DSC00597 Di serê sala 2008an de emailek ji Derwês M. Ferho, serokê Enstîtuya Kudî ya Brukselê gihist min, tê de ji min xwest; eger karibim besdariyê di projeyeke sê rojane, di bin navê (Lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê: Focus on Kurdish Literature in Brussels) de, ya Enstîtûya Kurdî û Wezareta Kultûrê ya Flander (Beljîka) li Brukselê bibim. Min bi erênî daxwaza wî pejirand. Belê pistî ku min erêkirina xwe jê re diyar kir, ji min xwest ku ez çend berhemên xwe ji helbest û gotaran yên ku ez di wan rojan de bixwînim, berî çûnê jêre bisînim. Belê min jî ji bo pêkanîna vîzayê jê xwest ku daxwaznameyekê ji wezareta çandê ya Beljîkî, bi navê min yê fermî, li gor pasporta min ji min re bisîne, da ku karibim vîzayê bistînim. Pistê, bi posta bilez, ew daxwazname di rêka destbirakê min Abdulmecîd Melek gihîst destê min li Qamislo. (Mecîd Melek, destbirakê min î biçûkaniyê ye. Min û wî xwendina seretayî li gund Doda û amadeyê li Qamislo bi hev re xwendiye. Ew ji dor 20 salan ve digel maliyên xwe jiyana xwe li Brukselê derbas dike).
Pistî ku min ew daxwazname wergirt, di roja 14ê Nîsanê de min ji Qamislo berê xwe da Sama serîf, qunsilxaneya Beljîkî. Sibeha 15 Nîsanê min pasport û daxwaznameya wezareta Beljîkî ji mamûrê qunsilxaneyê re pêskês kirin. Mamûr li wan mêze kir û ji min pirsî:
– Ev daxwazname ji yekî nivîskar û helbestvan re hatiye sandin?
Min lê vegerand:
– Ez im.
Wî bawer nedikir ku ez im. Vêca ji min pirsî:
– Gelo tistekî din bi te re heye ku ev kesê daxwazname jê re hatiye tu ye..?!
Min got:
– Va pasporta min, wêneyê min li ser e.. Bi vê gotinê re, nasnameya min a nivîskariyê ku PENa Kurd bi zimanê Ingilîzî ji min re sandibû bi min re bû, hema min ew jî sanî wî kir. Dema ku wî ew jî dît, ji min re got:
– Yek deqîqe.. Û çû hundir û bi lez li min vegeriya û got:
– Fermo derbasî bal berpirsyara qunsilxaneyê bibe.
Berpirsyara qunsilxaneya Beljîkî qedrekî zor ji min re girt. Û ji min re got:
– Nivîskar û helbestvan cihê rêzgirtinê ne, em bi bihayê wan dizanin, bi çi zimanî be ferq nake. Nexasim tu dibêjî, ez bi zimanê kurdî dinivîsînim. Gelo zimanê Kurdî gîhaye pileya ku mirov his û hestê xwe pê derîne..?!
Min lê vegerand û got:
– Belê..
Û min bi kurtbûn jê re behsa zimanê kurdî, rojnameya Kurdistan û Bedirxaniyan kir. Dawî ji min re got:
– Em dikarim 8 rojan bidin te; çûn, razan xwarin û vexwarina te li ser me ye, tu razî dibî?
Min got:
–  Belê. Got:
– Temam, hema nîvsaetekê bêhna xwe li holê berde, her tistên te wê temam bibin.
Pistî nîvsaetekê min pasporta xwe vîzakirî stand û mamûr ji min re got:
– Îsev, (anku berbanga 16 nîsanê), saet 3,30 balafirek ji balafirgeha Helebê difire Brukselê, xwe pê ve bigihîne..
Min jî yek nekir dudo, dîrekt min berê xwe da bûroya (Syrian Air Line), tîkêtek balafira ku ji Helebê diçe Brukselê qut kir û li gor soza ku firavînê li mala Bavê Ciwan bixwim, min berê xwe da Taxa Kurdan, mala helbestvana Kurd (Diya Ciwan û Bavê Ciwan). Pistî ku min li gel wan firavîn xwar, bi telefonê, min dostê xwe mamoste Hejar Ibrahîm li Helebê agahdarî hatina xwe a Helebê û çûna bi sev bo Brukselê kir..
Li Helebê, mamoste Hejar li geraca Ramûsê di pêswaziya min de bû. Pistî rûnstinekê bi hev re di çayxaneyekê de, me soz da hev ku, pistî mexirbê li mala wî bim û em bi hev re sîvê bixwin. Ji ber ku ji mêj ve min divîbû herim Hotêla Baron ya navdar li Helebê, ewa ku her xwe yên rêka azadiyê lê dibûn mêvan. Min xwest sûdeyê ji wan çend saetan li Helebê bibînim, rêka xwe bi hotêla Baron xînim û bidim ser sopa Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî. Wiha min û Hejar li hev kir û em ji hev veqetiyan.

