Dîwana Giştî ya KNKê li rojên 15-16ê Gulanê li Brukeslê bi rojeveke têr û tejî kom bû. Di roja destpêkê da rewşa siyasî ya Kurdistanê, navçe û dinyayê û kar û xebat û bi giştî rewşa KNKê bi berfirehî hate gotûbêj kirin. Li roja duyê ya kombûnê anku li 16ê Gulanê jî, ku roja salvegera sedemîn ya peymana Sykes-Picot e, li ser prosesa pêkhatina peymanê, encamên wê û liser rewşa îro ya herêmê, hate rawestan. Di encama kombûna Dîwana Giştî da daxuyanîyek hate amade kirin ku li jêr bo bîr û rehîya giştî radigihînin.

Îro roja sedsalîya Peymana bêyûm [bê oxir] ya Sykes-Picot e. Berî sed salan îro ev peyman hate îmze kirin ku Kurdistan û navçeya lê anku Rojhilatanavîn û Mezopotamya di navbera dewletên emperyal yên wî demî da bête parve kirin û dewletên nû bêne ava kirin. Rikeberîya di navbeyna aktorên parvekirinê da, bû sebebê dijberîya wan ya navxweyî û ev hewildana Sykes-Picot neçû serî û li pey xwe Sevr derxist. Sevrê jî cih negirt û herî dawîyê Lozan hate rojevê. Bi Peymana Lozanê, çar parçetîya Kurdistanê hate mohr kirin ku demekî reş dest pê kir di jîyana Kurd û Kurdistanîyan da. Kurdan digel hemû paşvemayîn û bêhêzîya xwe jî, ev qedera Lozanê qebûl nekirin û berxwe dan. Li bakur, li rojava, li rojhilat li başûr gelek serhildan pêkhatin. Lê mixabin ku heta dawîya sedsala bîstan Kurd li van her çar parçeyan di nav zulm û zoreke mezin da bêmaf man.

Ji salên 1990î û pê ve konjonktûreke nû û pozîtîv hate pêş li Rojhilatanavîn û li Dinyayê. Kurd li beşê başûr di nav Iraqa Federal da bûne xwudan statûyeke xweser. Vê pêkhatinê tesîreke pozîtîv li têkoşîna beşên din yên Kurdistanê kir. Di serê sedsala 21î da geşbûna doza Kurdistanê bilindtir bû. Ji sala 2012ê pê ve jî, li rojavayê Kurdistanê statûyeke bi formata kantonal ”de facto” pêkhat ku îro ber bi statûyeke federal ve organîzebûneke nû dest pê kirîye.

Îro li du beşên Kurdistanê statûyên xweserîyê hene û eve destkevtên mezin yên bizava Kurd û Kurdistanîyan e. Di pêkhatina van statûyan da rola sereke ya dînamîkên navxweyî bû, lê dînamîkên derveyî jî bûne destekdar ku Kurd û Kurdistanî îro gihiştine vê qonaxê. Digel vê rewşa nû ya pozîtîv ya li Kurdistanê jî, du beşên mezin yên Kurdistanê, Bakur û rojhilat, hêj jî di bin destê Tirkîye û Îranê da ne û ji mafên xwezayî û huqûqî bêpar in.

Di sedsalîya Peymana Sykes-Picot da, jibo çareserîya doza Kurdistanê, rewşeke pozîtîv derketîye meydanê. Di nav van şert û mercên gihiştî da, Kurd xwudan hêz in. Cîhana demokratîk jî destekê dide xwastekên Kurdan û di nexşeyê dîzayna nû ya rojhilatanavîn da Kurd xwudan statû ne. Ev herdu dînamîk di halê hazir da paralel xebata xwe didiomînin.

Di vê çarçoveyê da wekî dînamîka navxweyî, dînamîkên Kurdî û Kurdistanî li ser esasê berjewendîyên neteweyî û niştimanî divêt plan û projeyên hevrayî amade bikin û di meydana navneteweyî da bi hev ra parêzerîya doza Kurdistanê bikin.

Di sedsalîya vê peymanê da, parastin û pêşvebirina statûyên başûr û rojavayê Kurdistanê bi hêz û aqilê hevrayî, dê mumkun bibe. Herwisa encam girtina armancên neteweyî li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî bi vê tifaqa mezin ya navxweyî dê çêbibe.

Hemû Kurd û Kurdistanî divêt pozisyonên xwe yên siyasî ji bo hevgirtina mezin ya Kurdistanî kivş bikin.

Di îstifade kirina ji vê rewşa nû ya sedsalîya Sykes-Picot da, hêza hevgirtî dikare çarçoveya statûyan li gorî xwezî û daxwazên Kurdan dîyar bike. Lê heke hevgirtin nebe hingê aktorên ku dîzaynê dikin, dê çarçoveya statûyan dîyar bikin û ev rewş wê bi destxistina mafan da, dê gaveke li paş be.

KNK di vê roja sedsalîya Peymana Sykes-Picot da daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistanîyan dike, ku formên bi hev ra hereket kirinê bibînin û di pratîkê da bi cih bînin. Parastina destkevtan, zêdekirina wan bi hêza hevrayî mumkun dibe ku ev erkekî neteweyî û niştimanî ye. Îro firseteke gelek pozîtîv li pêş Kurd û Kurdistanîyan e ku esasen dostên Kurdan jî vê tifaqa mezin û xurt ji Kurdan dixwazin.

Kurd îro hevpeymanên koalisyona navneteweyî ne ku dixwaze li rojhilatanavîn guhertinê pêkbîne. Ji bo Sûrîyeya nû û Rojavayê Kurdistanê, di meydana navneteweyî da hevdîtin têne kirin. Kurd divêt bi hêza hevrayî beşdarî van hevdîtinan bibin ku encameke di xêra Kurdistanê da bi dest ve bînin.

