[email protected]
Köln, 08.03.2010

Di demeke ku li Tirkiye’yê pêvajoya vebûna demokratîk û nîqasên ji bo çareseriya astiyane ya pirsgirêka Kurdistan’ê hatine rojevê, ewlekariya Belçîka’yê li Bruksel’ê roja 8’ê Adar’ê li gel hinek saziyên kurd avêtine ser sîrketên produksiyonê ku ji bo qanala kurd Roj TV bernameyan çêdikin. Girtina gelek rojnamevanên kurd di vê operasyonê de rayagistî xistiye nav xemgîniyê.
Di van operasyonên ku ji aliyê polîsên rûgirtî ve hatine kirin de, dezgehên ragehandinê yên kurd hatine tohmetbarkirin, sîddet hatiye bikaranîn, materyalên wesanê hatine desteserkirin û wesanên Roj TV’yê hatiye astengkirin. Ev yek ku mafê ragehandinê jî binpêdike, bûye sedemê helwesta dijber yê gelê kurd jî.
Li navendeke wek Bruksel’ê ku lê siyaseta Ewrûpa tê diyarkirin û di derbarê pirsgirêka Kurdistan’ê de perspektîfên astiyane tên nîqaskirin de, lidarxistina operasyonên vî rengî, ne tenê hewldanên astiyane dixe bin sîberê, di derbarê dad û demokrasiya Belçîka’yê de jî encamên xirab derdixe holê.
Faysal Dagli Edîtorê Le Monde diplomatique kurdi
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K