Rewsa îroyîn ya kurdan li ber çavan e û kurdan, pêwistî dîtina her du aliyên neynikê dike. Pêwiste kurd li pês neynikê li xwe binêrin, li pist neynikê jî li cîhanê û rewsa siyasî a dîrokê binêrin. Ji ber ku di nava qîra pista neynikê de, bûyerên bi ‘fulyonê/cîla mat’ hatiye perde kirin  pirr in.
Bas tê zanîn ku di têkosîna gelan ya azadiyê de du qonaxên giring hene, yek qonaxa ser, yek jî qonaxa astiyê ye. Dîroka mirovahiyê destnîsan kiriye ku qonaxa astiyê, her dem biqas qonaxa ser dijwar e. Lewra emê hinekî li nexseya  pista neynikê binêrin, bê di pêvajoyên astiyê de kemînên çawa  têne danîn û davikên çawa têne vedan. 
Di van rojên ku li Herêma Federal a Kurdistanê, bûyer û pêhatiyên balkês, pêsketinên rengîn û biqasî rengiya xwe enteresan çêdibin rawestin. Tê zanîn ku otonoma herêma Basûrê Kurdistanê, di 11ê Adara 1970yî hate erê kirin.

Pistî vê roja dîrokî, "kemînên astiyê" jî ketin rojevê.  Ne yek ne du… Em rêz bikin:  Peymana li hev hatina Adara 1970yî, li Baxdayê  pêk hat û ji Ahmed Hesen Bekir bêhtir Saddam Huseyin dilxwes kiribû. Rêvebiriya Baxdayê, di nava serxwesiya li hevhatina bi kurdan re, gorbihistiyê Mustafa Barzanî vexwende Baxdayê. Lê Mustafa Barzanî, rews didît û bas dizanîbû ku "fulyon"a li pista neynikê, ji bo xapandinê ye. Hemberî ku bextresiya rayedarên Baxdayê didît û li wan ewle nedibû,  her du kurên xwe, Idrîs û Mesut sandin Baxdayê. Barzanî ev qewêtî li kurên xwe kir: "Kûbar nebin, xêrxwaz bin, dilpenah bin û hey ji gotinên xwe hebin." Dr, Mahmud Osman jî bi wan re bû û pistî Ahmet Hesen Bekir, bi nave Barzaniy Mezin axaftin jî kir.

Siloganên Baxdayê "Bijî Biratiya Kurd û Ereban" û "Di yekîtiya Iraqê de, bijî, gelê kurd  û ereb" bû.
Kamiz Seddadî, li ser vê mijarê nivîseke balkês, -bi belge- li ser bûyerên wê demê nivîsiye û. dibêje:
"Ahmed Hesen Bekir, kurê xwe yê li ser dilê xwe sêrîn Muhammed, berqebelî Barzanî kir. Ev dilsozî. toreyeke qedim ya gelên Rojhilata Navîn e. Lê gelek caran dibe xefka herî dijwar ya xapandinê. Newroz, cejna fermî hate îlan kirin." Baxtewariyek bû, lê vê bextewariyê gelekî dom nekir. Tistê enteresan ku dibin fulyon’a pista neynikê de hatibûn vesartin; yek bi yek derdiketin hole. "Muxaberata (îstîxbarata) Iraqê, kurdek revandin û bi êskencê kustin û avêtin coka avê. Hemberî ku çend wezîrtî jî dabûn kurdan, di 15ê Nîsanê de li hember biryargeha PDKa  Musilê êrîs hate lidarxistin".
 
"Minîmum garantiyên liberal jî, ji bo kurdan ne dihatin pejirandin û daxwaza desthilatdariya Barzanî ya; "waliyên Musil, Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê bila ji kurdan bin", bi awayekî "red-î talep", dihate dirêj kirin. Di destura bingehîn de, Herêma Kurdistanê wek parçeyek ji cîhana ereb û Iraqê dihate destnîsan kirin". Formulasyoneke erebî… Hejmara seniya gistî ya ji bo kifs kirina tixubê herêma Kurdistanê, ji bo demeke nayê zanîn hate pasxistin. MÎna îro, li Kerkûkê, qerqesûn derxistin, li hemberî buroya PDKa Singalê êrîs hatin lidarxistin û di encamê de dane girtin.

