Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 30.01.2016 an, civîna xwe ya heftemîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Di rojev û karnameya civînê de, bi pir alî û nêrînên cuda yên îdeolojîk û teybetmendîiyatîyên rêxistinî, bi berpirsatîyên xwe yên mêjûyî, bi rih û hîseka netewî û nîştimanî ya Kurdistanî, rewşa siyasî ya Kurdistan û guherînên li dever û navçeyê û Rojhilatanavîn bi giştî hatîne holê hatine ber behs û niqaşê. Herwiha xebatên derbazbûyî hatin nirxandin û ji bo dema pêş plansazîya xebatê jî hate çêkirin.
Kurdistan û Rojhelatanavîn di nava rewşeke aloz de derbaz dibe. Şerekî mezin li holê ye û Kurdistan ketîye nava agirê wî şerî de û ew şer li Kurdistanê bi wekalet dimeşe û tê kirin. Ji bilî hêzên nîvdewletî, dewleta Tirkîya, Îran û Erebistana Saudî beşekê sereke yê vî şerî ne. Mixabin niha giyan û malê piranîya xelkê Kurdistanê kete ber zirar û metirsiyê, bi taybetî li Şengal û deverên din yên Êzîdxanê û germiyana jêrî û herweha jî li seranserê Rojavayê Kurdistanê.
Dewleta Turkiyê bi zanîn û pilan karî hêza reş a DAÎŞ ê li hemberî Kurdistan ê bi kar bîne. Ew hewlek ji bo veguhastina şerê di navbera sunne û şîeyan heye, ji bo hundirî Kurdistanê ku ev dewlet budceyeke xeyalî li ser wê prosesê di mezêxe, armanc jê ew e ku cewhera xebata azadîxwaziya Kurdistanê ji xebateke pirrdengiyê / pirrerengbûnê, pluralîzmê pêşverû, aştîxwazî, ji bo milmilanêya navçeyîya berteng biguhere.
Di encama teslîmnebûna kurdan bi wê pilana qirêj û berdewamîya Kurdistaniyan li ser xebat û tekoşîna xwe ya rewa, dewleta Turkiyê enîyeka şer li dijî Bakurê Kurdistanê jî vekir, ku berdewamîya wê hewlê bû, ji bo lêdan û bin pêkirina destkeftiyên Kurdistaniyan ku ji hilbijartinên 7 ê hezîrana sala buhurî ve dest pê dike û heta îro jî didomîne. Tirsa hidê jî heye ku eger nikaribe rê li ber bigre, berdewamiyê zêdetir jî pê bide.
Niha Bakurê Kurdistanê, di bin gef û fişara komkujî ya dewleta Turkiye de ye. Çendîn navçeyên Kurdistanê, ji wan Silopî, Cizîrê, Nisêbîn û Sûra Amedê ketîye bin hukmê cendirmeyan û dorpêça eskertariyetê de. Ev 63 rojin Sûra Amedê, 51 rojin Cizîara Bohta bi giranî ketiye bin fişara serbazên dewletê û bi hemû tektîk û cibexana serbazî ve qetluam û terora xwe ya qirêj li dijî xelkê me bi kar tîne. Kuştî û birîndar di encama êrîşan hene û ew artêşa bêbext rê nade birîndar bigehêne nexweşxanan û bên dermankirin.
Armanca dewletê şikandina îradeya Kurdîstanîyan e! Ne tenê li Bakur, belku li hemû Kurdistanê, bi taybetî jî ya li Rojava ku xwedî destkeft û serkeftinên berdewam in. Dewleta Turkiye dixwaze, bi her bihayê be rê li ber wan destkeftî û pêşkeftinan bigre.
Civîna komîteya diplomasîya hevbeş, bi kûrî behsa qeyrana siyasî û aborîyên Başûrê Kurdistanê kir. Neserwerîya qanûn û bertengkirina azadîyan û nebûna pilanên aborî û îdarî, destkeftin û statuya Başûr ketîye ber xeterê.
Piştî serkeftina Kobanê li Rojava û berdewamîya pêşveçûna prosesa seqamgîriya armancan, mixabin hê fişara terorê û dewleta Turkiye cihê tirsê ye. Mînak Turkiye rêgirîyê ji pêşkeftinên rojavayê Kurdistanê li alî ewleyî û diplomasiyeta derve ya nêvneteweyî dike, bi taybetî ji hewlên vê dawî yên ku kurd beşdarîyê di civîna Genéve 3 de nebin û di encamê de ew civîn di wextç xwe de nehat kirin.
