Nuha jî ew ba berê xwe dide Sûriyê. Ev demek e, ku li bajarên Sûriyê weke Deraa û Laziqiyê hêzên ewlekariya rêjîma Baas bi agir û guleyan gelê xwe dikuje. Ew gelê ku bi awayekî astiyane daket kolanan û doza azadiya xwe kir, bi gule, tang û topan hate pêswazîkirin.  Gelo guhartinine mezin li pêsiya Sûriyê ne?
Wek tê zanîn, ku Sûriyê wek welatî di Rojhilata Navîn de ji bo siyaseta navnetewî cihekî bas digire û roleke herêmî ya girîng dilîze. Nexasim ku dixwaze li gel Ewropayê lihevhatineke hevbes a aborî pêk bîne. Di dîroka Sûriyê de gelek bûyerên balkês pêk hatine, wek bûyerên sala 1982-ê li Hema û Helebê û yên 12-ê Avdara 2004-ê li herêmên kurdan, ku rêjîmê bi awayekî tund û bi agir bersiva mirovên sivîl da. Ji bilî van bûyeran û li gorî raporên gelek dezgeh û rêxistinên mafên mirov ên nistîmanî û navnetewî rewsa mafên mirov li Sûriyê pir wêran e.

Di deh salên dawiyê de Sûriyê bi awayekî fireh mafên mirov bin pê kirine, pir kustin, girtin û azarîkirin pêk anîne. Helbet hindekahiyên netewî û olî wek kurdan, kesên rikber, nivîskar, rewsenbîr û gelek çalakvanên mafên mirov ji tevan bêtir pêrgî van kiryarên hovane hatine û hîna jî tên. Pistî ereban, kurd li Sûriyê netewa mezin a didoyê ye. Ji ber vê yekê jî rêjîmê her demê hewl daye û hîn dide, ku vê netewê ji holê rake.

Rêjîmê ji destpêka desthiladariya xwe ve dest bi siyaseta erebkirinê kiriye. Di sala 1962-ê de 120 hezar welatiyên kurd ji nasnameya Sûriyê bêpar kirine, ku aniha hejmara wan kesan gihaye 300 hezar mirovî , di sala 2004-ê de rêjîmê gelek xortên kurd li herêmên kurdan kustine û zindan kirine. Herwiha ta roja îro siyasetvan, nivîskar, rewsenbîr, xwendekar, leskerên kurd di artêsa Sûriyê de û çalakvanên mafên mirov ên kurd têne kustin an jî girtin û di zindanan de têne azarîkirin. Ev jî dibe sedemeke mezin, ku kurd koçbarî welatên Ewropayê dibin, lê mixabin li wan welatan jî bêpar dimînin. Ne tenê wisa, lê belê pêrgî hin yasayên giran jî dibin, nexasim peymana vegerandina 7 hezar penaber, ku di sala 2008-ê de di navbera Elmanya û Sûriyê de pêk hat, ya ku bûye sedema tirseke mezin li ba penaberên kurd ên Sûriyê. Lewre jî divê ev peyman yekser bête rawestandin û penaberên kurd mafê mayînê bistînin.

Lewre em bangekê li hemû alavên ragihandê re dikin, ku bi erkê xwe rabin û raporan derbarê rewsa rojevî ya Sûriyê biwesînin û belav bikin. Ji ber ku gelê Sûriyê pêdiviyeke wî ya mezin bi alavên ragihandinê heye, da ku soresa xwe ya astiyanê li dijî rêjîma Baas li Sûriyê berdewam bike û bi azadiyê sah bibe. Welatiyên Sûriyê ji bo azadiya xwe bi awayekî astiyane tê dikosin… Gelê Sûriyê li hêviya alîkariya we ye, ku hûn bi erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin.

Meksîm Îsa – Berpirsiyarê ragihandinê
YASA e.V. – Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî
Postfach 7624
53076 Bonn
Germany
E-mail: [email protected]
Fax: +49-228-94743852
Vindar Sido
[email protected]
Jian Badrakhan
Tel.: +49-163-3961853
E-mail: [email protected]
Aref Gabeau
Tel.: +49-176-70085962
E-mail: [email protected]
In Berlin:
Farhad Ahma
Tel.: +49-17628434210
Email: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K