Seva 6ê çileyê roja 7ê çile, li Baxdayê, li hemberî Idrîs Barzanî êrîse canbêzarî (kujerî) hate lidarxistin.

Li hemberî pêsketinên ku desthilatdariya Baxdayê dixwest kurdan bike "kemîna astiyê", û Hesen Bekir  cih neda eniya kurd ku di rêvebiriya gistî a Iraqê de cih bigire. Barzanî "memorandum" ji Baxdayê re sand û got: "Em ne keriyê mêsinan e ku hinek kes bên û îradeya xwe bi me bidin erê kirin. Pêwiste nûner, di demokrasiya parlamenteriya rast de bêne hilbijartin." 

Pistî van gotinên ku wek "dersa demokrasî" dida Baxdayê, têkiliya navbera kurd û ereban bi tayên xaf girêdayî diman. Baxdayê, êrîsên li hemberî sazî û dezgehên demokratîk yên kurdan dane destpêkirin û sazî digirtin. "Kurdên feylî" dûçarî komkujiyan diman. "Di heman demê de, mirovê herî nêzîk yê  Komîteya navendî a PDKê, Kayser Mansur Hacî, hate kustin".

Herî giring: Planê xayin, ku ji hole rakirina gorbihistiyê Mustafa Barzanî, li Gelalê hate lidarxistin e…  2 sêxên sunnî û 1 sêxê sîî, di 15ê Êlûnê de diçine serdana Barzanî. "Sêx, bi wesaîta muxaberatê di 29ê Êlûnê de digihine Hacî Umran. Di dema çay vexwarinê de, ku ciwanê qerwas, çay radestî sêxekî dikir, bombe teqiyan. Sêx parçe bû, ciwanê kurd bi giranî birîndar bû. Sêxê duyemîn jî tistek avête derve û teqîna duyemîn pêk hat. Parêzvanan, sêx gulebaran kirin, lê li hewsê bombeyeke din teqiya… Di heman demê de wesaîta muxaberatê jî teqiya… Lê Barzanî bê birîndarî xelas bû".

"Di encama lêkolînan de hate xuya kirin ku girêdan û amadekirina bombe û fuzeyên di wesaîta "muxaberat" de, karê pisporên muxaberata Elmanya "Stazî" ye". Yanî li dijî kurdan hevkariya Iraq û Elmanya hebû.

Mînakake din: Di sala 1983an de, dersthilatdariya Baxdayê, YNK ikna kir û li dijî eniya CUD ( PDK, Partî Komunîstî Kurdistan û Sosyalîstên Kurdistan) ser bike.  Encama vî serî bû çi? komkujiya Qirnaqe û Pistasan…. Hîna jî komkujiyên Qirnaqa û Pistasan, ji bîra gelê Basûr neçûnee. Îro jî, heman tirsa xapandina kurdan heye, ku kurd li hemberî kurdan bên bikaranîn û xwîna  kurdan bi kurdan bidin rijandin.

Ev bûyer, mîna bi soranî tê gotin:  Ne keyn û beyn, yan jî qise û qiselok in. Yan jî mîna kurmancî tê gotin: Ne çîrok û çîvanok, yan jî metel û metelok in.

Pirs? Gelo heya kengî, kurd wê bibin qurban û heya kengî kurd wê bibin "deq" û "dîkê" xelkê?

Gelo rewsa îro, ji ya salên 1970yî cudatir e?

Hismendiya dijmin ne hatiye guhertin, di siyasetên fermî yên li dijî gelê kurd, statukoparêziya netew-dewletên dagirkerên Kurdistanê bi dijwarî berdewam dike. Globalîzm car din, li gorî bîrdoza Keynes ya berjwendiyên kapîtalîstan hatiye sazkar kirin. Plan û projeyên dijmin yên salên 1970yî çibûn, îro jî di rengên cûda de û ji aliyê çêlîkên Hesen El Bekir û Huseyin Saddam ve,  ji aliyê dewsirmeyên tirk ve dikevine jiyanê.

Hemberî ku rewseke "defacto" li Basûrê Kurdistanê derketiye hole jî, El Malîk sistema çasîtiyê dike  rojevê û peran li ereban bela dike, ku erdê kurdan bikirin û "emr-î waqayî mulkiyetê" derbixe holê.