Hotêla Baron:
Hotêla Baron, ji hotêlên herî kevnar û navdare li Helebê. Ev hotêl di sala 1909an de hatiye vekirin, di sala 1911an de qata duyemîn di ser re hatiye avakirin. Xwediyên wê du birayên Ermenî, ji malbata Mezlûmyan in. Kolana ku hotêl li ser hatiye avakirin, di sala 1946an de bi rengekî fermî navê wê bûye kolana Baron. Berê, bi navê kolana Goro dihat naskirin. Gotina Baron bi zimanê Ermenî bi wateya (Birêz e).
Hotêl wek dîdevanekê ye ji dîroka Ewropiyan re a ku bi Rojhilata Navîn û Sûriyê ve girêdayî ye. Ji ber ku gelek kesayetiyên navdar ji qiralan, serokkomaran, wezîran, nivîskaran, zanyaran li vê hotêlê bûne mêvan û problemên xwe tê de gengese kirine wek: Qral Feysel, qralê Swêdê, Sahê Îranê, Laurence Ereban, Charles De Gaulle, Cemal Abdulnasir, Hebîb Bûrqêba, Kemal Ataturk, Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dema ku wan û Ermeniyan bingehê komeleya Xoybûnê datanîn û her wiha gelek kesayetiyên din.
Li hotêlê ez çav bi xwediyê wê Armên Mezlûmyan ketim, yê ku navê wî li ser navê bapîrê wî Armênê mezin, damezrênerê hotêlê hatiye danîn. Min xwe pê da naskirin ku ez nivîskarekî Kurd im, li dor malbata Bedirxaniyan û rola hotêla Baron di girêdana pêwendiyên Kurd û Ermenan de dixepêrim. Wî, qehweyek ji min re xwest û ev diyalog di nav me de çêbû. Min jê re got:
– Ji sala 1927an û pê de hotêla we (Baron) xwes pir û bêhinvedan bû ji endamên ku komeleya Xoybûnê a Kurdî li Libnanê bajarê Bhemdûnê damezirandin. Di wê salê de, Mîr Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek rewsenbîr û axayên Kurdan yên ku ji Cizîrê, Efrînê û Kobanî dihatin li hotêla we bi ermeniyên partiya Tasnaq re diciviyan û kar û barê xwe û damezirandina avakirina komeleya Xoybûnê dikirin û tê re derbasî Beyrûtê dibûn. Gelo ti pêzanînên te li ser vê yekê hene?
Matmayî û bi tirs li min guhdarî kir û got:
– Ez nizanim. Belê min ji bavê xwe bihîstiye ku gelek ji rewsenbîr û axayên Kurdan li hotêla me bûne mêvan. Bapîrê min ne di partiya Tasnaq de bû. Tu ji kû zanî?!
Min lêvegerand:
– Ez dîroknivîs im. Eger ne endamê wê partiyê be, dêmek ew mêldarê wê bû û ji ber vê yekê navê bapîrê te li Turkiyê qedexe bûbû?
– Na, ne bapîrê min û ne bavê min ne hevalên partiya Tasnaq bûn. Navê bapîrê min hat qedexekirin ji ber ku ew hevalê tevgera Erebî bû di Sûriyê de.?!
Pistî ku min qehweya xwe vexwar, wî hotêl jî sanî min da û têra xwe ji min re behsa  dîroka hotêlê û navdariya wê kir.
Dawî min jê re got:
– Ez ê herim.
Wî got:
– Bela em hev bibînin.
Min got:
– Ser çava. Û min xatir jê xwest û berê xwe da taxa Sêx Meqsûd, mala mamoste Hejar Îbrahîm.

