Di herka dîrokê de, yek ji gelên ku rastî komkujiyan hatiye gelê Kurd e. Her komkujî sucê mirovahiyê ye û ev suc jî, di vijdanê mirovahiyê de hatiye mahkum kirin. Di her komkujiyê de mirovahî tê kustin û yek ji van komkujiyan jî li Basûrê Kurdistanê bajarê Helepçe, 16ê Adarê 1988 de pêk hat. Di heman çarçovê de, li Qamislo jî, 12ê Adarê 2004 de komkujiyek pêk hat û raya gistî ya cîhanê bêdeng ma. Balkês e ku îro jî, gelê Kurd li hemberî komkujiyan e û li darî çavên cîhanê teva li dijî gelê Kurd çekên kimyewî têne bikaranîn û komujî pêk tên. Hemberî ku ev sucê mirovahiyê li welatên ewropa û saziyên pispor, hatiye îspat kirin jî, raya gistî ya cîhanê û saziyên pêwendîdar bêdeng in.
Hemberî ku di 8ê Adarê 2012 de, li Bruksel Parlamenta Ewropa, dibin pêsengiya KNKê de Konferansa 2. ya Komkujiya Helepçe hate lidarxistin û di daxuyaniya encamê de, ji Yekîtiya Ewropa, saziyên pêwendîdar û raya gistî ya Ewropa teva hate xwestin ku, di qada navneteweyî de, li gorî rêbaz û huquqê gerdûnî gav bêne avêtin.
Dîse dibin pêsengiya KNKê de di 12ê Adarê 2012 de, li Parlamena Belçika, li ser komkujiya Qamislo konferansek hate lidarxistin. Di encameya vê konferansê de jî bang li raya gistî ya cîhanê û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku, hawar û qîrêna gelê Kurd ya dibin zordestiya rejîmên totalîter û tîranên demê de werê bibihîzin.
Gelê Kurd, di vê pêvajoya dîrokî de, rastiya xwe jî, rastiya dijminê xwe jî bas naskiriye û fîm kiriye. Bi vê têgihistinê jî, gelê kurd li dijî her cure êrîsên kujerî û antî însnaî, têkosîna soresgerî dimesîne. Pirranî di meha Adarê de ku wek meha qehremanî û xemgîniyê tê naskirin de, li dijî her cûre êrîsan, li dijî her cûre siyasetên înkar û tunekirinê, li dijî statukoparêziya wek sermezariya sedsala bîstûyekê tê qebûl kirin berxwedaneke bi rûmet dimesînê.
Êdî Gelê Kurd gihaye qonaxa ku dikare qedera xwe bikê destên xwe û jiyaneke bi rûmet biafirîne. Di heman çarçovê de gunehkariya hêzên dagirker jî, di qada navneteweyî de diqîre, di eniya dîplomatîk, arêna siyasî, labîrentên dîrokî û holka huquqî de dike rojeva cîhanê. Di kolanan de, di riyan de û li meydanan vijdanê raya gistî ya cîhanê siyar dike. Êdî gelê Kurd, di sedsala bîstûyekê de, di tevger û guhertinên herêmê de xwedî rol û mîsyoneke dîrokî ye. Di vê rol û mîsyona xwe de jî, gelê Kurd bi hestiyariyek xwedî his û ramanê têgihistî û bi berpirsiyarî tevdigere.
Em weke KNKe, di vê hestiyarî û berpirsiyariya bi his û ramanê têgihistî têkosîna gelê Kurd li welat û derveyî welat, bi dilsozî silav dikin. Ji ber ku her tevger û berxwedan, xwedî derketina li sehîdên Helepçe, Qamislo, Geliyê Tiyarê, Roboskî û xwedî derketina li komkujiyên di herka dîroka bextres teva de pêkhatine ye. Xwedî derketina li lehengên gelê Kurd ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê û li Starsbourgê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Êdî gelê Kurd, di salvegerên komkujiyên Helepce, Qamislo û hwd. de ne tenê xemgîniya xwe tîne ziman, hesab dipirse û wek dozeke mirovahiyê derdixe pês. Ev tê wateya ku gelê Kurd, li dozên mirovahiyê jî xwedî derdikeve. Ev qonax, ji bo tevahiya mirovahiyê destketinek bi rûmet û pîroz e.
Bêguman barekî giran dikevê ser milê hêzên siyasî, rewsenbîr û medya Kurd. Bi pêwana salvegera komkujiya Halepçê, em weke KNKê bang li hêzên siyasî, rewsenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd teva dikin ku, di vê qonaxa dîrokî û pirr hassas de binbarî û berpirsiyariyên xwe bînin cih. Pêwiste hêzên siyasî û kesayetiyên Kurd teva, li gorî demê û li gorî ademiyeta sedsalê tevbigerin û lîstikên dijminên dagirker bibînin.
Em weke KNKê dibêjin, hêzên siyasî, demokrat, rewsenbîr, nivîskar, akademisyen, rojnamevan û hemwelatiyên kurd teva li hemberî sehîdên Helepce, Qamislo û tevahiya azadiyê deyndar in. Xwedî derketina li nirx û destketiyên bi saya sehîdan hatine bidestxistin, tenê bi riya yekîtiya Kurdan û pêkanîna Konferansa Neteweyî ya, li ser esasê bêsderîya hemu rêxistin û sazîyên Kurdan, bi cihgirtina  di komiteya amadekar da, dikarin werin parastin.
Konseya Rêvebir
ya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê

F
E
E
D

B
A
C
K