El Malîkî desteka herî mezin ji dewsirmeyên tirk destine…
 
Desthilatdariya Nurî El Malîkî, her diçe bi Tirkiyê re flortê xurt û bi hêz dike û dixwaze destketiyên Basûrê Kurdistanê kêm û qels bike. Di destpêka têkçûna Saddam de, desthilatdariya Baxdayê lewaz û misrî bû, her gotina kurdan û daxwaza kurdan erê dikir; lê pistî ku tirkiyê serokesîrên ereb û desthilatdariya Baxdayê (ne Talabanî) vexwendî Enqerê kirin û bi teliya qelîçkê, hingiv di devê wan da, rewsa desthilatdariya Baxdayê hate guhertin.
 
Bûyer jî, didine xuya kirin ku dema dijminê gelê kurd lewaz û misrî dibin, têne lavekirinê û bi kurdan re peymanên astiyê çêdikin. Di wê dema astiyê de, plan û kiryarên kirêt yên kustin û ji hole rakirina rayedarên kurd dikevine rojevê. Yanî astî dibe kemîna ji hole rakirina rêberên kurd.

Basûrê Kurdistanê di pêvajoyeke wiha re derbas dibe.

Rewsa îro ya  Iraqê, her çiqasî di pêsiya neynikê de; mina  salên 1969an ku Baas lewaz û misrî bû û li ber kurdan hate lavê û dexalet kir  jî, niha dixwaze xencera xiyanetê li pista kurdan bide… Pista neynikê jî, di nava qîr û tesqeleyên sala 1975an, ku desthilatdariya Baasê, kemînên kustina rêvebirên kurd kirin rojevê ye… El Malikî, dijberiya xwe ya li hemberî kurdan, vekirî dike pratîkê… Lê Tayyip Erdogan û serfermandariya artêsa tirk û Fetullah Gulen dibin "fulyona" pista neynikê de ne… Tirsa mezin dijminên vesartî ne… Li rûwê mirov dikenin, xencera xiyanetê li pista mirov didin.

Dilê wan û devê wan, ne  mina hev in…  Ev navê xefkên astiyê ye.

Binbarî û berpirsiyariya rêvebirên  Basûrê Kurdistanê, pêkanîna gotina Bazaniyê mezin e.
 
Rews her diçû dijwar dibû. Pistî êrîsa (suiqastê) li hemberî Barzanî, artêsa Baxdayê û cas bi gistî ketin  alarmê. Pêsmergê jî ketibûn kozikan. Wezîrên kurd, ji Baxadyê vegeriyabûn û rêvebiriya PDKê kom bûbû. Li hemberî daxwaza destpêka ser, Barzanî got: "Eger ser çêbibe, bila ne ji bo min, ji bo Kerkûk, Xaneqîn û Sincar çêbibe."
Em, ligel gotinên Barzaniyê Mezin in. Eger desthilatdariya Herêma  Federal a  Kurdistanê ser bike, bila ne ji bo Tirkan û ne ligel Tirkan, ku li dijî kurdan ser bike, bila ji bo Kerkûk, Xaneqîn û Sincar ser bike, da ku kurd teva ligel wan bin.
Ji bilî tehlokeya res ya dagirkerî, ku bi riyên siyasî û eskerî derdikevê hemberî  gelê kurd; tehlokeyeke din  ya spî ku bi riyên komele, dibistan û hwd. deridkevê hemebrî gleê kurd heye: Dagirkerî û komkujiya spî. Navê vê dagirkerî û komkujiyê Fethullah Gulen e…  Fetullah Gulen, ji bo bîrdoza tirkîtiyê pêsbixe,  "pêsengiya komkujiya spî" dike… Fetullah Gulen, mirovekî 66 salî ye, zanîngeh ne xwendiye û ji "waiz-gotarbêjî, sîretkariya olî ya mizgeftan" dest bi kar kiriye. Heya dawî jî di heman karî de maye. Her dem ji dewletê maas/muçe standiye. Pistî ku Risale-î Nûr yên Seîdî Kurdî, (Nursî) xwendin, bu Nurcî. Lê "Risaleyî Nur" yên Seîdê Kurdî, li gorî xwe guhertin û kirin "Rîsaleyî Tirk". Teza Islama Tirk wek "îdeolojiya tirkîtiyê" derxiste pês.

