Muharrem Erbey di 24 çileya pêşîn de ji aliyê polîsan ve hate girtin û paşê bi van bendên li jêrê hate sucdarîkirin:

– Li dijî derketina îşkencekirina zarokan, ji parastina mafê jinan pêkanîna semîneran û ji bo serkevtina xebatên wisa peydekirina kaniyên (mecal) aborî,

– Axaftina di meclîsa Swêd, Belçîka û Ingiliztan û Yekîtiya Miletan li Cenewrê de û bi rêya axaftinê biçûkxistina dewleta Turkiyê,

– Hevkariya bi DTP re ji bo pêkanîna konferansa qanûna bingehîn.

Ew li ser vexwendinê hate Ewropayê û di meclîsan de, ev çalakiya weke suc tê dîtin, pêk anî. Lewma divê Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina mafê mirovan yê Muharrem Erbey di demek kin de dest bi xebatê bike.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina mafê însanî yê Erbeyî dê çi gavan bavêje?”

Xebata CHAK ê ji bo Erbey dest pê kir

Ji bo azadiya Erbey, xebata dezgeha mafê mirovan ya li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK ê dest pêkir. Li gorî agehdariya hatiye belavkirin, dê cîgirê serokê navenda CHAK ê Gabar Çiyan rapora xwe pêşkêşî navenda dezgehê bike ku, bi komeleyên xwe yên Ewropayê dest bi xebatê bikin. Dîtina Çiyan li ser pirsê wisa ye: ”Girtina Erbey, tehdîtek eşkere li dijî xebata mafê mirovan li Kurdistanê û Turkiyê ye. Lewma xwedî derketina wî, tê wateya xwedî derketina li mafê mirovan. Em ê banga xwe bighêjînin însanetiyê ku xwedî li xwe derkeve.”

Kurdocide Watch-CHAK
CHAK-Navenda Dokumentasyonê-EuroKurd News

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K