Kombûna Giştî [Civata 11.] ya KNKê di 28 – 29ê Gulanê da li paytextê Belçîk Brukselê pêkhat.
Kombûna Giştî du roja bi rojeveke têr û tijî hate kirin û bi serkevtinî xilas bû.
Ji seranserê Kurdistanê û dîasporaya herî fireh endam, endamên çavdêr û mêhvan beşdar bûn.
Rapora xebatê ya Konseya Rêvebir amade kirî ji teref civata 11. ve hate qebûl kirin û ji bo peryoda nû ya KNKê planên nû hatin amade kirin.

Axivtin û mesajên piştgirîyê:
PKK, KCK, PÎK, PDK-Bakur, PDK [KDP], YNK, PJAK, PÇDK, PYD, Platforma Rêxistinên Hevbêş ya Sûrîyeyê, Partîya Komûnîst [Şûî] ya Kurdistanê, Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê, YNDK, Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê-Serbixwe, Yêkgirtîya Islamî ya Kurdistanê, Partîya Kesk ya Kurdistanê, Partîya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê-Başûr, Bizotneweya Damokrasîxwazên Kurdistan, Kongreya Gel, Bizotneweya Demokrat ya Yaresan, CHAK, Yêkitîya Parlementerên Kurdistanê, bi serok, nûner û mesajên xwe ve destek dane civata 11. ya KNKê û herweha dîtinên xwe yên di derbareyê yêkitîya neteweyî da bi endamên civata 11. ra parve kirin. Serokê damêzrêner û yêkemîn yê KNKê Ismet Şerîf Wanlî ji ber rewşa saxîya xwe nikarî beşdar be lê mesajek rêkire Kombûna Giştî civata 11. ya KNKê û piştevanîya xwe bi germî diyar kir.
Herweha çend şexsîyetên navdar yên biyanî, Awûkat û aktîvistê mafên mirov Barry Fisher, parlementerên Belçikî-Flamanî Mulmester Ingeburg û Carl Van Louwe jî beşdar bûn û bi axivtinên xwe piştevanîya xwe digel Kurd û Kurdistanîyan diyar kirin.
Di Civata 11. da hejmara endamên hêzî û kesî ya KNKê zêde bû. Ji partî, rêxistinên ciwana, hereketa jina û rêxistinên sivîl û demokratîk û humanîter, Instîtuyên Kurdî û hereketên dînî û bawerîyên cuda, ronakbîr û şexsîyetên serbixwe amade bûn. Bi vê Kombûna Giştî civata 11. ve hejmara endamên KNKê bû 180 kes.
Di civata 11. da li peyman û peyrevê guhorînên giring hatin kirin û KNK bi perspektîv û projeyên nû ji alîyê rêxistinî ve hate xurttir kirin.
Di civata 11. da hilbijartinên serok, konseya rêvebir û komîteya huqûqa navxweyî jî hatin kirin.
Li goreyî vê hilbijartina demokratîk ev navên li jêr ji bo serokî, konseya rêvebir û komîteya huqûqa navxweyî hatin hilbijartin:

Serok:
TAHIR KEMALÎZADE

Konseya Rêvebir: ZUBEYIR AYDAR, ADEM UZUN, ROJAN HAZIM, NÎLÛFER KOÇ, NIZAMETTIN TOGUÇ, GEORGE ARYO, HEVÎ BERWARÎ, BENGÎ HACO, MERYEM MUEZZINI, MECÎD HESO, SONGUL KARABULUT, MIRHEM YIGIT, MEDENÎ FERHO, BABAN SEQIZÎ,
Komîteya Huqûqa Navxweyî, NASIR RESÛLÎ, GELAWÊJ QADIRÎ, MAŞALLAH OZTURK, HECI SULEYMAN, RODÎ MELEK, EHMED KARAMUS, CERCUR CEMÎL
Di Civata 11. da li ser rêxistinîkirina hêz û kesên neteweyî, firehkirina terkîb û bilindkirina temsîlîyeta KNKê, çêkirina konferansa yêkitîya neteweyî û herweha li ser rewşa bi giştî ya Kurdistanê, rojhilatanavîn û cîhanê hate rawestan.

