Ji 50 salî ve, ji dema ku min bîr biriye, em xelkên  Doda me li ronahiya elektirîkên bajarê Mêrdînê meze dikir û her ku hin li me dibûn mêvan, ji me dipirsîn ev ronahiyên wek stêrkan bilind di asman de xuya dikin kûderê ye? Me li wan vedigerand: Mêrdîn e, keleha Mêrdînê û Zinarê wê ye.. Û wiha ji wê hingê ve dîtina bajarê Mêrdînê û ji ser keleha wê temaşekirina beriya wê, ji min re bibû hisret.. Ez bawerim ne ji min tenê re hisret bû, belê ji piraniya xelkên Beriya Mêrdînê  re hisret bû û hisret e.. Xwedê Derîkê sînorê bi mayin û têldirî bigire, her ew asteng e di pêşiya dîtina me de… Erê ji 50 salî ve min divîbû bajarê Mêrdînê bibînim, li sikak û kolanên wê bigerim, ji ser keleha wê li beriya wê mêze bikim û nas bikim bê gelo raste wek ku Aramê Dîkran gotiye: Beriya Mêrdînê berîke dûz e, pozê Qerejdaxa şewitî bi ser de xûz e, nava sînga mehbûba min temam zîv û zêrê altûz e xeyo lo…?!

   Ji min re gotin VÎZA ji navbera me û tirkiyê hatiye hilanîn, çûn û hatina di navbera Qamişlo û Nisêbînê de bûye çixur.. Min jî wek gelekan haziriya xwe û çûna Mêrdînê kir. Berî ku ez herim, min di NETê de xwend ku dostê min yê romannivîs Helîm Yûsiv, wê li Mêrdînê romana xwe a nû (Gava Ku Masî Tî Dibin) imze bike..

  Bi  rastî hatina Helîm a Mêrdînê derfetek xweş bû bo min… Êvara ku ez bi rêkevim jî, li ser masincerê ez pêrgî hevala xwe nivîskara zarxweş Fatma Savci bûm.. Me li halê hev pirsî, dawî min  derdê xwe û çûna xwe a bajarê Mêrdînê jêre got.. Wê got; ma tu kesî li Mêrdînê nas dikî?  Min got na.. Ciwanikê nemra telefona kak Selmet Guler bo alîkariyê da min…

   Di roja 16/10/2009 an de, tevî tirsa min ji problemên sînor, bi selametî derbasî Nisêbînê bûm. Li Nisêbînê  kak Mustefa û birayê xwe Omer  Yildirim bi rêzgirtineke mezin pêşwaziya min kirin.. Nehiştin ez li xwe biheyrim ta ku kak Selmet Guler ji Mêrdînê bi min ve hat.. Me berê xwe da Mêrdînê, di ser rêka hevirmêş a dîrokî re, ku hemberî sînor dirêj dibe em meşiyan, di ber gundê min Doda û wan çend gundên eşîra Bûbelanan re derbas bûn.. Berî ku rok here ava bi dor saetekê em gîhan bajarê Mêrdînê.. Dêrekt me berê xwe da kelehê, da ku hêj ronahî heye, em ji ser kelehê li beriya Mêrdînê temaşe bikin.. Em bi kelehê ve hilkişiyan, di rêke teng û fitlînok de ber bi kûpê kelehê ve bilind bûn, di deriyê Meşkîna re me nêzîkayî li kelehê kir… Ji ber ku keleh hê jî wek qijleke leşkerîye, destûr nebû ku em derbasî hundirê wê bibin, vêca em li binya kelehê, ji rexê başûr ve rûnştin, me berê xwe da beriya Mêrdînê û kûr û dûr min li beriya Mêrdînê temaşe kir.. Tevî ku dîtin ne zêde zelal bû, lê beriya Mêrdînê  wek xalîçeyeke rengîn xuya dikir.. Wek deryayeke bê ser û ber di aso de bê dawî bû… Çiyayê Kewkeb wek qeyikekê di nav de dihat dîtin.. Çiyayê Evdilezîzê wek keşteyekê di nav pêlên rewrewka wê de diçû û dihat… Çiyayê Şingalê di nav pêlên ewrên asoyê wê de winda dibû… Jixwe bi sedan gir, mitik û qelaçên dîrokî wek kumikên belawela di nav wê deryayê de, di ser û binî hev re dihatin dîtin.. Wek ku hina ew gir di wê deryayê de çandibin… Nizanim çilo dem derbas bû, min xwe nedît ku şevê konê xwe bi ser me de vegirtiye û kak Selmet ji min re got; Mamoste! Emê vegerin malê, niha tu birçî bûye û şîv jî hazir bûye.

