyar kirin ku di demeke weke îro de ku li bakurê Kurdistanê dewlet û hukumeta turkiyeyê li dijî îradeya kurd a hilbijartî êrîseke berfireh daye destpêkirin de rola hevkariya di navbera hêzên kurd de êdî bûye pêwistiyeke jiyanî.
Civîna ku Înstutiya kurd li Stockholmê birêxistin kir seat li 15. 00 destpêkir. Civîn ji aliyê Cîgirê Serokê Instituyê Serkan Birûsk ve hate vekirin û birêvebirin. Birûsk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek gava yekemîn pêwistî bi hevdu naskirina saziyên kurdan ên li ewrûpayê heye. Hevnaskirin û diyalog yekane rêya hevkarîyê ye. Ji loma jî birêvebiriya Înstutiya wan ji roja hatiye damezirandin û heta niha hewl dide ku bibe pirek di navbera saziyên kurd li swêdê û ewrûpayê de. Û wan di vê derbarê de gavên giring avêtine û ew ê ji niha pêde jî teqsîr nekin. Ew dixwazin êdî sêweyek hevkariya rasterast di navbera saziyên kurd de pêk bê, û ev hevkarî di nava demê de berê xwe bide welat.
Pistî axaftina vekirinê Serokê Înstutiya Stockholmê Dr Huseynî Xaliqî bixerhatina mêvanan kir û kêfxwesiya xwe ya ji bo besdariya mêvanan diyar kir. Xaliqî di destpêka axaftina xwe de li ser çalakiyên cuda yên ku heta niha Înstituya wan kirine rawestiya û diyar kir ku wan heta niha wek wesanxaneya Instituyê gelek pirtûk û kovar wesandine, semînerên cuda yên di asta rewsenbîriyê de û yên ji bo gel bi hevkariya rewsenbîrên kurd û saziyên cuda yên swêdê amade kirine, waneyên zimanên kurdî û swêdî, yên nîgarî û matematîk û hwd. wekî xizmet ji bo civata kurd li swêd bi alîkariya mamosteyên kurd pêskês kirine û xebatên di asta rewsenbîrî de bi berdewamî kirine û dê van xebatên xwe di demên pês de jî berdewam bikin.
 Xaliqî li ser hevkariya di navbera saziyên kurd de jî diyar kir ku berî hertistî pêwist e em li ser rojên hevbes û sembolên gistî yên kurdan li hevdu bikin. Wek mînak çima heta niha rojeke sehîdan a hevbes û qebûlkirî, ji bo hemû kurdan tunebe. Xaliqî di berdewama axaftina xwe de got; kengî em dayika ku li Helepçe bi bombeyên kîmyewî hatiye sehîd kirin dayika xwe bizanibin, kengî em wê êsa çengî wî kurikî yê ku ji aliyê polîsên turk ve ronîvro li ber çavên dunyayê hate sikenandin êsa çengê xwe bizanibin, kengê em qurbaniyên enfalê malbata xwe bizanibin û bi gistî êsa hemû kurdên li dunyayê ya xwe zanibin, em ê wê demê ruhê hevkariya neteweyî bi dest bixin.
Pistî axaftina Dr. Huseynî Xaliqî serokê Instutiya kurd li Stockholmê, Profesor. Dr. Celîlê Celîl serokê Instutiya Kurdzaninê ya Viyanayê  axaft. Di destpêka axaftina xwe de Celîlê Celîl li ser kar û xebata Instutiya kurdolojiyê axaft û diyar ku xebata wan a esasî ew e ku ew bi awayekî zanistî lêkolînan li ser zargotin û muzîka kurdî dikin û di vî warî de kadroyên akademîk perwerde dikin. Herwisa hewl didin çanda kurdan bi awayekî zanistî bi ewrûpiyan bidin naskirin.
Li ser hevkariya di navbera saziyên kurdan de jî, Profesor. Dr. Celîlê Celîl diyar ku berî hertistî pêwist e xebatek ji bo tespîtkirina cî û hejmara saziyên çandî û zanistî yên li Ewrûpayê bête kirin. Navnîsaneke hevbes a saziyan hebe ku haya me ji kar û xebata hev hebe. Ez niha li vir dibînim ku li vir di warê çanda kurd de gelek xebatên hêja hene, lê haya me ji van xebatan tuneye. Vî karî jî, Înstutiya Stockholmê dikare bide ser milê xwe em jî dikarin alîkariya wan bikin.
