Li Rojavaya Kurdistanê prosesa avakirina xweserîya demokratîk gav bi gav pêsdikeve. Xelkê Kurd û
hevwelatîyên Kurdistanê, Asûrî-Surayanî, Ermenî, Ereb û yên dî ji milekê ve dijî rejima Samê û li alîyê dî jî
dijî opozisyonê welatê xwe diparêzin. Bi taybetî goya mixalifên rejima Samê yên islamîyên cîhadîst dijî
Kurdistanê serekî hovane domandin û hêj jî êris û gefên wan didomin. Ji serî were bi taybetî dewleta
Tirkîyeyê hevkarîya van hêzên islamî yên cîhadîst dikir ku serê wêranker bi temamî li axa Kurdistanê belav
bikin û bi vî rengî rê li ber avabûna Kurdistanê bigirin. Xelkê me mil bi milê hevwelatîyan welatê xwe
parastin û firset nedane van hêzên res û tarî.
Bi vêve girêdayî Gelê me ne tenê welatê xwe parast, her weha ji bo avakirina civakek hemdem û rêveberîyek
demokratîk, ji bo pêkanîna aborîyek serbîxwe jî, kete nava hewleke bê hempa û di vî warîde jî gavên mezin
hatin avêhtin. Civak bi hemi pêkhateyên xwe ve gav bi gav ji nû ve hate hûnandin û hate rêxistinkirin. Bi van
gavan bingeha xweserîya demokratîk hate avakirin.
Li ser vê, 21.01.2014 an Rêveberîya Xeserîya Demokratîk ya Kantona Cizîrê, 27.01.2014 an Rêveberîya
Xeserîya Demokratîk ya Kantona Kobanê, 29.01.2014 an dejî Rêveberîya Xeserîya Demokratîk ya Kantona
Efrînê hate ragihandin. Em vê avakirinê û van ragihandinan weke gaveke dîrokî dibînin û bi dilgermî silav
dikin û sêrîde li gelê me yê Rojava û li hemû Gelên Kurdistanê pîroz dikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavaya Kurdistanê hatiye avakirin. Ji îro pêve wezîfa mezin ewe ev
avakirin bê xurtkirin, bê parastin û bête nasandin. Bi vê munasebetê em sêrîde bang li Rêvebrîya Herêma
Basûra Kurdistanê, hemî partî, rêxistinên û sazîyên Kurdistanî dikin ku bi hemî rengî pistgirîya Rêveberiya
Xweseriya Demokratîk li Rojavaya Kurdistanê bikin û xwedî lê derkevin.
Her weha em bang li sazî û dezgehên navnetewî, dewletên têkildar û reya gîstî ya Cîhanê dikin ku vê
avakirinê gaveke mesrû bibînin û pistgirîya mafên azadî û xwerêvebirina Gelên Kurdistanê bikin.
Bi van bîr û hiziran em wekî KNK daxwaza serkevtinê ji bo berpirsiyar, rêvebir û temamî xelkê me yê
Rojavaya Kurdistanê dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
29. 01. 2014, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K