Pistî avabûna Kurdistana Federal xelkê Kurd digel kêmanîyên li Kurdistanê nihe li Rojavayê jî li ser rêya
avakirina statuyeke xweser in û di vî warî da merheleyên mezin li pas xwe hêlane. Kurd dixwazin Sûrîyeya
Demokratîk û Federal pêkbêt û di nav vê pêkhatina nû da bigihine statuya xwe ya xweser û ji xwe hêj ji nihe
ve parastin û îdareya welatê xwe hilgirtine destê xwe û têkosîna xwe didomînin.
Dewleta Tirk ji bilî êriskarîya xwe ya li bakur, nihe cepheyê ser fireh kirîye û dijî destkevta li Rojavaya
Kurdistanê di nav pozisyoneke gelek êrîskar da ye. Hêzên paramiliter organîze dike û lojistik destekê didê û
rêdike Kurdistanê ku ajawe û xirabkarîyê bikin.
Dewleta Tirk ev cepheyê ser heta meydana dîasporaya Ewrûpayê jî berfireh kirîye. Kustina Sakine Cansiz,
Fîdan Dogan û Leyla Saylemezê li merkeza Parîsê nîsana vê yêkê ye. Dewleta Tirk ev demeke ku bi taybetî
ajan û tîmên xwe yên kustinê wezîfedar kirine li saheya Ewrûpayê. Dewleta Tirk bi kustina sê jinên Kurd yên
têkoser û aktîvistên doza Kurd û Kurdistanê cepheyekî ser li Ewrûpayê jî vekir ku hem Kurdan û dewletên
Ewrûpayê bîne beramberî hev, hem jî nufûsa Kurd sewqî nav atmosfereke neewle bike ku têkosîna li
derveyî welat sist û lawaz bike. Hukûmeta Tirk û di serî da Erdogan bi van hemleyên nû li Ewrûpayê askera
gefan li xelkê Kurd dike ku ew nahêlin Kurd li Ewrûpayê di nav aramîyê da kar û xebatên xwe yên polîtîk,
demokratîk û dîplomatîk bikin.
Hukûmeta AKPê û serokwezîr Erdogan li milekê dibêjin ku ew dê bi rêya diyaloga digel serokê PKKê Ocalan li
çareserîya pirsa Kurd bigerin, li milê dî dibêjin pirseke bi navê ”Kurd” nîne!. Herwisa goya hem rê li ber
hevdîtinan vedikin, li alîyê dî bombardumana li ser Kurdistanê di dereceya herî bilind da didomînin,
gerîllayan bi çekên kimyayî dikujin, gundan didin vala kirin, polîtîkerên Kurd ref ref digirin diavêjin zîndanê.
Digel van hemû êriskarîyan di serî da Ocalan, PKK, KCK, KCD, BDP û kesayet û rêxistinên dî yên neteweyî
terefdarê domandina diyalogê ne. Em jî wekî KNK pistevanîya vê prosesê dikin. Lê hukûmet bi pratîka xwe
ya siddet û êriskarîyê hedefa xwe ya diyalogê jî berhewa dike û vala derdêxe.
1999
Hukûmetê xuya ye ev prosesa nû li ser esasê skandin, berterefkirin, lawaz kirin û têkbirina terefê Kurd ava kirîye. Dixwazin carina hevdîtinan bikin, lê di esasî da girtin û kustinê bidomînin û di encam da bi terefê Kurd yê lawaz kirî planê xwe yê bêyûm bidine qebûl kirin. Di planê hukûmetê da tistê zelal têkbirine. Heke dewleta Tirk, hukûmeta Erdoganî dixwazin ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê çareserîyek bête dîtin, hingê divêt di gava ewil da komple êrisên xwe rawestînin.
Li ber vê rastîyê terefê Kurd divêt rasyonel hereket bike, xwe ji diyalog û hevdîtinan dûr neke lê xebata xwe jî sist neke û paralelî hevdîtinan têkosîna xwe bilindtir bike û pozisyona xwe bi her awayî saxlem bike.
Kurdistana Federal wekî bingehekî neteweyî divêt di nav xwe da hem ji bo xwe hem jî ji bo bi gisti Kurd û Kurdistanê di nav aramî, ewlehî û yêkitîyê da be, hem jî digel hukûmeta Bexdayê di nav ahengê da pirs û pirsgirêkan çareser bike. Hukûmeta Bexdayê jî divêt erkên xwe yên makqanûnî yên beramberî Kurdistanê bê qeyd û sert bi cih bîne.
Têkosîna xelkê Kurd li Rojhilatê li dijî rejima Iranê jî dom dike. Di polîtika êriskar ya rejima Iranê da jî kêmbûnek nayê dîtin. Hêj jî girtin, kustin û bi taybetî îdam têne domandin. Lê xebat û têkosîna azadî û rizgarîyê ya xelkê Kurd û Kurdistanê jî bi serkevtinî didome.