Fetullah Gulen, partiyên siyasî yên gurên (nijadperestên metinger) tirk; MHP, MÇP û gurê devbixwîn, nijadperestê mêrkuj Muhsîn Yazicioglu destek kirin. Tenê, ji bo MÇP 3.5 milyar lîre pere arîkarî dan. Mirovekî ku hatina wî tenê maasê dewletê be, çawa dikare hewqas pere bidê partiyekê? Manîdar e!.. Ji ber ku, Fetullah Gulen siyaseta fasîst a dewleta tirk destek dikir û ola îslamî bikar dianî, ji aliyê IBDA-C ve hate tehdît kirin. Hemberî ku rekabeta navbera sextekarên olî hebû jî, tehdîda IBDA-C rastiyek destnîsan dikir. Fetullah Gulen, û tarîqatên din di nava rekabetê de bûn û dewlet parvenedikirin. Ev jî dide xuya kirin ku, Fetullah Gulen jî, terîqatên din jî, ne ji bo olê, ji bo berjewendiyên meddî û manewî, ligel dewletê û li dijî gelê kurd  kar dikin.

Hemberî ku,  serfermandariya artêsa tirk, navê Fetullah Gulen  di listeya kesên ‘tehloke’ de, nivîsî bû jî, Gulen li Stembolê li mala xwe, melle perwerde dikirin. 

Fetullah Gulen, ku ne devlet e û ne jî madenên / kanên wî yên zêr û dirran hene, ne jî mîna Kraliyeta Suudî  bîrên wî yên petrolê hene, ne jî xwedî banke, xwedî karsaziyên çekan e;  lê, li her çar aliyên cîhanê, dibistanên seretayî, kolêj, zanîngeh, malên razanê, avaniyên qursan, nexwesxaneyan vedike. Ne yek, ne du, ne sê… Ne welatek, ne du, ne sê…  Çavkaniyên ava ku vî asî digerine, ji ku diherike gelo?  Pêxemberên Xwedê, ewliya û embiyayên  xwedê jî biqasî Fetullah Gulen, ev hêz bidestnexistine. Gelo, Xwedê ji bo Gulen,  derî û dergehên xezîneyên vesartî vekirine, her sev bi têr û bendekan zîv, zêr, û dirr di kûleka xaniyê wî re vala dike?

Hêza Fetullah Gulen ne mucîze ne, ne jî hêza Tarîqeta Nurciyan e. Hemberî ku riyên cîhanê teva diçine Weshington, hêza Emerîka ku li her çar aliyên cîhanê û vekirina hewqas zêde dibistanan nîne. Hemberî ku, bîrên petrola Erebîstana Suudî, ku pêdiviyên cîhanê  ji % 46an pêk tînin hene, nikare li her çar aliyên cîhanê dibistanan, nexwesxaneyan vebike. Li cîhanê terîqatên ji terîqata Nurciyan mezintir hene, hêza wan jî ne biqasî Fetullah Gulen e. Fetullah Gulenê 66 salî û zanîngeh jî nexwendiye, mucîzeyên wî yên pêxemberî jî tune ne, tenê li Tirkiyê xwedî murîd e. Gelo hêza meddî ya Qarûnî  ji ku distîne?

Fetullah Gulen niha li Basûrê Kurdistanê ye. Ne li Iraqê, li Basûrê Kurdistanê…

Ji b her gelî zarok giring in û temînata paserojan e. Lewra perwerdehiya zarokan giring e û ji bo paserojên cemawerekî, ji bo paserojên welatekî bingeh e. Zarok paserojên civakê ne. Perwerdehî haraketa mirov,  jiyana rojane û civakî, armanc û pêvajoyê sazkar dike. Wateya van gotinan hêza civakê û nirxê kesayetî û civakî ya cemawer destnîsan dikin. Haraketa mirov, lept û livandina ku tê dîtin e, rabûn û rûnistin, têkilî, danûsatndina  mirov ya bi derdoran re diyar dike. HIsemdniya mirov, tuqla mirov dide xuya kirin. Pîvana kesayetiya mitov ya hest û his û têgihistin û hewngîrîya mirov destnîsan dike. Kesayetiya mirovan bi perwerdehiyê tê guhertin û dikevê qaliban.