Di civata 11. da ev tesbît hatin kirin:
I. Cîhana Rojavayê giranahîya xwe ya aborî, polîtîk, sosyal û kulturî didomîne. Di nav vê blokê da Amerîka rola sereke bi giranî di destê xwe da digire. Yêkitîya Ewrûpayê [YE] herçend digel Amerîkayê tenakuz hebin jî di çarçoveya pirsgirêkên cîhanê da tifaqdarîya xwe ya digel Amerîkayê radigire. Pirozîkên di navbeyna dewletên YEyê da çu cara nabine asteng û girêbend di navbeyna wan bi xwe da. Bloka rojavayê bi giştî di mijarên stratejîk yên cîhanê da bi hev ra hereket dikin û tifaqdar in. Vê hevratîya xwe di warê çareserkirina pirsgirêkên li navçeyên cuda yên dinyayê da jî nîşan didin. Bi taybetî bi rêya dezgehê leşkerî NATOyê daberizîna xwe ya li her derê ku menfeetên wan lê hene dikin. Cîhana Rojavayê îro bi hêza NATOyê ji Asyaya Navîn heta Rojhilatanavîn û Afrîkaya Bakur hêza xwe aktîve kirîye û giranahîya xwe dide nîşandan. Rûsya di van şertên îro da zêdetir bi firsetên lokal polîtîka xwe digêrîne. Bi taybetî li Kafkasya, Asyaya Navîn û Rojhilatanavîn li goreyî berjewendîyên xwe manewrayê dike. Çîn îro zêdetir bi firehkirina bazara xwe ya aborîyê ya li seranserê dinyayê ve mijûl e. Japonya herçend bi serê xwe hêzeke mezin ya aborî û teknolojîya dîjîtal jî be li dinyayê, di warê pozisyona stratejîk da digel cîhana rojavayê bi rê dikeve.
Li ber vê tabloyê bi taybetî "Cîhana Rojavayê" ji serê salên 1990î were stratejîyeke nû daye ber xwe û bi slogana "demokrasîyê" pozisyoneke nû wergitîye. Pratîka wan ya ewilî ji Iraqê dest pê kir û di çarçoveya vê stratejîya nû da Kurdan karî xwe nîşan bidin û bi vî rengî li parçeyê başûr avabûneke nû derkete meydanê ku eve bû destkevta pêşîn ya Kurdan. Cîhana rojavayê li goreyî vê stratejîya xwe ya nû ji serê vê salê [2011] pêve destekê didine guhorînên Afrîkaya Bakur û herweha rojhilatanêzîk. Li Misirê guhorîneke li goreyî berjewendîyên xwe dîzayn kirin, nihe li ser Libyayê vê operasyona xwe didomînin û vê gavê jî dor hatîye Sûrîyeyê. Di vê prosesa nû da ji alîyê prensîbî ve ya rast ew e ku her guhorîn bi dînamîkên xwe pêkbêt û xelk rêya çareserîya xwezî û daxwazên xwe bi xwe bibînin û bi cih bînin. Lê mixabin ku sîstemên dîktatoryal ku piranîya wan bi destek û piştevanîya cîhana rojavayê li ser kar bûn, jîyan li xelkên xwe heram kirin û rê li ber hemû guhorîna girtin. Ev sîstemên dîktatoryal di roja îro da êdî berjewendîyên cîhana rojavayê jî têxin tehlîkeyê. Lewma jî cîhana rojavayê di esas da bo ewlekarîya berjewendîyên xwe rêyeke nû danîne ber xwe. Lê belê, îro em dibînin ku krîterên van destekên cîhana rojavayê ne stabîl in û bi tenê li goreyî "berjewendîyan" kivş dibin. Ev "hevkarîya bêrêzik" ya cîhana rojavayê li rojhilatanavîn bi taybetî di pirsa Kurd û Kurdistanê da gelek bi zelalî xuya dibe. Amerîka û YE li Iraqê bi hev ra hereket dikin, li goreyî armanc û berjewendîyên xwe destek dane avabûna Kurdistana Federal ya di nav Iraqa Federal da ku em jî di çarçoveya maf û berjewendîyên neteweyê Kurd û Kurdistanê da piştevanîyê dikin. Lê ev pozisyona wan ya destekdayîna "guhorînên navçeyê" bi eynî standartê bi rê nakevin. Li Iranê bi rengekê, li Sûrîyeyê cuda û li Tirkîyeyê bi timamî konsepteke ”derveyî rûtînê” bi kar tînin.