Hejar Îbrahîm, dostekî min î herî nêzîk e. Ew û kebaniya xwe her dû mamostayên zimanê Fransî ne di dibistanên Helebê de, digel ku ew di warê wergera ji zimanê Fransî bo Kurdî û Erebî jî kar dike. Ji berî 20 salan ve mala wî li Helebê ye û ew bi xwe ji gundê min e.
Pistî ku min sîva xwe li mala wî xwar, û balafira min wê derengî sevê bifiriya Brukselê, min jê xwest ku em wan çend saetên xwe yên mayî di sevbuhêrka kalemêrê Êzidî (Bavê Kerîm) de derbas bikin. Û wiha me berê xwe da taxa Esrefiyê, mala Bavê Kerîm.
Hesenê Qurnês (Bavê Kerîm), Êzidiyekî resen e bi tev irf û adetên xwe ve, temenê wî di ser 80 salî re ye, hêj bi cil û bergên kurmancî pêçayî ye, digel ku simbêl boq e. Her wiha Bavê Kerîm çend carekî heca xwe li Lalisa Nûranî kiriye û di warê ola Êzdiyatiyê de jî mirovekî sareza ye.  Ew bi koka xwe ji Efrînê, gundê Burc Evdalo ye, lê ji berî 34 salan ve mala wî hatiye Helebê. Di wê sevbuhêrkê de Bavê Kerîm dilê me nehist, bi têr û tesel ji me re li dor Ola Êzidiyan û esîrên wan yên Efrînê xeber da, digel ku çîroka kustina Derwês Begê Êzidî jî ji me re got. Dawî nerazîbûna xwe ji Êzidiyên ku ku li Efrînê dibin misilman anî ziman. Me sihbetek xwes digel Bavê Kerîm û maliyên wî derbas kir. Derengî sevê me xatir ji Bavê Kerîm, xortên mala wî xwest û digel mamoste Hejar û kurê Bavê Kerîm, me berê xwe da balafirgeha Helebê.
A dinî rojê, anku roja 16.04.2008, saet 7ê sibehî gîham balafirgeha Brukselê. Li hotêla Atlas ku di navenda bajarê Brukselê de ye, çav bi dost û hevalên xwe yên nivîskar û wekî din ketim, hin ji wan, berê min ew dîtibûn û ew nas dikirin û hin, di rêka nivîsandinê de min ew nas dikirin. Ew nivîskar jî ev bûn: Derwês M. Ferho, Medenî Ferho, Bedirxan Epozdemir, Sahînê Bekirê Soreklî, Hasan Silêvanî, Helîm Yusiv, Xeyrî Bozanî, Evdal Nûrî, Hêvî Berwarî, Ibrahîm Salman, Ehmedê Huseyinî û Mehdî (xebatkarê Enstituyê), Sîdar Epozdemir (mîna wergervan hatibû). Digel gelek kesayetiyên din yên ku jiyana xwe li Beljîka û Brukselê derbas dikin.

