Berbeyanîya roja 4:ê Adarê (2010) hêzên polîsên Belçîk bi sêweyekî hêriskarî û nehiqûqî bi ser gelek sazîyên Kurdan da girtin û bi dehan têkoserên gelê me xistin bin çavan û girtin, xesaretên madî yên mezin li dezgehên Kurdan dan. Ev operasyone pir alî bû û gelek hêz û dewletên cuda bi rengekî dîrek yan jî indîrek dest tê da hebûn.
Yêk ji wan sazîyên Kurdistanîyan ya ku ketîye ber vê operasyonê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK bû. Herweha Roj TV û buroya BDPê jî ketine ber van hêrisan. Ev konsepte problemên ku li rojhilatanavîn hene dê zêde biket û çu çareserîyên durust jî ji bo pirsgirêka Kurdî bi xwe ra nayîne.

Em weke KNK, di demekî hinde nazik da vê hêrisa ne hiqûqî û nejî qanûnî ya li ser sazîyên Kurd bi sêweyekî tund sermezar û protesto dikin û bang dikin ku li hemberî neheqî û hêrisên polîsên Belçîk yên li ser sazîyên Kurdan bêdeng nebin, helwest werbigrin û daxwaz ji hikûmeta Belçîk bikin ku zûtirîn wext hevalên me, Remzî Kartal, Zubeyir Aydar û Abdulselam Mustafa azad biken.
Ev hêrise bi amanca parastina berjewendîyên sîyasî û aborî yên bi dagîrkerên Kurdistanê ra hatine kirin. Bi taybetî jî li gor daxwazîyên dewleta Tirk, bi destûrdayîna Yêkitîya Wîlayetên Amerîka [USA] hatine encam dan ku dewleta Tirk bête razî kirin. KNK weke sazîyeke neteweyî ya Kurdistanî, ji her çar alîyên Kurdistanê bi dehan rêxistin û bi sedan kesayetîyên sîyasî têda cih girtine ku niwêneratîya milyonan mirovan dikin. KNK di qada kar û xebata dîplomasîya li Europa û cîhanê da xwedî statuyeke fermî ye. Li gor norm û qanûnên azadîya sîyasî, azadîya xwe îfadekirinê û azadîya çapemenîyê li welatên Europî kar û xebatên xwe di warê dîplomasîyê da dimesîne. KNK ev yanzdeh sal in ku bi sêweyekî fermî û askera li Brukselê karên xwe dike. Amanc ji xebata KNKê ew e ku doza rewa ya neteweyê Kurd û xelkên dî yên li Kurdistanê bi sêweyekî astîyane, medenî û sîyasî ji tundî û dijwarîyê dûr bête çareser kirin. KNK li gor krîter û normên sîyasî û qanûnî yên europî karên xwe dimesîne.

Amanca dewleta Tirk krîmînalîzekirina rêxistinên Kurdan û têkosîna gelê Kurd e. Divêt dewletên europî, bi taybetî jî dewleta Belçîk ku paytextê YE ye, ji ber berjewendîyên aborî- sîyasî nekevine nav sîyaseteke sas û hiqûq û qanûnên xwe bin pê nekin. Gelê Kurd weke hemû gelên cîhanê mafê jîyaneke azad li ser axa welatê xwe heye. Gelê Kurd û kêmanîyên dî li her çar alîyên Kurdistanê, dixwazin bi gelên Tirk, Ereb û Ecem ra bi hev ra jîyaneke wekhev, adilane, astîyane, xwedî nasname û xwedî îrade bijîn. Kurd û hemû Kurdistanî, koledarîya ku hindek dewletên europî û YWA bûne sebeb ku Kurdistan bi ser çar dewletan da dabes bûye, êdî qebûl nakin. Rola ku pêwîst e hûn bileyizin ew e ku pirsgirêka Kurd bi sêweyên astîyane û bi diyalogê bête çareser kirinê. Her dewlet di têkilîyên xwe da helbet azad e, lê belê bi dagîrkerên Kurdistanê ra li ser esasê dijayetîya xwastek û îradeya gelê Kurd û kêmanîyên Kurdistanê divêt têkilî neyên danîn û domandin. Gelê Kurd mafên mirovî, kulturî û demokratîk dixwaze. Me hêvî dikir ku dewleteke weke Belçîk rola xwe ya posîtîv ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi cih bîne û nevbeynkarîyê di navbera niwênerên Kurdan û dewleta Tirk da bike.

Pirsgrêka Kurd ne pirsgrêkeke weha rehet e ku bi girtin û zîndankirina sîyasîyên Kurd dê çareser be. Ev sed sal in heman sîyaset li hember doza Kurd hatîye kirin, lê tu encamên durust negirtine ji xeyrî xirabtir kirin û aloztir kirinê. Eger dagîrkerên Kurdistanê rê nedin Kurd li welatê xwe sîyasetê bikin û xwe îfade bikin, çi rê heye ku dengê xwe bilind bikin? Demê ku niwênerên hilbijartî yên gelê Kurd li parlamenta Tirkîyeyê dihên derxistin û zîndan kirin, ew tên ber rehma demokrasîya welatên europî ku bikarin bi sêweyekî sîyasî û demokratîk xebata xwe li gor normên hiqûqî yên europî bimesînin. Eger li vir jî rê li têkosîneke weha bêt girtin, dê Kurd li kûderê û çawa sîyasetê bikin?

Em bangî rehîya gistî û hemû alîyên ku li serî hatine bi nav kirin, dikin ku harîkar bin bo çareserîya pirsgirêka Kurd bi sêweyekî astîyane û demokratîk. Êdî bila bes bît ev neheqîya ku li gelê Kurd û Kurdistanîyan tête kirin. Dîsan em weke KNK, sîyaseta durûtî ya hindek dewletên europî li hember doza rewa ya neteweyê Kurd bi tundî rexne dikin. Li ser sîyaseta bazartîya aborî ya li ser qedera gelê Kurd bi dagîrkerên Kurdistanê ra, bi tundî mehkûm dikin.

Ji bo çareserîyeke astîyane, adil û demokratîk ya pirsgirêka Kurd; em bang dikin ku rola xwe ya çêker bileyizin û rê li dewletên dagîrkerên Kurdistanê bigirin, ku ew êdî berdewam keç û xortên Kurdan li Iranê bi dar ve nekin, li Sûrîyeyê bi qetilam û zîndanan rûbirû nekin û li Tirkîyeyê ziman û kultura Kurdan qedexe nekin, sîyasîyên Kurd kelamçe û zîndan nekin, partîyên Kurdan qedexe nekin, parlementer û saredarîyên ku hilbijartîyên gel in, zindan nekin û rêberê vî gelî di zîndanê da îskence nekin.

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK

X
F
E
E
D

B
A
C
K