Li Roja 16.08.2015 ê li Bruksilê pencêmin civîna diplomasî ya hevbeş a partî û rêxistinên Kurdistanî li dervey welat hat li darxistin. Civînê bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û rojhelatanavîn niqaş û giftugo kirin. Di vê kirîza li Kurdistanê û herêmê de, gelê me yê Kurdistanê bi berxwedaneke mezin û bê hevpar li hember êrişên Daîş`ê û dagîrkerên Kurdistanê sekinîye û li ber xwe dide.
Piştî du sal û nîvan ji destpêkirina prosesa aştî yê li Bakurê-Kurdistanê, hikûmeta AKP ê ew proses qut kir û dest bi êrişên serbazî li ser gelê me li bakur û başur destpêkir û li encam de xelkê sivîl û zaroyên kurdan dike qurbanî. Civînê bi taybetî komkujî ya roja 1ê tebaxê ya gundê Zergelî yê li binara Qendîlê ku bu sedema kuştina 8 welatî me şermezar kir û daxwaz kir ku wê buyerê wek suça şer ya li dijî mirovatî yê bê naskirin. Gelê Kurd û Kurdistanê ji bo çareserkirina doza xwe her tim bi rîya aşitî û diyalogê bikartîne û têdikoşe, niha jî alîyên Kurd û Kurdistanî daxwaz diken ku ew proseya han ya di navbera Kurd û dewletê de bê berdewam kirin û bi awayekê serdemîyane di çarçovê system û pirensîpên nevneteweyî û bi beşdarî ya alîyê sêyemîn berdewamê pê bê dan.
Civînê li ser rewşa Başurê-Kurdistanê rawesta û ew destkeftên li başûr hene bilind nirxand û bang li hemû alîyên siyasî yên başur kir ku bi pîrozî û bilindî berjewendîyên netewî û niştîmanî bi rêya demokrasî û serwerî ya qanunên bingehîn kirîzan çareser biken.
Civînê destkeftên gelê me li Rojava- Kurdistanê bilind nirxandin û piştgîrî ya xwe ji bo xweserî ya demokrat dubare kir û hîvî xwest ku serkeftinên leşkerî bo serkeftinên siyasî û diplomasî, bi yekgirtina aliyên Kurdistanî veguhêzin. Civnê bang li civaka nêvdewletî kir ku bi resmî îtirafê bi xweserîya Rojavayê Kurdistanê biken û destekê bidenê. Civînê hemû şêweyên destvedana hikumeta Tirkîyê bo Rojavayê Kurdistanê qebûl nekir û daxwaz li civaka nêvnetewî kir, ku desteka AKP ji bo Daîş`ê mehkûm bike.
Dubare civînê piştgşrî ya xwe ji bo gelê me yê Siryanî – Asurî, û Kildanî, ji herweha gelê me yê Êzidî û tevaya xelkê Kurdistanê ku duçarê komkujî û cînosayide dibin kir. Ji bo komkirin û dekomentkirina suç û tawanên komkujî ya dewleta îslamî Daîş`ê, ku bi dene ber çavên civaka nêvneteweî komîteyek ji bo wî erkî hat pêkanîn.
Li ser rewşa gelê me li Rojhelatê-Kurdistanê jî giftugoyek dirêj hate kirin. Civînê têde siyaseta qirkirina gelê me ji alî rijêma komara îslamî ya Iranê û li darkirina kur û keçên me şermezar kir û piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna gelê kurd û kurdistanîli Rojhelatê Kurdistanê dubare kir.
Civînê piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare kire ve, bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene. ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nu ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kşand. Civînê dîsan hewil û tekkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî rijd û dubare kire ve ku berdewam bin bo gehandina doza wan bo nêv astê nêvdewletî.
Komîteya diplomasî ya hevbeş biryar dan ku peywendî yê li gel civaka nêvnetewî, hemî rêkxistîyên nêvdewletî bika ji bo ku nameyeke taybet li ser ev xalên li jor hatîn bigehîne destê wan. Di heman dem da bang li tev partîyên siyasî yên Kurdistanî dike ku tevlî komîteya hevbeş bibin û bi hevre karê diplomasî biken.
KNK, YNK, GORAN, PJAK, KCP, TNKS, PDKS, KCD-E, HDP-E, TJAK-E, ENSTITUYA KURDî YA BRUKSELÊ, PYD, ESU, FEK,

F
E
E
D

B
A
C
K