kurdistan-1Komîte ya hevbeş ya dîplomasî ya Kurdistnî, li roja 20.12.2014 li navenda KNK ê , civîna xwe ya sêyem li dar xist.
Di civînê de bi berfirehî  li ser rewşa Kurdistan û boyerên pêşhatî  yên li Kurdistanê û nirxandina kar û xebatên berê hatîn kirin û plansazî û pêwîstîyên ku wê bên encamdan, hate nîqaş kirin.
Her di serî de dema ku ev komîte hatî avakirin heta niha gelek karên dîplomasî, homanîter û têkelî danîn hatîne kirin. Lê kêmasî  jî henin. Di paşeroj de ev kar û erkên han bi hevhatineke pilansazîkirî  ya xurt ku zêtir kar bên kirin, xwe amade kirin.
Di encama civînê de bi giştî  hin pêşniyar, biryar û daxwaz xweya bûn ku:-
•    Pirsgrêka kurdistanê, pirsgrêkeka siyasî ye, pêwîste bi çareseriyeke siyasî li rojhelata navîn ev pirsgrêk were çareser kirin.
•     Partî, rekxistin û civatên sivîl yên ku di vê komîtê de ne beşdarin, bang ji wan tê kirin ku ew jî cihê xwe di kar û xebatên vê komîtyê de bigrin û tevlî karên hevbeş bibin.
•    Ev şerê hovane yê ku li hember Kurd û Kurdistanîyan tê meşandin, armanc û pîlanên dewletên dagîrker yên Kurdistanê ne, merem jê ji navbirina destkeftên kurdistanê  yên demokrasî û pêkve jiyana netewan e. Di heman dem da jî êrîşin li hemberî  mirovatî û demokrasiyê ye li  hemû cîhanê.
•    Gelên Asûrî, Suryanî, Ermenî û yên din, beşekin ji pêkhateyên Kurdistanê û mesopotamîya yê. Berevanî û parastina wana erkê ser milê me hemûyan e.
•     Ew şer û êrîşên ku DAÎŞ bi navê Îslamê dike, bi xapandin dibînîn û bi bawere ku DAÎŞ nûnertîya Îslamê nake.
•     Civînê berxwedana şengal, kobanê, mexmûrê û hemû kurdistanê silav dike û piştgîrîya xwe ji bo vê berxwedana mezin diyar dike û daxwaz dike ku kes û dewletên demokrat yên dunya yê ew jî di vî warî de piştgîrîyeka cidî ya berxwedana gelê Kurdistanê bikin.
•    Rol û berxwedana jina kurd di şoreş û berxwedana Kurdistanê de, giranîyek mezin daye  pirsa Kurdistanê û diyar kir ku civaka Kurdistanî di praktîk de wekhevî  û demokrasi yê diparêze û bi pîroz digre, herwesa  derxistina qanona mafê  mirovatî ya jinê ya ku li kantona Cizîrê hatî pejirandin, piştgîrî yê jê dikin û daxwaz hat kirin ku ev yasa han li ser hemû Kurdistanê belav bibe.
•     Civînê li hevhatina rekxistinên rojava yê Kurdistanê  ya li Duhokê silav dike û piştgîrî yê lê dike.
•    Civîn azadî ya Şengalê û deverên din pîroz dike û bi yeketî û yek sengerî yê azadî ya wan bê parastin.  Ji bo  hindê bang li hikûmeta herêma Kurdistanê û civaka nêvnetewî dike ku ji bo veger û parastina gelê me yê Êzîdî û xelkê wan herêman ji bo warê bav û bapîrên xwe harîkar bin û bên qerebû kirin û bedela zirarên wan biden.
•    Civîn bang li civata nêvneteweyî dike piştgîrî û hevkarîyan bide koçberan yên ku ji sedema şer li kempên başûr, bakûr û rojhelatê kurdistanê akincî bûne, bi giringîdan bigre. Herwesa  yên ku mal û halên wana ketîne ber bandora şer,  pêwîstîyên wana ji bo avakirina mal û halên xwe bicih biken.
•    Civîn  piştgîrî ya Pêşnuman a birêz Abdullah Öcalan ya ji bo mizakereya li hevhatinê  ya gelê Kurdistanê û dewleta Tirk de dike. Herwesa bang li dewleta Tirk dike ku di demekî nêz de bersiva erenî bide û pêngavên pêwîst yên posetîv jêre bavêje.
•    Civînê berxwedana birçîbûnê ya girtîyên zîndana Ûrumîyê li rojhelata Kurdistanê silav  dike û bang li hemû hêz û partîyên rojhelatê Kurdistanê dike, ku li gor îrade û daxwazîyên wana  xwedî derkevin. Di heman dem de daxwazê ji dewleta Îranê dike ku, daxwazên girtîyan bi cih bîne û nebe sedema mirina çalakvanan. Herwesa daxwazê ji dewleta Îranê dike, ku ceza ya li dardakirinê ji destûra bingehîna xwe rake.
•    ji bo ku bi awakî serkeftî pêvajo ya aşitî û çareserî ya demokrasî  li rojhelatanavîn pêkwere, pêwîste qedexa li ser PKK ê li Ewropa yê bê rakirin, daku bi azadane karê xwe yê diplomasî , siyasî û mirovatî bike.

Komîteya hevbeş a diplomasî ya Kurdistanê
20.12.2014

–    Komîsiyona karê derve yê KNK.
–    YNK
–    HSDK  ( başûr )
–    Partîya Îslamî ya Kurdistanê PIK.
–    GORAN
–    KCD-Ewropa
–    Hizbî Komunistî Kurdistan
–    Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
–    Komelî Îslamî Kurdistan
–    TJKE – Tevgera Jinên Kurdistan-Ewropa
–    Federasyona Êzidîyên Kurdistan
–    Yekîtiya Suryaniyên Ewropa E.S.U
–    Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
–    PYD
–    PJAK
–    PSDK
–    Hizbî Zegmetkêşanî Kurdistan
–    Hizbî Ayindey Kurdistan
–    Nûnertiya HDP ya Ewropa
–    P.D.K.S
–    P.Ç.D.K-S
–    Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K