Li başûrê Kurdistanê jî problemên navxweyî yên binpêkirina prensîbên demokrasiyê, polîtîk, ekonomîk û sosyal divêt di nav konsensûseke neteweyî da bêne çareser kirin. Tête hêvî kirin ku di serî da parlemento û hemû dem û dezgehên siyasî û îdarî bi vê şuûra neteweyî di nav hewildanên çareserîya pirsgirêkan da bin.

Li bakurê Kurdistanê dewleta Tirkîyeyê êrişeke wêranker didomîne. Ji bilî gund û mezrayan yêkser bajar jî bûne hedefa bombardumanan. Șirnex, Gever, Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Sûra Amedê û gelek cihên din hatin kavil û wêran kirin. Xelk hate koç kirin, kuşt û kaştdarî hate kirin. Jîyan li xelkê me hate heram kirin. Digel vê zulma bêtixûb jî xelkê me berxwe da û têkoşîna xwe bilind kir. Hemî dezgeh û hêzên Kurdistanî divêt di dereceya bilind ya neteweyî da, vê berxwedana bi rûmet û pîroz, destek bikin.

Herweha li rojhilatê Kurdistanê jî rejima Islamî ya Îranê polîtîkayeke berteref kirina heq û huqûqê Kurdan pêktîne. Kurd pêkve divêt piştevanîya têkoşîna xelkê me li rojhilatê Kurdistanê bikin. Ji bo rawestandina îdaman divêt xebateke xurt û berfireh bête kirin û bîr û rehîya cîhanê bête serwext kirin ku fişarê ji ser rejima Iranê kêm nekin.

Li Kurdistanê di warê tifaq û tandansên polîtîk da gavên baş têne dîtin û ev proses divêt bête destek kirin. Bi taybetî ev îtîfaq û rêkeftina di navbera YNK û Bizava Goran da hewildaneke xêrdar e,  em bawer dikin ev prosesa li hev nêzîkbûnê di berjewendiya gel û welatê me da ye. Herweha em hêvî dikin ev rêkeftin di xizmet û qazanca bihêzkirina sîstema demokrasî, şefafîyeta abûrî, reforma sosyal û polîtik û yekîtîya neteweyî da be. Em vê hewlê pîroz dikin û dixwazîn ku hemî partîyên Kurdistanî diyalog û têkeliyên bi hev re her dem zindî bigrin.

Dergehê Sêmalka divêt bête vekirin û ew ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê bête rakirin. Girtî hêlana derîyê Sêmalka û ambargo danîna ser Rojavayê Kurdistanê, vê sedsalîya peymana bêyûm ya Sykes-Picot da, xizmet ji berjewendîyên neteweyî û welatî re nake û divêt ev reftara dûrî netewetîyê bête terk kirin.

Bi giştî li çarnikarê Kurdistanê, lê bi taybetî li başûrê Kurdistanê rewşa jinê bi hemû rûyên xwe ve bête dîtin û tepeserîya li ser jinê bête red kirin, tam bereks bizava azadîyê ya jinê bi xurtî bête destek kirin.

Êrişkarîya DAIȘê divêt sist neyê girtin û ew tifaqa navxweyî ya berxwedêr ya dijî DAIȘê pêkhatî, divêt bête parastin û hêj jî bête xurt kirin.

Hemî leşkerên dewletên dagirker (teybetî yên dewleta Tirk) yên li ser axa Kurdistanê hatine cêhkirin, divêt zûtirîn demê da paşde bêne hinartin û binkeyên wan bêne rakirin. Her pêwendîyek ligel dewletên dagîrker ku zerer li berjewendîyên beşekî din yê Kurdistanê dide, nayê qebûl kirin.

Samanên bin erd û dewlemendiya Kurdistanê, mal û milkê hemî xelkê Kurdistanê ye, ne mulkê kesî yan hizibekê ye. Li ser vê bingehê KNK piştgîrîya dosya ya li dûvçûnê û şefafîyeta aborî yê  li başûrê Kurdistanê dike.

Kampanyaya ji bo ji nû ve avakirina bajêrên bakur, yên bi ber bombardumana leşker û polîsên dewleta Tirkîyeyê ketî, bi berfirehî bête destek kirin.

Gelê me yê Êzidî bi giştî û bi taybetî Șingal bi hemû karakterîstîkên xwe ve bêne parastin û ji bo azad kirina Êzidîyên di destê DAIȘê da xebateke xurt bête kirin.

Yêk ji xelkên mexdûrê Peymana Sykes-Picot jî hevqederên Kurdan, Asûrî-Suryanî-Kildanî ne. Di sedsalîya vê peymanê da divêt hemû mafên wan bêne parastin û hebûn û azadîya wan ya li navçeyê bête garantî kirin.

Girtî hêlana serokê PKKê birêz Abdullah Ocalan, mezintirîn dijminahî ye li ser prosesa çareserîya pirsa Kurdistanê. Ji bo diyalog, muzakere û pêkanîna aştîya li navbeyna Kurdistanê û Tirkîyeyê divêt zûtirîn demê da bête berdan.

Ji bo derxistina PKKê ji lîsteya terorê, divêt kampaya û hewildanên navneteweyî bêne xurt kirin.

Dewleta Tirkîyeyê dixwaze mafê destnedanê yên parlementerîyê ya parlementerên HDPê betal bike û rê li ber girtina wan veke. Divêt ev êrişkarîya dewleta Tirkîyeyê bi xurtî bête protesto kirin û piştevanîyeke germ ji bo parlementerên HDPê bête nîşan dan.

Dîwana Giştî ya KNKê, 18 Gulan 2016, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K