Berê çend mehekê jî Ihsan Fetahiyan, herweha bi dehan kesên din ji aliyê rejîma Îranê hatibûne dardekirin.
Raya giştî ya cîhanê jî li vê qirkirina Kurdan dinêre. Xuya ye mûyekî wan jî naqeliqe! Ji peywendiyên tê danîn de pirraniya caran ev bersiv têne dayin; „rojava çi dikare bike? Îran guhdarî nake“. Lê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û stratejîk dikarin bi Îranê re bê kêşe rûnin û rabin!
Bê goman, ev siyaseta qirêj, bi hevpeymanên di navbera Turkiye, Îran û Suriyê de û di bin bêdengiyeke xerab ya Iraqê de tê meşandin. Li Turkiyê bi hezaran siyasetmedar û zarokên Kurd di zînadan de, li nava kuçeyan meriv têne êşkencekirin, li Suriyê roj nîne ku merivên Kurd nayêne zîndankirin û cezayên bi salan tê birrîn, li Îran jî darîçav e çi dibe! Iraq û rayedarên Başûrê Kurdistan jî bêdeng in!

Li Îranê qirkirina Kurdan di bin navê Îslamê de, li Turkiyê rejîma Îslamo-Turk bi tewanbarkirina terorîzmê, li Suriyê jî îdeolojiya nîjadparêza Baasî pêk tê. Ev gelê ku mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze ji aliyê van dewletan mahkûmê qirkirinê bû ye.
Li hawîrdorê Kurdistan, kuştin, talan, êş û koçberî heye. Gelê Kurd, bi merivê xwe ve, bi xwezaya xwe ve, di nava hovîtiyeke mezin de ye. Îslamiyet ji aliyekî ve, Turkçî ji aliyekî ve, nîjadparêzên Ereb û Pars ji aliyê din ve! Li Kurdistan faşîzmeke dijwar li ser kar e. Dinya jî dinêre û bêdeng e!

Banga me ji cîhanê re, bi teybetî ji raya giştî, dezgehên xwedî li mafên merovan dertên, bes e ev bêdengî! Gelê Kurd ev neheqî heq nekiriye. Bi bêdengiya xwe nebin şirîkê qirkirina vî gelê xwedî rûmet.

Êdî bes e.

Derwêş M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K