Beljîka û Brukselê:
Sebaretî Beljîka û paytexta wê Brukselê, ew dewletek biçûk î qralî ye, li bakurê rojavayê Ewropayê dikeve. Di navbera Almanya, Hollanda û Fransayê de ye. ji dû gelên sereke pêk tê: Flamanî û Walonî. Flamanî (Hollandî) û Walonî jî bi Fransî diaxifin. Pirraniya rûnistvanên bajarê Brukselê bi Fransî diaxifin û yên din bi Flamanî diaxifin. Ji aliyê cografîk ve Bruksel li navenda Beljîkayê dikeve û wek giravekê ye di nav herêma Flamanan de.
Dewleta Beljîka a Federal, ji sê herêman pêk tê: herêma Flamanan, herêma Waloniyan û bajarê Bruksel.
Bajarê Bruksel ji aliyê dirokî ve bajarekî Flamanî bû û diket nav herêma wan de, lê li gor Waloniyan Bruksel bajarekî Fransî dihat dîtin, Ji ber vê yekê Bruksel di sala 1989an de bûye paytextek ne di bin desthilatdariya yekî ji herdû aliyan de, bi tenê herêmek otonom e. Ji bilî herêmên otonom, ku xwedî dezgehên fermî ne, her komek civakê (Flaman, Walon û Alman) jî xwedî statû û dezgehên fermî ne. Bruksel di heman demê de paytexta yekîtiya Ewropayê ye jî û gelek rêxistinên Ewropayê û navnetewî lê bi cî dibin, her wiha serdariya NATO jî lê bi cî ye.
Li Beljîka du zimanên fermî têne bikar anîn; Fransî û Hollandî (Flamanî), navê tev tax û kolanan, digel hev bi herdu zimanan têne nivîsandin.

Enstituya Kurdî li Brukselê:
Belê sebaretî naskirina Enstituya Kurdî ya Brukselê; ew rêxistineke civakî û çandeyî ye û ne girêdayî tu partiyên siyasî ye.
Ew di sala 1978 de, bi navê Têkoser (Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belcîka) hatiye damezirandin û vê pasiyê di Gulana 1989 de, bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê hatiye bi nav kirin û ji aliyê wezareta çandê ya Beljîkayê ve bi rengekî fermî hatiye pejirandin û alîkariya maddî distîne.
Du armancên wê hene: Alîkirina Kurdên ku li Belcîka dijîn, ji bo ku karibin di civaka Belcîkî de cihekî bas bistînin, bê ku nasnameya xwe ya çandî Kurdî winda bikin û agahdarkirina Beljîkiyan, Ewropiyan û kesên din li ser dîrok û çanda Kurdî.
Di sala 1994 de, li gora biryara qralî Enstituya Kurdî li Brukselê bûye rêxistina navneteweyî. Ji 1996an ve Derwês M. Ferho serokatiya Enstituyê Kurdî li Brukselê dike û heta niha.

Pistî ku em tev, di roja 16/04/2008an de li hotêla Atlas civiyan, Serokê Enstîtuya Kurdî li Brukselê, Derwês M. Ferho di konferansek çapemeniyê de wiha axifî û got:
(Derheqî armanca  çalakiyên wêjeya Kurdî, em dixwazin teybetî bal biksînin li ser tesîr û bandora ziman û çanda welatên dagirker li ser nivîskarên Kurd. Nivîskarên Kurd, li çalakiyên wêjeya Kurdî li Brukselê,  ewên li ser mijara wêjeya Kurdî biaxifin, ji berhemén xwe bixwînin. Pirraniya wan ne bes bi zimanê Kurdî dinivîsin, lê bi zimanê welatê lê dijîn jî dinivîsin. Armanca me a herî mezin ew e ku em teybetî li ser bandora ziman û çanda Tirk, Ereb û Ecem bisekinin û çawa bikaribin evê tesîra trajîk biskînin).
Me jî, ew roj di hevdîtin, naskirin û gerê de derbas kir, digel ku di eynî rojê de helbestvan Ehmedê Huseynî, hevpeyvînek zindî di Roj TV de bi min re pêskês kir.
Di roja 18/04/2008an de, xwendina berheman dest pê kir:
Li Passa Porta/ International House of Literaturê de, min, Xeyrî Bozanî û Ebdal Nûrî ji Basûr (Kurdistana Îraqê), her yekî ji me, berhemên xwe, ewên ku di kovara (DEUSEXMACHINA), bi zimanê Flamanî, di bin navê (Koerdische Literatuur) hatibûn belav kirin, xwendin û em li ser mijarên wêje, ziman û kultûra Kurdî axifîn. Birêzan Sêrgo û Sîdar Sakir Epozdemir, her yekî ji wan dîrekt gotinên me werdigerandin zimanê Fransî û zimanê Flamanî.