Xelkê Kurd di nav agirê Rojhilatanavîn da serê man û nemanê dide. Daku di vê têkosîna giran da serkevtin pêkbêt, Kurd beramberî çembera dijminan divêt yêkdeng bin, bi tifaq bin, di nav yêkitîyeke xurt û mezin da bin. Çu luksa Kurdan nîne ku hevdu red bikin, digel hevdu di nav têkilîyê da nebin, bi hev ra xebatê nekin û têkosînê nedin. Kurd li beramberî çeperên birandinê yên dewletên dagirker mecbûr in ku hevçeper bin, hêzên xwe bikin yêk ku bikarin van planên dijminane betal û tarûmar bikin.
Bi taybetî li rojavaya Kurdistanê xelkê Kurd û kêmanîyên li Kurdistanê di nav serekî mesrû yê parastinê da ne. Li dora rojavaya Kurdistanê ablûkayeke ecêb hatîye vehûnandin ku têkosînê bifetisînin. Di vî warî da dewleta Tirk serî dikêse. Di demekî hinde nazik û hessas da divêt Kurdên parçeyên dî hevkarîya xwe kêm nekin, ji alîyê mali, erzaq, derman û pistevanîya manewî û pratîk ve aktîv bin û çi lazim be bikin.
Daxwazên me:
Dewleta Tirk divêt qebûl bike ku sertên diyalog û hevdîtinan yên digel Ocalanî bêne wekhev kirin. Heta ku metodekî maqûl yê hevdîtinan neyê tesbît kirin pêskevtin nabe. Ji bo vê jî divêt Ocalan bête serbest kirin. Diyaloga rast li ser maseyê rûnistina heyetan e. Li milekî maseyê divêt Ocalan û heyeta xwe, li milê dî yê maseyê jî Erdogan û heyeta xwe divêt rûnin û dest bi muzakereyê bikin, çarçoveya polîtîk zelal bikin û detayan dewrî heyetên teknîk bikin. Pistî amadekirina planê li hev hatinê dîsa ve Ocalan û Erdogan bi heyetên xwe ve rûnine ser maseyê û bigihin encamê. Metodê rast û durust ev e. Tarzê dewleta Tirk û Erdoganî ne tarzê pêkhatin û çareserîyê ye. Ew bi vê reftara xweya negatîv berê herikîna avê didine evrazî ku ji vê yêkê çareserî dernakeve.
Iran divêt zûtirîn dem îdaman rawestîne, girtîyên polîtîk serbest bike û digel pêsengîya polîtîk ya bizava neteweyi ya Kurd û Kurdistanê temasê bigire û rê li ber çareserîya pirsa Kurdistanê veke.
Dewleta Fransa divêt endamê Konseya Rêvebir ya KNKê Adem Uzun serbest bike.
Herweha dewleta Fransa divêt kustina Sara Sakine Cansiz, Rojbîn Fîdan Dogan, Ronahî Leyla Saylemez bi hemû detayan ve ronahî bike û hêzên tarî yên li pist lolebkêsan askera bike û bide ber dadgehê.
Dewletên Yêkitîya Ewrûpayê divêt peymanên ewlekarîyê yên digel dewleta Tirk yên dijî Kurdan betal bikin. Herweha li ber gefên serokwezîrê hukûmeta Tirk, divêt di cografyaya xwe da ewlekarîya Kurdan temîn bikin.
Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê [USA], Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî [UN] û dewletên cîhanê yên bi Rojhilatanavîn ve peywendîdar divêt beramberî daxwazên xelkê Kurd û pirsa Kurdistanê adil bin û hevkarê çareserîyê bin.
Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî, li welat û derveyî welat, divêt beramberî her reng êriskarîyên dijminan hisyar bin, parastina xwe bi hevrayî bikin, organîze bin û têkosîna xwe, berxwedana xwe ya demokratîk sist nekin, tam bereks ges û gurtir bikin ku planên dijminan bêne pûç kirin.
Agahdarî:
KNK di 14. salîya xwe da xwe ji alîyê endaman ve nû dike. Îsal demê hilbijartina endamên nû ye û li rojên 25-26ê Gulana îsal [2013] dê Kombûna Gistî [Civata 13.] ya KNKê bi endamên nû ve pêkbêt. Di vî warî da komîteya hilbijartinê hatîye teskîl kirin û dest bi xebatê kirîye. Konseya Rêvebir dê li goreyî Peyman û Peyrevê ji navên hatine tesbît kirin û pêsniyar kirin, endamên nû destnîsan bike. Endamên nû dê berî Kombûna Gistî mehekê bêne agahdar kirin ku karê hatina xwe bikin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
26. Kanûna Pasîn [January] 2013, Bruksel