Kesên bêne perwerde kirin, li gorî armancekê kar dikin û rengê bi perwerdehiyê di mêjî de haitye neqis kirin di jiyanê de her dem li pês e û li gorî w neqsê kar dike. Mirov li gorî perwerdehiya hatiye dayin jib o wî welatî, jib o wê civakê, ji bo wê kultur û aboriyê kar dike û wek hêzekêd erdikevê pês. 
Eger ev pîvan be û wateya perwerdehiyê ev be; gelo dibistanên Fetullah Gulen wê zarokên kurdan bi çi armancê û ji bo çi perwerde bikin? Di paserojan de jî xizmetî kê bikin û çi bikin?

Yek armanca Fetullah Gulen heye: Bi hêz kirina îdeolojiya Islama Tirk. Ne islama cîhanî, islama tirk… Manîdar e!.. Armanc tirkîtî ye û serdestiya tirkîtiyê ye. Bas tê zanîn ku hebûna tirkîtiyê li ser tunebûna gelên Ermenî, Asurî, Rum û Kurdan hatiye ava kirin. Tirkan, Ermenî, Rum, Asurî têk birin, niha jî dora kurdan e. Fetullah Gulen jî, bi vê armancê dest avêtiya herêmên kurdan. Li Bakurê Kurdistanê îdeolojiya tirkîtiyê bi riyên cûda pêsdixe û dike pratîkê: Li Basûrê Kurdistanê jî, bi riya dibistanan.

Fetullah Gulen mirovê "Dewleta Kur ya Tirkiyê" ye. Ji destpêkê heya îro jî, bi serfermandariya artês tirk re, bi dewleta kûr re kar dike, bi armanca ku li Basûrê Kurdistanê "komkujiya spî" pêkbîne, ketiye nava hewldanan. Kes çavkaniya hêza pereyên Fetullah Gulen nizane. Gelo çima?  Ya herî giring jî, Xweda, ne xwedayê Fetullah Gulen e, xwedayê reb-ûl alêmin e. Xweda,  ne xwedayê yek miletî ye. Qur’an jî, hemberî ku bi zimanê erebî "nezil" bûye jî, ne ji bo Fetullah Gulen, ji bo cenabê Muhammed hatiye.

Fetullah Gulen, ku desteka milyar lîreyan arîkarî didê partiyên nijadperestên tirk, heya weke îro, gelê kurd yê misilman, zulmet û komkujiyên bi çekên kimyewî yên li hemberî gelê krud pêk tên, bi yek gotinê be jî ne aniye ziman û ligel mafdariya gelê kurd, cih ne girtiye. Li ser komkujiya Helepçê, li ser enfalê yek mewlûd nedaye xwendin. Fetullah Gulen, ne misilmanê "ixwan-ul muslumîn" e, serkêsê dewsirmeyên tirk e, ku hukumraniya tirkîtiyê li cîhanê bela bike û bihêz bike.

Fetullah Gulen, bajarên ku nikare dibistanan vebike seri li riyên din dide. Wek mînak li Bakurê Kurdistan Sirnexê, "Komeleya Ciwanên Sîn Dibin"  vekiriye û xwedê giravî ji bo nifsên paserojên kurd, berî destpêka perwerdehiyê û piîtî perwerdehiyê kar dimesîne. Mirîdên Fetullah Gulen vî karî dibin navê çi de dikin? Dibin navê "zarokên me temînata paserojên me ne". Balkês e ku zarokên kurdan, zarokên xwe û temînata paserojênx we dibînin. Gelo ev nayê wateya "ji zarokên kurdan dewsirmeyên nû"? Îcar murîdên fetullah Gulen li Sirnexê çi dikin? Li gundan, li taxên bajaran digerin û torbeyên meqerne bela dikin. Dibin nav arîkairya torbeyên xwarinê de diçine malan, bi malbatê re têkiliyan dideynin û ber dibsitanê dest bi perwerdehiya zarokên wan mlabatan dikin. Îcar, perwerdehiya berî dibistanê, pwiste j aliyê mirovên pedagog û mammosteyên taybet ve bê kirin. Lê murûdên Fetullah Gulen teva sofî ne, feqî ne û "waîz"in. Yanî yek kesî ji wan perwerdehiya modern ne dîtiye û hajê wan ji pedegojî, ji psîkolojî nîne.