II. Tirkîye wekî endama NATOyê digel ku di nav xwe da bi giştî polîtîkên antî demokratîk, li Kurdistanê jî sîstemekî kolonyal, dagîrker û asîmîlasyonîst bi kar tîne jî, lê dîsa ve "diskrîmînasyoneke pozîtîv ya taybetî" dibîne ji teref cîhana rojavayê û bi taybetî jî ji Amerîkayê. Tirkîye kartê xwe yê NATOyê baş difiroşe li cîhana rojavayê. Di pirsgirêkên navçeyê û hetta Asyaya Navîn da, wekî Afganistanê, bazareke bi dilê xwe dike digel cîhana rojavayê. Cîhana rojavayê ji ber van sebeban çavê xwe li antî demokratîzma Tirkîyeyê ya li ser Kurd û Kurdistanê digire û hetta hem çekên sivik û giran difiroşinê hem jî bi desteka lojîstîk hevkarîyeke mezin digel dikin. Tirkîye ji ber vê endametîya xwe ya NATOyê xweşbînîyeke bêtixûb dibîne ji cîhana rojavayê. Lewma jî dewleta Tirk di pirsa Kurd û Kurdistanê da gavên pêkhatineke maqûl naavêje û tam berevajî wê, polîtîka şiddetê zêdetir bi kar tîne. Dewleta Tirk vê gavê bi hizaran polîtîkerên Kurd girtine û ji alîyê leşkerî ve jî ji xwe ev demekî dirêj e operasyonên gelek xedar pêktîne. Hema di van du mehan da nêzîkî çil gerîlla şehît kirine. Dewleta Tirk zulm û zora ertêşê û polîsî digel sîstemê dadgehê adeta kirine toka mirinê di stuyê gelê Kurd da. Ji ber van binpêkirinên maf û azadîyan yên dewleta Tirk, divêt rexne li cîhana rojavayê, li Amerîka, li YEyê bête kirin ku li normên xwe yên ”demokrasîyê” sadiq bin û li terefê azadîxwaz û demokrasîxwazan bin ku eve terefê Kurd û Kurdistanîyan e.

III. Digel ku zulma dewleta Tirk hinde zêde bûye û hatîye merheleyeke nû, lê bizava berxwedana gelê Kurd û Kurdistanîyan jî hatîye qonaxeke nû. Xelk êdî pêkve li ser pêya ne. Bajêr bûyne çeperên têkoşînê. Şerê mezin nihe ketîye nav cade û kolanan û xelk bi zarok, jin, mêr û pîrên xwe ve bêyî tirs li pêş êrişa leşker û polîsan radiweste. Di vê sekina xelkê Kurd ya bi rûmet ya li beramberî dewleta Tirk da tovê hêvîya mezin şîn bûye. Ew hêvî serkevtina bizava neteweyî ye. Dîtina vê encamê ne dûr e. Ev pêla nû rabûyî gelek bi esasî ji binî ve têt û dê bibe tsûnamîyeke mezin û bi ser dewleta Tirk da herike. Li Tirkîye û Kurdistanê di van şert û mercan da hilbijartin dê pêkbên. Encamên hilbijartina 12ê Hezîrana îsal dê bibine pêlikên ewilî yên rabûna Kurd û Kurdistanîyan. Tête hêvî kirin ku di van hilbijartinan da hejmareke bilind ya parlementerên Kurd, Kurdistanî û tifaqdaran bêne hilbijartin ku çeperê parlementoya Ankarayê jî bibe zemînekî giring yê têkoşîna neteweyî û demokrasîyê. Ji ber vê yêkê em bangî Kurd û Kurdistanîyan dikin ku destekdayîna namzetên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê wekî erkekî neteweyî bibînin û bi her rengî hevkarîyê digel namzetan bikin û li sindoq û rehîyên xwe xwudan derkevin û namzetên Blokê rêbikin Parlementa Ankarayê ku wê parlementê jî bikine çeperê bizava neteweyî.