Di roja 19/04/2008an de, van nivîskaran berhemên xwe xwendin:
Hêvî Berwarî, Hesen Silêvanî, Helîm Yûsiv, Sahînê Bekirê Soreklî û Ibrahîm Selman. Her yekî ji wan, berhemên xwe, yên ku di kovara (DEUSEXMACHINA), bi zimanê Flamanî, di bin navê (Koerdische Literatuur) hatibûn belav kirin, xwendin, digel ku birêz Hasan Silêvanî li dor rews û pêsketina wêjeya Kurdî li herêma Kurdistanê a azad axivî.
Mixabin ku Hasan Kaya ji Bakurê Kurdistan û Dr. Ferhad Pîrbal ji Basûrê Kurdistan hatibûn vexwendin, lê nikarîbûn bihatina, navê wan jî di besdarbûna xwendina berheman de hebû.
Di rojên xwendina berheman de gelek ji nivîskar, rewsenbîr û rojnamevanên Beljîkî û Kurd amade bûn, digel çend perlementêr û siyasiyên Beljîkî yên ku dixwestin ji nêzîk ve rewsa ziman û toreya kurdî nas bikin. Hem jî hêjaye gotinê ku di wan rojan de, tev çalakiyên wêjeya Kurdî li Brukselê ji rex medya Beljîkî û TVyên wê ve hatin sopandin, her wiha ji rex Kurdistan TV, Roj TV û Newroz TVê ve jî.
Di dawiya sevê de jî muzîk û stranên Kurdî ji aliyê hozanên Kurd, Hekîm û Dilovan dihatin pêskês kirin.

JI KURDISTANÊ NAMEYEK JI EWROPA RE
Di roja 19/04/2008an de konferansa çapemeniyê bi wezîrê kulturê yê Flamanî Bert Anciaux re hat lidarxistin, armanca vê konferansa çapemeniyê ev bû ku daxwaz ji Yekîtiya Ewropa were kirin ji bo pirsa kultûr û wêjeya Kurdî. Di vê konferansê de wezîrê kulturê yê Flamanî Bert Anciaux û me nivîskarên Kurd bi hevra «Nameya ji bo Ewropa» da destê Jàn Figel, Komiserê Ewropa yê Kulturê. Fermo deqa nameya me bixwînin:

Birêz Jan Figel,
Berpirsê Yeketiya Ewropayî ji bo karûbarên çandê
(European Commissioner responsible for culture)