Ev xêrxwaziyê nezanîn ku li devê deriy malbatên kurd weke têba resbînî digere, çiqasî dikare bibe bingeha paserojên zarokên cemawerê Kurd?
Di cîhana globval de ku malbata cîhanê, berî 8 salan bi hêviyeke gur û ges  kete  sedsala bîstûyekê de, bextresiyeke ku di nava xesîm û nawîsên (labîrent) dîrokê de winda bûye, niha wek hêviya gelê kurd derdixin pês. Ev gunehkarî ye. Stefan Zweig, (1881-1942) dibêje: "Me hêvî dikir ku em rojhilateke di nava asoyên sorîskî de, ku hêviyên bextewariyê bidê me bibînin. Lê mixabin ev sorahî, tehlokeya agirekî tofanî bû, ku ji dûr ve li devû rûwê me dida û em disewitandin bû". Ev gotinên ku bextresiya mezin ya serê yekemîn  yê cîhanê dianîne ziman, jib o kurdan îro jî derbas dibe.
Lewra, mina her gelê cîhanî, pêwiste gelê kurd jî, ji paserojan dersê bistîne; pistî hevqas berdêlên giranbiha, çîlekêsiya mezin, gotinên Anaxagoras bike guhar ji xwe re. Pêwiste gelê kurd bi xwe were, ji berdêla bêzarî û ês û azarê, xwesî û gesiyê sazkar bike, ji berdêla kolonîtî û koletiyê azadiyê, ji berdêla nezanîn û ebelhiyê, zanistê, hisemndî û hewngîriyê, ji berdêla rêvebiriyên dagirker yên monark, militarist û totalîter, demokrasiya xwe, rêvebiriya xwe ya li ser bingeha huquq û demokrasî rûnistî sazkar bike.
Feylesofê Romayî,  Anaxagoras (b.z  500 – 428) dibêje: Li gerdunê valahî nine. Tistê ku gerdunê çêdike û dike nava tevgerê "nou" aqil e, his e. "Nous" hêza xwe ji xwe destine. Rêkûpêkiyê sazkar dike û xwe bi xwe ava dike.

Pêwiste cemawerî Kurdistan,  valahiyê di dîroka xwe de nehêle,  "nous", aqilê xwe,  his û hewnê xwe ji xwe bisîtne û cîhana xwe bi xwe û li gorî xwe ava bike. Gelê kurd yek gelê cîhanê ye ku xwedî culture bi sedan sal û xwedî demjiyanên destanî ye. Pêwiste destirê need hêzên dagirkerên res û spî d aku vê mîrareya dîrokî tarûmar û talan bikin.

Îcar li Basûrê Kurdistanê:
Ji aliyekî ve sîrketên MÎTa tirk, ku bazgirgan û kerkerên hevparan teva endamên MÎTa tirk in û ji bo têkbirina destketiyên kurdan, ji bo pêsîgirtina bihêzbûna îradeya siyasî ya gelê kurd kar dikin. Ji aliyê din ve mamosteyên dibistanên Fetullah Gulen, ku teva ji aliyê MÎTa tirk ve haitne perwerdekirin, jêhatî, zîrek û pispor in wê bêne Basûrê Kurdistanê, di aliyê his û raman de, di aliyê bîr û baweriyê de, wê kesayetiya kurd bikujin. Hêza kurd, kultura mîrateya nifsan ya deh hezara salan e, lê tirk dixwazin ku vê mîrateyê têkbibin û ji xwe re bikin mal. Tê zanîn ku li Bakurê Kurdistanê hinek serketin jî bidestxistine. 
Ev komkujiya spî ye û sed qatî ji enfal û komkujiya Helepçê dijwartir e. 
Erê ser nîne, lê kemîn û davikên dijwar yên astiyê (!) hene…
Cemawerî Basûrî Kurdistan, cemawerî Bakurî Kurdistan   ne ji bo îdeolojiya tirkîtiya Fetullah Gulen, deh salan ser kirin, xwîna xwe rijandin,  zilm, zordestî, feqîrî, lewazî, komkujî û koçberî dîtin.

Lewra em nikarin paserojên xwe radestî mirovên weke Fetullah Gulen bikin

F
E
E
D

B
A
C
K