IV. Li alîyê dî pirsa Kurd û Kurdistanê îro hatîye qonaxeke nû. Vê gavê dewleta Tirk digel serokê PKKê birêz Ocalan di hefsa giravê Imralîye da hevdîtina dike. Em van hevdîtinan gelek giring dibînin. KNK hêvî dike ku ev diyaloga heyî hilkeve dereceya muzakereyeke encamgir ku çareserîyeke maqûl jê derkeve. Tête dîtin ku birêz Ocalan di van hevdîtinan da reftar û helwesteke çêker nîşan dide û rê li ber pêşhatinên demokratîk vedike. Lê belê bi van êrişkarîyên dawîyê em dibînin ku dewleta Tirk vê pozisyona pozîtîv ya Ocalan bi başî û layiq bi kar nayîne. Em wekî KNK piştevanîya pozisyona Ocalan dikin û bang li dewleta Tirk dikin ku vê firsetê ji dest nerevînin û daxwazên demokratîk yên Kurd û Kurdistanîyan qebûl bikin û di pratîkê da bi cih bînin.

V. Bizava neteweyî li rojhilat jî her diçe pêş dikeve. Dewleta Iranê di destê vê rejima hov ya Ayetullahan da ketîye krîzeke kûr. Rûyê vê rejimê ne li nav xelkên xwe, nejî li dinyayê maye. Rejim tenê bi şiddetê xwe radigire. Polîtîka "çeka nukleer" bo xwe kirîye zirh û metal û bi vê stratejîyê dixwaze jîyê desthilata xwe ya nemirovî dirêj bike. Polîtîka Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê ya beramberî rejima Ayetullahan di van deman da gelek li ber çavan nebe jî didome û berpêyên rejimê teng bûne. Amerîka û YE piştî van bûn û bûyerên li Afrîkaya Bakur û rojhilatanêzîk li keysekê digerin ku rejimê tengav bikin û rê li ber hilweşîna wê vekin. Kurd hem bi serê xwe, hem jî digel tifaqdarên xwe divêt xwe amadeyî pêşhatinên muhtemel bikin ku rola xwe ya demokratîzasyona li Iranê bi cih bînin. Di vî warî da em bi giringî li ser yêkitîya hêz û kesên Kurd û Kurdistanî yên li Rojhilat radiwestin û divêt hemû hez û kesên Kurd û Kurdistanî li Rojhilat enîyeke neteweyî pêkbînin û bi hev ra konferanseke hêz û kesên neteweyî yên Rojhilat çêbikin û dijî rejima Ayetullahan çeperekî xurt û saxlem ava bikin ku di pêşhatineke nû ya li navçeyê bikarin rol û misyonê xwe yê pêşengîyê û rêvebirin û kontrolkirina bizava neteweyî bi esasî bikin.

VI. Berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd ya li rojavayê, li Sûrîyeyê jî berdewam e. Rejima Sûrîyeyê di van deman da ketîye nav tengavîyeke mezin. Pêla xelkî ya ji Afrîka Bakur dest pê kirî nava Sûrîyeyê jî hejandîye û ev rewşa aloz hatîye merheleyeke nû. Şertên hilweşîna rejimê pêkhatine. Xelk bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan dide. Xelkê Kurd jî vê nerazîbûna xwe bi rengekî sivîl û demokratîk dide nîşandan. Amerîka û YE di pirsa Sûrîyeyê da li goreyî berjewendîyên xwe "hêdî û hessas" hereket dikin. Digel hindê jî guhorîneke giring dê li Sûrîyeyê pêkbêt. Herçend rejima Sûrîyeyê pêyê xwe asê dike û şiddeteke bêtixûb bi kar tîne jî lê eve nabe sebebê mayîna rejimê. Zemînê rejimê hatîye leqandin. Kurd divêt bibine parçeyekî xwudan erk û rol yê prosesa nû ya guhorînê. Lê ji bo vê yêkê divêt hem polîtîka xwe ya berxwedanê bidomînin, xurttir bikin, hem jî di nav xwe da enîyeke herî fireh pêkbînin ku bikarin di rûdanên nû da bizava xelkî mobîlîze û kontrol bikin û xwe bikine hêzeke esasî di nav Sûrîyeyê da. Guhorîna rejima Sûrîyeyê li ber derî ye û hemû dînamikên bizava xelkê Kurd divêt amadekarîyên xwe yên pêdivî bikin û bi konferanseke berfireh xwe hazirî hemû şert û mercan bikin ku di demekî wisa da destkevtên xwe biparêzin û rola xwe bileyizin.