Pistî mamoste Celîlê Celîl, serokê instutiya Brukselê Derwês Ferho di destpêkê de li ser çalakî û xebata înstutiya Brukselê axaft. Derwês diyar kir; ji roja ku ew wek dezgeh ava bûne û heta niha wan xeteke neteweyî danî pêsiya xwe. Ji loma jî, danûstandina wan digel hemû hêzên kurdan hene. Derwês diyar kir ku ew wek instutiyê gelekî girîngiyê didin xebata diplomasiyê, ji ber wê yekê jî, hevkariyeke wan a bas digel parlementoya gistî û yên herêmî yên Belçîkayê bas in.
Derwês her wisa diyar kir ku Înstutiya wan xwedî çapxane ye û heta niha bi gelek zimanan pirtûk li ser kurdan amade kirin û wesandine.
Li ser hevkariya di navbera saziyên kurdan de jî Ferho diyar kir ku ew wek înstutiyê herdem amade ne ku bi saziyên sivîl re hevkariyê bikin. Bi taybetî jî wan heta niha bi gelek saziyên li welêt re gelek xebatên cuda yên li ser çanda kurdan kirine.
Pistî Ferho, endamû insiyatîfa diyalogê ya di navbera kurd û turkan de Mehmet Sahîn li ser xebata xwe hinek agahdarî dan besdarbûyan. Memo Sahîn diyar kir ku wan heta niha bi hevkarî û besdariya gelek kesên navdar ên ewrûpî gelek semînerên berfireh li ser hevkarî û astiya di navbera kurd û turkan de li ewrûpayê amade kirine. Sahîn di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku wan heta niha bi zimanê almanî nêzîkî bîst pirtûkan li ser pirsa kurd amade kirine û çap kirine. Di nava pirtûkên ku wan amade kirine de pirtûkek taybet li ser wan navên kurdî ye ku dewleta turk ew li almanyayê qedexe kirine.
Sahîn diyar ku dewleta turk îro li kurdistanê serekî qirêj dimesîne û ji loma jî, gelek gundên kurdan hatine valakirin û sewitandin. Li bajaran kurdên gundsewitî di nava xizaniyê de jî, ji ber vê yekê wan alîkariya madî li almanyayê berhev kirine û bi rêya saredariyên kurdistanê ew li xelkê belav kirine.
Di civînê de Parlementerê Dêrsimê yê BDP Serafetîn Halîs jî, axaftinek li ser giringiya pêkanîna lobiyan ên di asta neteweyî de kir. Halîs diyar kir ku îro li kurdistanê li dijî hilbijartiyên ji partiya wan êrîseke berfireh heye. Saredarên wan, kadroyên partiya wan bi boneyên pûç û vala têne desteserkirin. AKP û dewlet êrîsên berfireh dibe ser partiya wan, di demeke wisa de hevkariya kurdan a di asta navneteweyî de gelek giring e. Û ew wek partî gelek giringî didin xebatê dîplomasiyê yên li ewrûpayê lê pêwist e ev xebat bêne xurt kirin û berjewendiyên neteweyî bingeh bêne girtin. Halîs di dawiya axaftina xwe de kêfxwesiya xwe ya ji bo amadekirina civîneke bi vî rengî diyar û spasî hemû besdarvana kir.
 Di semînera ku nêzîkê du seatan berdewam kir de, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û wesangerên wek Alî Çîfçî, Kamuran Simo Hedilî, Ahmet Karamus, Hacî Kardoxî, Sosyolog Osman Aytar ji zanîngeha Uppsalayê, Cigirê Serokê Kurdocide Watch-CHAK û editorê EuroKurd News ê Gabar Çiyan, Haki Balta, Rêbiwar Hesen û hwd dîtin û nêrînên xwe yên li ser hevkariya saziyên kurd li ewrûpayê diyar kirin.
EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K