Bi ramaneke din dewleta Turkiye astengiyeke sereke ye li ber rojavayê Kurdistanê û bi eşkere naxwaze bibe sitatuyek siyasî.
Rojhelatê Kurdistanê, berdewam li bin siyaseta jarkirin û bêkarî û birçîkirinê de ye û roj li pey rojê rewşa aborî û jiyara xelkê bi zehmettir dikeve. Rewşa siyasî û tepeserkirina neteweyî û nebûna mafên demokrasî û medenî zêdetir fişe êxistine ser xelkê. Siyaseta zîndan, binçavkirin û îdamkirin didome. Peymanên hikûmeta Rohanî ji bo rêformê û azadîyê tenê axaftin bûn û sûd ji bo xelkê Kurdistanê û neteweyên din yên ne Fars nebûn, belkû rewş ber bi xerabtir de diçe.
Di şert û mercên weha de, bi pêwîst tê zanîn:
1- Temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Serkeftina Bakur, her weku me li Rojavayê dît, ew jî dibe bi piştgîrî ya hêz xwesta tev Kurdistaniyan be.
2- Daxwaz ji tev partî, rêkxistinên siyasî, medenî û pîşeyîyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wê qeyranê bibînin û wan destkeftan biparêzin. Herweha di atmosfereke dîmokrasî û şefaf de arîşeyên navxweyî çareser bikin. Pêwîst e rêz ji dam û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serwerîya qanûnê de derbaz bibin.
3- Bi her awayî pêwîst e piştevanîya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermîtî ya wan bê kirin. Bi heman şêwe piştgîrîya keysa Êzîdîyan ji bo nasandina zulma DAÎŞ ê li ser wan wek Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin. Hewil bê dan ku Şengal bikeve pratîka avedankirinê. Daxwaz ji hikûmeta Başûr dikin ku karê ciddî û bi lez ji bo azadkirin û vegerandina hemû girtî û esîrên Êzîdîyan bê kirin û encamdan. Pêwîst e mafê azadîyê û raderbirînê û şêwên din yên azadîyê weke mefê xwenîşandan û mangirtin û nerazî derbirînê ferahem bikin.
4- Komara Îslamîya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê ku hê berdewam e. Herwesa ew siyaseta bêkarkirin û berbilavkirina nerkotîkê li Kurdistanê bi rêve dibe, Komîteya hevbeş a dîplomasiyê bi tundî wê siyaseta dewleta Îranê şermezar dike û daxwaz dike zêdetir ji hevnêzbûna alîyan û bi hevre hevkar bin ji bo ku deng û rewatîya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigehînin.
5- Em piştgşrî ya xwe ji bo gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî û herweha gelê me yê Êzidî da diyar dikin. Ji bo komkirin û dekomentkirina suç û tawanên komkujî û jenosidê ya çeteyên Daîş`ê, ku li hemberi gelê me pêkanîye û dane ber çavên civaka nêvneteweyî, biryar hate dayîn komîteya civîna pêncemîn da hatî avakirin bê xurtkirin û karên plankirî bêne berdewamkirin.
6- Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin u bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene. Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civînê dîsan hewil û tekkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî rijd û dubare kir da ku berdewam bin bo gihandina doza wan bo nêv astê nêvdewletî.
7- Herweha hewlên insyatifa parelementerên Parlamenta Ewropa yên ku, diwazin PKK ji nav lîsta terorê derxînin bi bilindî dinirxînin û bi her awayî piştgirîya wan dikin.
8- Di heman demê de em bang li hemû partîyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku, tevlî komîteya hevbeş ya dîplomasîyê bibin û em bi hevre karê diplomasîyê bikin.
Komîteya Diplomasî Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî
02.02.2016 – Bruksel
1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê
2. YNK
3. PYD
4. GORAN
5. HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
6. Partîya Îslamîya Kurdistan –PÎK
7. KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
8. Hizbî Şûî Kurdistan
9. Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
10. Komelî Îslamî Kurdistan
11. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
12. Federasyona Êzidîyên Kurdistan
13. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
14. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
15. PJAK
16. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
17. Hizbî Ayindeyî Kurdistan
18. Nûnertiya HDP ya Ewropa
19. P.D.K.S (Partîya Demoqrata Kurdî Sûrîya)
20. P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
21. PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
22. El Partî Demuqratî Kurd – Suri – PDK-S – El Partî
23. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)
24. Partîya Kaskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
25. Enstituya Kurdî ya Brukselê
26. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
27. PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
28. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye)
29. Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
30. Dîwexanî Kurdî li Ewropa
31. Partî Sebixweyî Kurdistan