Birêzê hêja Figel,
Ma gelo ne trajêdiyeke mezin be dema zarokek nikaribe ji daya xwe re binivîsîne, “Dayê ez ji te hez dikim”? Gelo ne trajêdî be dema li zarokekî bihêt qedexekirin ku li xwendegehê bi zimanê xwe bipeyive? Di demekê de ku em bi serbilindî mafên hûtan diparêzin; di demekê de ku wêneyên merîxê di dest me de ne û di wê dema ku em tê de pesna sûda pirrzimaniyê didinê de, milyonan mirov ji mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî hîn jî bêpar dimînin. Di rastiyê de zimanê wan hîn îroj jî qedexe ye.
Bêhtir ji 30 milyon mirov bi zimanê Kurdî dipeyivin. Zimanê gelekî ye ku ji azadiyê hatiye bêparkirin, gelekî ku di nav çend dewletan de hatiye besbeskirin; û vî gelî roleke girîng di pêsvexistina saristaniya Rojhilata Navîn de leyiztiye.
Bikaranîna zorê li Rojhilata Navîn gellek caran peywendî bi nenasîna hebûn û mafên komên etnîk û olî re hebûye. Nasîna hebûn û mafên wan koman dikare ne tenê rê li pirsgirêkan bigire, lê dikare her weha berdewamiya dewleteke ligor bendên destûrî di rê de misoger bike.
Em, nivîskarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, ji hikûmetên Ewropayê hêvî dikin ku hemî rêyên dîplomatî û qanûnî bi kar bihînin ji bo daxwaza rêzgirtina ji mafên kesan û koman re, bi taybetî derbarê gelê kurd de, ji hikûmetên Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê; û daxwaza ji wan ku van mafan di nav destûrên wan dewletan de bihên bicîhkirin. Em di heman demê de wê yekê ji Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyê dipên ku wek Îraqê zimanê Kurdî bi sêweyeke destûrî bipejirînin da ku bi encamê ev zimana bikaribe bi serbestî ji bo perwerdeyê, medyayê û wesandinê bihêt bikaranîn.
Ewropa dikare her weha derbarê nasnameyê, pêsvexistina çandê û parastina mîrasa çandî ya Kurdan de alîgir be. Ya rast, Yekîtiya Ewropayî dikare di gellek waran de bi ziman û wêjeya Kurdî re alîgir be, wek:
– Peywendîgirêdana bi hikûmetên Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê re û daxwazeke bi îsrar ji wan ku nûnerine Yeketiya Ewropayî li herêmên Kurdî derbarê pirsên xwe bi zimanê Kurdî ve girê didin de lê binihêrin.
– Alîkirina ji bo birêxistina bernameyên pêdagojî bo têgîhandina mamosteyên zimanê Kurdî li Ewropayê û Rojhilata Navîn; her weha ji bo amadekirina pirtûk û pêdiviyên nûjen ji bo fêrkirina vî zimanî.
– Leyiztina rolekê di damezirandina dezgeheke televizyonî ya satelîtî de taybet ji bo ziman û wêjeya kurdî.
– Sopandineke siqesiq derbarê siyaset û kiryarên xwe bi zimanê Kurdî ve peywendîgir dikin li Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê û birêxistina reaksiyoneke zûdem ger van dewletan bi sêweyeke durist li sozên xwe xwedî dernekevin.
– Pistgiriya derfetên fêrkirina zimanê Kurdî li her dera ku civatên Kurdî lê hene.
– Pistgirya projeyên wergerandina berheman ji û bo zimanê kurdî.
– Pistgiriya projeyên hunerî bi armanca ku hunermendên Kurd bihên serlêdana welatên Ewropayî û yên Ewropayî biçin Kurdistanê.
Serbestkirina zimanê kurdî dê ne tenê ji bo wêjeya Kurdî sûdmend be, lê dikare her weha roleke mezin li Rojhilata Navîn di proseya astiyê û demokrasiyê de bileyize.

Hêvî Berwarî: ji Almanya, Basûrê Kurdistan (Iraq)
Xeyrî Bozanî: ji Basûrê Kurdistan (Iraq)
Ebdal Nûrî: ji Basûrê Kurdistan (Iraq)
Konê Res: ji Rojavayê Kurdistan (Sûriye)
Ibrahîm Selman: ji Hollanda, Basûrê Kurdistan (Iraq)
Hasan Silêvanî: ji Basûrê Kurdistan (Iraq)
Sahînê Bekirê Soreklî: ji Australya, Rojavayê Kurdistan (Sûriye)
Helîm Yûsiv: ji Almanya, Rojavayê Kurdistan (Sûriye)

Ev nameya di bin sîwana projeya lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê (Focus on Kurdish Literature in Brussels), ku di 18-19/04/2008 de li Bruksel cîh girt hat nivîsandin.

Tev çalakiyên wêjeya Kurdî li van her sê cihan hatin lidarxistin:
Passa Porta/ International House of Literature
Flemish Ministry of Culture
Koerdisch Instituut van Brussel