VII. Heke em li seranserê Kurdistanê û konjonktura rojhilatanavîn û dinyayê binêrin, prosesa pêşkevtina doza Kurdistanê bilind e û pêşîya xelkê Kurd ronahî ye. Wext û bûyerên diqewimin şansê serkevtina Kurdan zêdetir dike. Prosesa guhorîna li navçeyê hêdî, bi vîraj, evraz û nişîvî jî be didome û Kurd divêt bibine parçeyê esasî yê vê  prosesa nû. Kurd bi hêz û organîzebûna xwe, bi têkoşîna xwe hazirî van pêşhatinan in. Li vê derê xala giring û jîyanî tifaqa navxweyî ya Kurdan e. Di vî warî da pêşhatinên pozîtîv têne dîtin. Bîr û bawerî û hissîyata yêkgirtina neteweyî di nav Kurdan da geş dibe û divêt ev xeleke neyê berdan. Nimûneya dawîyê jî tifaqa li bakur ya di pêşengîya Kongreya Civata Demoktatîk [KCD] da pêkhatî ye. Di hilbijartinan da rêxistin û şexsîyetên Kurd û Kurdistanî tifaq çêkirin û bi daxuyanîyekê jî deklare kirin. KNK van gavên tifaqî yên nav Kurdan gelek rast û di cih da dibîne û destekê didê. Dîsa di pêşengîya Kongreya Civata Demokratîk [KCD] da heyeteke fireh seredanîya Kurdistana Federal kir û digel serok û rêvebirên Kurdistanê hevdîtin pêkînan û di encama vê seredanîyê da biryara çêkirina ”Konferansa Yêkitîya Neteweyî ya Kurdistanê” hate deklare kirin. Em vê gava nû bi germîyeke hêvîdar pêşwazî dikin û piştevanîyê lê dikin. Kurd û Kurdistanî vê sozdayîna çêkirina ”Konferansa Yêkitîya Neteweyî” li payîza îsal divêt bi hissîyateke mezin ya neteweyî taqîb bikin û li ser rawestin ku gavek ji vê biryarê paşve neyê avêtin. KNK bi navê Kurd û Kurdistanîyan dê li ser vê yêkê bi giringî raweste ku ji bo van pêkhatinan bi salan e xebatê dike. Em hêvî dikin ku di warê tifaqa navxweyî da ev gavên têne avêtin bi programên pratîk jî bêne mayînde kirin.
Bi vê xalê ve girêdayî em dixwazin bi kurtî li ser rewşa Kurdistana Federal jî rawestin. Wekî hercar em bêjin, şik têda nîne ku başûr destkevteke mezin ya hemû Kurdan e û em pêkve destekê didine avabûna Kurdistana Federal û ji bo serkevtina têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê li seranserê welat çeperekî xurt û saxlem dibînin. Lê digel vê tesbîtê em herweha dixwazin ku li vî beşê welatê me yê azad, demokrasî û azadîyeke kamil jî pêşbikeve û cih bigire. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan dijî rejima Seddam û Beasê têkoşîna azadî û demokrasîyê dan û serkevtin. Lê vê gavê divêt azadî û demokrasîyê li nav welatî ava bikin. Hêvî dikin ku ji rêvebirîya politîk heta hemû dem û dezgehên sivîl û demokratîk û xelkê Kurd ji bo pêşkevtina mafên mirovî, azadî û demokrasîyê seferber bibin, erk û wacibên xwe bi cih bînin. Kurdistana Federal di vê okyanûsa antî demokratîk ya rojhilatanavîn da divêt bibe giravekî azadî û demokrasîyê. Xelkê Kurd û Kurdistanîyan digel zengînîya jîyanê herwisa hewcehî bi zengînîya maf û azadîyan jî heye. Li ber vê rastîyê dîsa hêvî dikin ku demokratîzasyona li Kurdistana Federal bi timamî bi reng û şêweyên demokratîk pêkbêt û desthilata polîtîk xweşbînîyeke bêtixûb nîşanî demokrasî û azadîxwazan bidin. Xelk jî bo mafên xwe yên demokratîk divêt mutleq ji rêya demokratîk dernekevin û di metodên demokratîk da israr bikin û bigihine xwezî û daxwazên xwe. KNKê di vî demê kurt da kar û xebatên xwe li ser vî esasî bi rê ve birine û daîm ji bo pêşkevtina başûr kar kirîye.