   Piştî şîvxwarinê me berê xwe da Qoserê(Qiziltepe, Tilermen, Danîser), me bi nivîskar û ronakbîrên wê re beşdarî di panela romannivîs Helîm Yûsiv de kir. Piştî ku wî romana xwe a nû îmze kir, mamoste Kerem Qoserî em vexwendî mala xwe bo şîvê kirin.. lê rûniştina xweş a Qoserê, me li mala xwişka hêja Ozlem derbas kir..    Ozlema ku mamoste ye, ji çar salan ve xwe fêrî zimanê kurdî kiriye û di wergêrê de kar dike. Bi rastî kêfa min gelekî ji wê û pirtûkxaneya mala wê re hat.. Xwezî yên wek wê di nav me de pir bibin.. Saet dudiwê şevê em vegeriyan Mêrdînê.

 A dinî rojê17/10/2009 saet 6,30 sibehê, me careke din berê xwe da kelehê da ku bi zereqa sibehê re em li beriya Mêrdînê temaşe bikin..    Vê carê em di Babilsor (Deriyê Stewrê) re derbas bûn. Me careke din çavê xwe bi beriya Mêrdînê kil kir, gundê Bihêrkê, Newala Qutê wek du taxên wê dihatin dîtin, jixwe Dêra Zaferanê wek hêlînekê di nav çiyayên wê, yên rojhilat de xuya dikir… Em li mizgeftên wê yên dîrokî geriyan; Zincîrê, Qasimiyê, Xatûnê..

   Piştî taştêxwarinê me berê xwe da Dêra Zaferanê, em di nav kûpên çiyayan re derbas bûn, di orta Qelet Mera re bihurîn.. û têra xwe li Dêra Zaferanê geriyam… Esrê, min bi nivîskarên Mêrdînê re beşdarî di panela kak Helîm Yûsiv de kir û bi rojava re bi kak Mustefa Yildirim re vegeriyam Nisêbînê da ku wê şevê li bal mirovên xwe binivim û a dinî rojê bizîvirim Qamişlo. Wê şevê, li Nisêbînê, ez û xwarziyê xwe Abdulhelîm Akat çûn serdana Navenda Çanda Mîtanî û a dinî rojê, serê sibehê em çûn ziyareta Gir Newas ku dikeve destpêka Newala Sîsebanê (Bûnisra) de.. Min jî terîşek bi wê dara mirada vekir û qûçek li kêleka rêka ku diçe ser ziyareta Gir Newas çêkir, tevî ku roj ne çarşem bû jî, lê belkî Xwedê miradê min qebûl bike… Berî nîvro, piştî xatirxwestinê zîvirîm Qamişlo.

  Erê, piştî 50 salî ez çûm Mêrdînê, min çavên xwe bi dîtina wê kil kirin, ji ser zinarê wê min bi têr û tesel li beriya wê mêze kir.. Di vê bewarê de spasiya zimanê Kurdî dikim û spasiyên xwe ji xanima hêja Fatma Savci, kak Selmet Guler, kak Helîm Yûsiv, kak Lal Laleş û tev nivîskarên Mêrdînê û Qoserê re pêşkêş dikim.

Qamişlo 22/10/2009

F
E
E
D

B
A
C
K