Em, dazdehemîn salvegera komkujîya Qamîşlo da şehîdên azadîyê bi rêz û hurmet bîr tînin û rejîma Beas û kujerên wê bi tundî şermezar dikin!

Rejima Beasê 12ê Adara 2004ê li bajarê Rojavaya Kurdistanê Qamişlo xwîn rijand. Hem jî di aktîvîteyeke sporê da xwîn rêht, ku spor bizaveke aştîyane ye. Di maça futbolê da muxaberata Beasê hêzên paramîlîter organîze kirin û saheya fotbolê kirine gola xwînê. Bi dehan Kurd kuştin, bi sedan jî birîndar kirin. Qamişloyê ev êrişa dijminî bê bersiv nehêla, berxwedaneke layiqî navê xwe nîşan da, serê xwe li ber êrişa muxaberat û paramîlîterên rejima Beasê ne çemand. Rejimê dest pê kir girtinên komî kirin, bi sedan kes avêtin zîndanan, şiddet û îşkence lê kirin. Rejima Beasê zulma xwe di dereceya herî bilind da bi kar anî. Lê xelkê me, Kurdistanîyan berxwedana xwe, têkoşîna xwe domand.

Îsal, 2016 dazdehemîn sala komkujîya Qamişlo ye. Xelkê me di dazdehemîn sala wê bûyera dilsoj da qedera xwe hilgirtîye destê xwe. Temenê [emrê] zulmê dirêj nîne. Xelkê me ji 2012ê were li ser axa xwe dawî li desthilata rejimê anîye û dest bi avakirina xweserîya xwe ya demokratîk kirîye. Ji ser wê komkujîya Qamişloyê dazdeh sal borîn û vê gavê li Qamişloyê bayê azadîyê rabûye û rojavaya Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tête îdare kirin. Xelkê me digel xelkên din yên Kurdistanê dest dane hev û xweserîya xwe îlan kirin û îro ji Efrînê heta Kobanî û Girê Spî û heta Dêrik û Sêmalkaya Cizîrê sê kantonên Kurdistanê hatin damezrandin. Kurdan digel hevwelatîyên xwe yên Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ereb, Turkmen û Çeçen, îdareya xwe ya xweser ava kirine û li axa xwe, li jîyana xwe û ya herî giring li paşeroja xwe xwudan derketine.

Li Rojavayê Kurdistanê îro jî şer û tekoşîn berdewame. Herêma Cizîrê bi temamî hatîye paqijkirin, herêmên navbera Kantona Cizîrê û Kobanê hatine azadkirin. Lê herêmên navbera Kobanê û Efrînê hêca destê dijminanda ne. Di nava Helebê da herêmên Kurdnişîn di bîn êrîşande ne. Êrîşê li ser gelê me bi seranserê Rojava da berdewamin. Berxwedan, xurtkirina hêza parastinê û avakirina welat kare sereke ne. Divê ev kar bi hesasîyeteke mezin bêne meşandin.

Em wekî KNK di vê dazdehemîn sala komkujîya Qamişlo da, şehîdên Qamişloyê bi rêzgirtineke mezin bi bîr tînin. Keda wan bi avê da neçû, berxwedana wan bû xîmê avabûna xweser ya îro. Di serî da berxwedana Kobanê û hemû xelkê me yê Rojavayê îro rûyê me spî kirîye û serê me bilind kirîye. Îro jî gele me yê Rojava dijî her reng êriş û operasyonan welatê xwe diparêzin. Bawerîya me bilind e ku pêkve xelkê me yê Rojava dê vê destkevta mezin biparêzin û bikine warekî nimûne yê azadî û demokrasîyê.

Konseya Rêvebir ya KNKê
11 Adar 2016, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K