Ev bû du sal in ku Kurdên Êzîdî bûne hedefeke teybetî yên hêzên îslamî û xwefiroşên navçê. Heşkere xuya ye ku ev hêz ji aliyê dewletên dijminên Kurdan alîkariyeke mezin distinin. Amanc ew e ku  ji du aliyan derbê li Kurdan bixin : Hikûmeta Herêma Kurdistan bêzar bikin û navçeyên Kurdên Êzîdî bi rêya tirs, talan û kuştinê bidin vala kirin. Sedema ku di van demên dawî de tewanbariyên terorîstî di navçeyên Kerkûkê, Musulê, Diyala û Şengalê de dibin ev e. 

Peywendiya van êrîşan bi referandum û bi qedera paşeroja Başûrê Kurdistan ve heye. Ji bo vê yêkê jî hewceye ku Hikûmata Herêma Kurdistanê tedbîrên tund li hember kuştina Kurdên Êzîdî bi teybetî û Kurdan bi giştî, bigre û bandorekî giran li ser Hîkumata Iraqê bike ku ew jî li hember plana tevkuştinan tedbîrên hêja werin girtin.  Tewana dawîn li Şengalê bi sedan Kurdên Êzîdî şehîd kir û bi sedan jî birîndar hene. Hovîtî hewqas dikare bibe. Dijmin dijmin e, lê meriv çi ji wan xwefiroşên ku rê ji wan re pêşan dikin re bêje! Gelo çawa paş kuştin û birîndarkirina xuşk û birayên wan yên bê sûc û sebeb xew bi çavên wan dikeve?  Gelê Kurd li her cî û di her şertî de bi hawara xuşk û birayên xwe ve diçe. Li hemû bajar û gundên Başûrê Kurdistan xelk dikeve rêzê ku xwîn û alîkariya din bike. Serokê Herêmê û Hikûmeta Kurdistan alîkariyeke bê sînor dikin. Li Bakur, Rojhilat û Rojava Kurd hem xemgîn in û hem amadeyê alîkariyê ne. Li Ewropa her Kurdekî dilsoz xemgîniya xwe pêşan da û amade ye bi hawara xuşk û birayên xwe ve here. Ev serbilindiyeke û pîrozî ye. Bi hawarê ve çûn baş e. Lê hêviyên min ew in ku di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistan û serokê wê, paş re jî sazî û gel bi xwe, di paşerojê de zêde hişyar bin ku rê hew bidin tewanbariyên bi vî awayî. Rast e navçeyên Musul, Kerkûk, Diyala, Şengal, u hwd… hê ne di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistan de ne, lê belê gerek e hin rê û çare hebin ku ev hovîtî dûr bimîne. Roja referendumê nêzîk dibe. Heta hingê agahdariyeke teybetî pêwîst e.  Laleşa pîroz, Şengala rengîn dive di hember hovîtiyê de were paraztin. Ëzdayetî dive were paraztin. Laleş hêlîna bîr û baweriya Kurdî ya herî pîroz e. Kurdî ye. Ev bi sere xwe têra paraztineke mezin dike. Her êrîşeke dijî vê hebûna Kurdî dijî esl û bingehê Kurd û Kurdistanê ye! Ez vê kiryara terorîstî li Şengalê bi tundî gunehkar dikim û êşa xuşk û birayên xwe ya mezin par ve dikim. Serxweşiyê didim xelkê me yê Êzidî, sebr û bînferehiyê ji wan re hêvî dikim û herweha ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê daxwaz dikim.    Derwêş M. ERHOSerokê Enstituya Kurdî Ya Brukselê 

F
E
E
D

B
A
C
K