Rewş

Li herêmên Nagorno- Karabax, komara di qada navneteweyî de nepejirandî şerekî mezin ji nuh ve dest pê kiriye.

Artsach (Nagorno-Karabach), bi pirraniya gel Ermenî, di dema Sovyetê de wek herêma Azerbeycan bû. Lê di aliyê dîrokî de Ermenî beşek ji welatê xwe dizanin.

Herêma otonom Kurdistana Sor jî (Laçîn, Qubadlî û Kelbajar) dikeve wê navberê (1923 – 1929)

Di vî şerrê giran de bi pirranî gelê Ermenî bûye hedefê zor û zilmê. Kuştin talan û koçberî berdewam e.

Raya giştî divê tê bighê ku ev pirsgirêk ne bes ya Azerî û Ermeniyan e. Turkiye jî xwe xiste nava şerr, heşkere piştgiriya Azeriyan dike. Leşker, çekên giran û çeteyên xwe ji gelek navçeyên Rojhilata Navîn şandin şerrê Ermeniyan.

Tesîra û bersiva vê siyasetê li Ewropa û dewletên xwedî hêzên mezin, YD Amerîka û Rusya çi ye? Nato çi dike?

Ji bo van mijaran biaxivin civîna IPWK pêdiviyek e

Enstituya Kurdî ya Brukselê ji bo vê mijarê biaxive û bide munaqeşekirin vê civînê amade dike. Sê zanayên vê herêmê hatin vexwendin ku bîr û rayê xwe bidin zanîn.

  • Dr. Bogoz Muradian doktor, Ermenî, li Bruksel dijî. Li ser dîrok, rewşa siyasî/civakî û perspektîfên Ermeniyan  diaxive.
  • Freddy De Pauw – Ji 30 sal zêdetir rojnamevanê De Standaard, mutehasisê  Kafkasê, ji 1999 ve nivîskarê kovara Uitpers. Analîza politîk li ser vî şerrî û tesîra wî li ser qada navneteweyî.
  • Doğan Özgüden – Rojnamevanê Turk, ji 1974 ve li Beljîka dimîne. Berpirsiyarê Info Turk, serokê saziya Ateliers du Soleil. Dema li Turkiyê bû berpirsiyarê rojnameya çep Akşam bû û kovara ANT diweşand. Encamê xebata wî bû sedema ku ji zêdetirî 300 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin. Paş darbeya leşkerî 1971 ji Turkiyê revî. Di 1980 de ji hemwelatiya Turkiyê hat avêtin. Li serr rola Turkiyê di vî şerrî de diaxive

Armanc

Armanca IPWK agahdarkirina siyasetmedar, akademisyen û medya, bê goman raya giştî ye.

Ji sedema Corona civînên IPWK di nava avahiyên parlementoya Beljîka de pêk dihatin ne mimkin e. Bo wê em konfeanseke ‘online’ li ser internetê pêk tînin.

Ev konferans ‘webinar’ roja pêncşemê, 5.11.2020, saet 19.00 pêk tê. Kêm zêde 75 deqîqe dom dike.

Ji bo beşdariyê www.kurdishinstitute.be/contacteer-ons. Nav û e-mail, li ciyê “message” yan “bericht”,  “Registration Webinar 5-11 yan “Beşdariya Webinar 5-11” binivîsin.

Dema ev agahdarî ji me re hat, ji we re linka zooml dişînin, da hûn wê rojê di wê saetê de bikaribin li ser internetê beşdarî bikin.

Enstituya Kurdî ya Bruskelê bi xêrhatina we ji bo beşdariyê dike.

F
E
E
D

B
A
C
K