14/12 2005- Di roja 10.12.2005, saet derdorê 22.30, komikek ji Tirkên faşîst xwestin xaniyê ku buroya DEHAP (nuka DTP) tê de bi molotof-kokteylê bişewitînin. Ew roj jî "roja mafê merova" ye. Buroya DEHAPê di 1ê Adara 2005 de bi resepsiyonekê dest bi xebata xwe ya li Brukselê kiribû. Bi saya xortên ewlekariyê ev agir hate wesandin. Faşîstên Tirkan jî revîn. Lê di reva xwe de jî slogan diavêtin : « Turkiye ! Turkiye ! Turkiye ! » 

Em bi vê daxuyaniya xwe ji berpirsiyarên Beljîkî û Ewropiyan pirs dikin; heta kengî bînferehî ji bo êrîşkarî û mantiqê faşîstiya Tirkan li hember Kurdan? 

Kurd, mîna li Kurdistan, li Beljîka û Ewropa jî ji aliyê dewleta Tirkan terorîze dibin. Dewletên Ewropa ji bo terorîzma hember Kurdan di gelek ciyan û gelek deman de bînfereh in. Hin caran jî Kurd bi xwe dikevin bin sûcdariyê. Di ciyê ku Kurd werin parastin û herin ser êrîşkariya Tirkan Kurdan “terorîst” hesêb dikin û Kurd dibina qurbanê Kurdbûna xwe. 

Di 31 Kanûn 1994 Tirkên faşîst êrîş birin ser sed heb Kurd ku ji Elmanya heta Brukselê ji bo aştiyê meşiyabûn. Êrîşkariya Tirkan ji wan re ma, Kurd hatin tewanbar kirin û mecbûr man ciyê xwe biguherin.  

Di 17.11.1998 de bi qasî 300 Tirkên faşîst êrîş anîbûne ser xaniyê Enstituyê. Hînga jî wan xaniyê Enstituyê, navenda Çandî ya Kurdan û Komela Asuriyan şewitandibûn. Me wê demê video, foto û gelek curreyên din wek îpat teslîmê polîsê Bruksel kir. 53 kes hatine girtin. Lê paş 2 saetan hemî kes hate berdan! Heta niha jî ev yek nehate têgihiştin! Çima polîsê Bruksel her kes serbest berda? Îspat û belge heta niha jî hene! Wezîrê karê hundiru yê Beljîka, Louis Tobback, li ser vê bûyerê weha gotibû: “Ev êrîş orkestrekirîbû!”.

Ango Konsolos û Ambassada Tirkan ev kar dabûne kirin! 

Di 18.11.1999 dîsa êrîşa Tirkan hate ser Enstitu û hin ji komelên Kurdan. Lê vê carê Kurdên derdorê ew qewitandin. Herçend e ev rastî li pêş çavan in jî li gelek welatên Ewropa ne Tirkên faşîst lê dezgehên Kurdan dikevin bin êrîşên dewletê. Mîna MED TV, MEDYA TV, Ozgur Politika, Mesopotamya, ROJ TV û ME TV.   Di vê dema ku li Turkiyê hê jî ji ber axaftina bi Kurdî lêdanê dixwin û Turkiye şev û roj behsa mafên merovan dike, ji aliyê leşkerê Tirk li gund û bajarên Kurd bi awayekî xirab xelkê dikuje tewra Ewropa nayê têgihiştin!   

Êrîşa hember buroya DEHAPê carek din nîşan, dide ku dewletên Ewropa hê jî di pirsa Kurdan de ne ciddî ne. Ew heta niha jî îhtîrama zagonên xwe nakin. Lîstika wan bi dewleta Tirk re di hemberê Kurdan de durûtiya wan dide xuya kirin.  

Di van demên dawîn de gelek kurd li Bruksel ji alîyê polîsên “Beljîka” têne îfade kirin. Yên ku van Kurdan îfade dikin bi eslê xwe Tirk in! Gelo ev siyasetek nu ye ku di hember Kurdan de tê bikaranîn. Sedem çi ye ku Kurd li Beljîka bi Tirkî têne îfade kirin? Ev ji bo Kurdan tiştekî xerîb e. Tirkên faşîst êrîşê wan dikin, ew tewanbar dibin. Dewleta Tirk wan terorîze dike Kurd wek terorîst têne nivîsandin!  

Heta kengî bînferehî ji êrîşkarî û mantiqê faşîst yê Tirkan re?   

Derwich M. Ferho

Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K