VIII. Nifûseke boş ya Kurdan li çarnikarê dinyayê belav e û dîasporayeke fireh ya Kurdî pêkhatîye. Ji bilî bajêrên dewletên serdest yên Kurdistanê, nufûseke boş ya dîasporaya Kurdî li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] kom bûye. Li Rûsya û Kafkasyayê, li Xoresanê, li Lubnanê, Urdunê gelek ji berê were Kurd hene, li Awustralya, Amerîka, Kanada û Israîlê jî dîasporaya Kurdî pêk hatîye. Xebatên neteweyî yên di nav dîasporaya Kurdî da digel hemû zor û zehmetîyan pêşdikevin. Ji alîyê polîtîk ve bilindbûna hissîyata neteweyî û li bihayên neteweyî xwudanderketinê organîzebûneke xurt heye. Lê problemeke esasî ya li nav Kurdên dîasporayê parastina huvîyeta neteweyî ye. Di serê wan da jî ziman têtin. Nifşê nû mixabin ku di nav çerxa asîmîlasyona dewletên lê dijîn da dihelin. Kultura neteweyî digel asîmîlebûna zimanê Kurdî berze dibe. KNK di serî da ziman û hemû kar û xebatên kultur û hunerî yên neteweyî dike û dê van karên xwe bidomîne. KNK dixwaze bi giringî bala hemû dem û dezgehên neteweyî bikêşe ku pirsa ziman divêt sist neyê girtin û ji bo perwerdeya zimanê Kurdî û herweha perwerdeya bi zimanê Kurdî xebat, plan û projeyên nû bêne kirin. Divêt bête zanîn ku parastina zimanê Kurdî garantîya paşeroja neteweyê Kurd e.

IX. Kombûna Giştî [Civata 11.] ji bilî van tesbîtên hatine kirin ev daxwazên aktuel û giring jî bi lezînî kirin.
a. Kurd û Kurdistanî li Tirkîye û Kurdistanê divêt bi hejmareke herî bilind beşdarî hilbijartinên 12ê Hezîranê bibin û destekê bidine namzetên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê.
b. Ji bo azadîya serokê PKKê Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk xebatê bikin û bi taybetî bo zîndanîyên Kurd û Kurdistanî û kêmanîyên dî yên li Iran û Kurdistanê yên li ber idamê xebateke neteweyî û navneteweyî bête fireh kirin.
c. Ji bo tifaqa navxweyî fedakarî û têkoşîn bête bilind kirin û temsîlîyeta neteweyî ya di civata 11. ya KNKê da pêkhatî bête mezintir, firehtir û xurttir kirin.
d. Xweza û jîngeha Kurdistanê bi berpirsiyarîyeke mezin ya neteweyî û mirovî bête parastin.

X. Kombûna Giştî [Civata 11.] ya KNKê bi van bîr û hizir û hissîyata herî bilind ya neteweyî daxwazê ji Kurd û Kurdistanîyan dike ku di pêkînan û bi cih înana xwastek, erk û wacibên neteweyî da, yêkgirtin û tifaqa navxweyî daîm di nav xweşbînîyeke herî fireh da ji bo doza mezin, doza Kurd û Kurdistanê xebat û têkoşînê bêyî westan û rawestan bikin û bidomînin.

Kombûna Giştî [Civata 11.] ya KNKê
Konseya Rêvebir ya KNKê
29 Gulan [May] 2011, Bruksel

 

F
E
E
D

B
A
C
K