Hunermendên qedirbilind, xwîsk û birayên min; tekosîna gelê me a ji bo rizgariyê îro di merheleke gelek dijwar da derbas dibe.

Soresên li welatên Ereban êdî gihîstiye Sûriyê û Kurdistana Rojava jî. Her?iqas hêviyên min gelek xurt bin jî, dîsa jî ez bê endîse nînim. Gelê me ê li Kurdistana Sûriyê ji bo tekosîna me her dem alîkariyên gelek xurt pêskês kiriye. Dema ez jî ji welatê xwe hatim bi dûrxistin min xwe spart Kurdistana Sûriyê. Min bi xwe jî dît ku Kurdên Sûriyê alîkariya hemû Kurdên ji par?eyên Kurdistanê dikirin, nedixwarin bi me didan xwarinê û bi dil û can besdarî doza me a netewî dibûn. Lê belê em nikarin bibêjin ku Kurdên ji per?eyên din jî îro, di vê roja wan a teng û dijwar de bi heman hesasiyetê alikariya Kurdistana Sûriyê dikin.

Îro li Sûriyê trajediyeka gelek mezin di rojevê de ye. Desthilata Baasê her roj bi zêdetir xwînrijandina gelê Sûriyê ve hovîtiya xwe carek din dîyar dike. Di demek nêzîk de ev rewsê bê guhartin, Besar Esad û desthilata Baasê wê ji Sûriyê bê dûrxistin. Gelo em Kurdê di vê rewsguhartinê de bikaribin kîjan maf û berjewendiyan bidestxin? Ev pirs ji bo hemû Kurdan pirseke gelek girîng e.
Helwesta siyaseta Kurdên Kurdistana Tirkiyê û Iraqê li hemberî rewsa birayên me ên li Sûriyê gelek tevlihev û bi xembar e û ji bo doza me a netewî jî bifikar e.

Gelek pêwiste, ku em hunermendên Kurd bêî ku li benda helwesta siyasetmedaran bimînin, bilez ?alakiyan amade bikin. Divê Kurdistana Sûriyê biserkeve; ji bo vê jî pêwist e ku em bi hevra kar û xebatan bikin. Têk?ûneka Kurdistana Sûriyê wê bibe têk?ûna me hemûyan!

Divê em komponîst, bestekar, stranbêj, sazbend, helbestvan, nivîskar, derhêner, wênekês û lîstikvan di derbarê doza me a netewî de bibin xwedan hesasiyeteke kûr, bi ramaneke netewî berheman amade bikin, projeyan pêsdebibin û bi berpirsiyarî di nav gelê xwe de cihê xwe ê layîq bigirin.
 
Warin, em bi hevra pistgiriya tevgera giranbuha a Kurdistana Sûriyê ya ku bi rêberiya ciwanên Kurd de dimese bikin.

Warin, em ji bo ciwanên xwe û azadiya xwe stranan amade bikin.

Warin, em ji bo pêsda?ûyîn û berfirehkirina ?and û hunereke netewî gavan bavêjin

Ez bang li hemû xwîsk û birayên xwe ên hunermed dikim, ku em bi tevayî bi projeyên hunerî ên Kurdistanî û azad dengê xwe bilind kin.
 
Bi hêviya bersîv û pêsniyariyên we
li gel silavên rêzdarî û biratiyê

Nizamettin Ariç
19.8.2011 Almanya
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K