Bi saya ziman û wêjeya Kurdî hatim Brukselê û rastî gelek kesên hêja hatim, wek: derhêner Mano Xelîl, mamoste Heso Hurmî, rojnamevan Ronî Alasor xwediyê malpera Araratnews.eu, destbirakê min yê biçûkaniyê Mecîd Melek û kebaniya wî, hunermend Rehîmo, rojnamevan Newaf Xelîl, mamoste Cengo Abbas û ez lêborîna xwe ji wan kesên ku min ew dîtin û navê wan niha nayê bîra min, dixwazim.
Her wiha serwextî jiyana xelkên Beljîkayê a Federal bûm ku, du zimanan; Fransî û Flamanî, digel hev, bê problem, di tev warên jiyana xwe de bikar tên. Hem jî ku Bruksel paytexta NATO ye û a dewletên Ewropî ye, anku cihê biryarên guhertina dinyayê ye. A giring ku me karîbû di wan rojan de, nimûneyeke çak ji wêjeya Kurdî sanî Beljîkiyan û Ewropiyan bidin. Û a herî giringtir ku me karîbû nameya xwe di rêka wezîrê kultûrê yê Flaman re bigihînin wezîrê kultura dewletên Ewropayê. Erê, sebaretî min çûna Brukselê dîrokî ye.
Û ez gelekî dilsad bûm bi serdana Roj TV û pêswaziya germ ji berpirs û karmendên ku tê de kar dikin. Her wiha gelekî kêfxws bûm bi besdariyê di bernameyê van herdû rêzdaran de; helbestvan Ehmed Huseynî û mamoste Ejder Sêxo.
Di dawiyê de ez spasiyên xwe ji wezîrê kulturê yê Flaman û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê re pêskês dikim.
Hêjaye ku ez bêjim, di wan rojan de, kovara (DEUSEXMACHINA), hejmara 124/ 2008, a nivîskarên toreyê li Beljîka ku bi zimanê Flamanî ye, dosyek taybet bi navê (Koerdische Literatuur), anku Wêjeya Kurdî, bi berhemên nivîskarên Kurd yên ku besdar bûne, wesand û li amadeyan belav kir. Du helbest û du gotarên min tê de hatibûn belav kirin.

Wek nimûne rojnamevan Ronî Alasor xwediyê malpera araratnews.eu, di roja 14/4/2008 de, li dor (Lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê: Focus on Kurdish Literature in Brussels), an rojên Wêjeya Kurdî li Brukselê, bi zimanê Kurdî û Fransî wiha di media Beljîkî de belav kiribû:
Sevên rengîn yên wêjeya Kurdî li Brukselê
ANP – Roni Alasor – 14/4/2008 / Bruksel
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û saziya wêjeya Flamanî-Beljîkî (Het Beschrîjf) bi hevra sevên Wêjeya Kurdî li Brukselê organîze dikin. 18 û 19ê Nîsanê nivîskar û wêjenasên Kurd li çar perçên Kurdistanê werin ba hev û li ser sedemên ne-nivîsandina zimanê Kurdî ba nivîskarên Kurd bisekinin û  tesîr û bandora ziman û çanda welatên dagirker li ser wêjeya Kurdî nîqas bikin, her wisa tesîra dîyaspora jî.
Roja 18ê Nîsanê saet 3ê konferanseke çapemenîyê bi wezîrê kulturê yê Flamanî Bert Anciaux re tê amadekirin û wezîr Bert Anciaux û nivîskarên Kurd bi hevra «Nameya ji bo Ewropa» didin destê Jàn Figel, komiserê Ewropa yê kulturê.

Di roja dawî de (20.04.2008), digel nivîskarekî Beljîkî, wek rêber bi me re, em li bajarê Brukselê û parka wê gerandin. Pistî gerê û xwarinê me xatir ji hev xwest. Sanda Basûrê Kurdistanê li gor bernameyê xwe yê wêjeyî, berê xwe dan Almanya û Hollanda.
Min jî berê xwe da Almanya mala keça xwe Jîn. Sevekê lê bûm mêvan, a dinî rojê 22.04.2008, bi otomobîla birayê hêja, dostê xwe, Cengo Abbas zîvirîm balafirgeha Brukselê. Bi rê de, berî ku ez bigihêm balafirgehê, min rêka xwe bi romannivîsê kurd Abbas Abbas xist û me di wê berbangê de sihbetek xwes li dor wêjeya Kurdî gerand. Saet 7ê sibehî roja 23.04.2008, balafira min ji balafirgeha Brukselê bi azmana ket û berê xwe da Samê. Wiha 8 rojên min di çûn û hatina Brukselê de qediyan û hûn bi xêr û ez bi silamet.

Qamislo, 05.10.2014

F
E
E
D

B
A
C
K