Ji bilî arîşe û alozîyên di navbera Kurdistan û bexda yê de, cî bi cî nekirina madeya 140 ê, ne şandina para budce yê û ne hevçeperî ya bexda û Kurdistanê li hember êrişên DAÎŞ ê. Niha bajêrê Xurmatû û deverên din yên başûrê Kurdistanê ketine ber gef û zextên “ heşda şeabî “. Ev hêza çekdar, li gor belge u daxuyanîyan, gardeke şîee mezheb ya erebî ye û rastewxwe li bin kontrola dewleta Îranê ve ye.
Ne Cihê gumanê ye di van şerên ku li ser sinûrên Kurdistan û sunemezhebên Îraqê yên li hember DAÎŞ ê tê kirin, hêzên kurd û Kurdistanî, ne tenê bi bihêztirîn, lehengtirîn û rêkxistîtirîn hêzin, belku hêzekin ku sekolaristin û rêzê li tevcore dîn û bawerîyekê digirin. herweha ew hêzin ku bûne cihê bawrîya pêkhateyên din yên deverê jî. Nimûneya rêveberî ya îdareya Kerkukê da gelek caran kurdan ji dana mafan ji bo pêkhateyên din, zirar pêketî ye û ji gelek mafên xwe bê behr bû ye.
Hêzên Kurdistanî yekem hêzin yên ku di şerên çeperan de zêtirîn şehîd û qurbanî dane. Başûrê Kurdistanê bûye biheşta ewlehî û parastina şîee, sunne û li hembêzkirina xiristîyanên nava Îraqê ewên ji ber şer û zulma DAÎŞ ê di bezin. Mixabin helwîsta dewleta Îraqê li hember van rastîyan, wek pêwîst posetîv ne bûye. Gelek caran biryar û binemayên destûrî û qanûnî hatine bin pê xistin û ji alî siyasî, leşkerî û aborî de fişar û zextên mezin danîne ser herêma Kurdistanê.
Yek ji xirabtirîn corên şerfirotinê yên li dijî herêma Kurdistanê, niha ewa “ Heşd Alşeibî “ ye. Bi eşkere diyare ku ev hêz ji bo merema jarkirin “ lawazkirin” û dagîrkirina sinûrên germiyanê ye li herêma Kurdistanê, ev navçe ji deverên bi mifa û axa bi bereket a çandinê û deşteka bi berhem û herwesa ya sitratîjîk e. Gel û pêkhateyên vê deverê bi astekê berçav û baş li hev bûne û pêkve jîyan qebûl kirî ye. Desttêwerdana dewleta Îraqê û dewletên derdor ji bo têkdana aramî û duberekî çêkirinê nayê qebûl kirin û ji alî Kurdistanîyan ve berevanî jê tê kirin. XURMATÛ devereka veqetîyayî bû ye ji Kurdistanê, piştî ku Kurdistanîyan karîn ji êrişên DAÎŞ ê biparêzin û bi awakî asayiş û êmnahî yê ferahem biken, neyarên Kurdistanê ji bo dagîrkirin û têkdana rewşê ketine karê tevlîhevîkirinê û arîşe çêkirine, heta parekê hêzên Kurdistanê bi enîyeka din mijûl biken î serkeftinên li Şengal û hûl û deverên din pê veşêrin.
Pêwîste hemû Kurdistanî ji van metirsî û gefan fêm biken û yekdeng û hevçeperî li hember va core hewlan rawestin. Di heman dem da pir giringe ku ji çarçoveya pirensipên xweparastina rewa da kar bê kirin. Bi vê ramanê ku Kurd rêzê li hebûna pêkhate û ayin û mezhebên din digire. Ev arîşên han arîşeyên nava Sune, Şîee û Kurdan û turkumanan de nîne, lew pêwîste ew pêkhateyên din jî ji van gef û metirsîyan re bên hişîyar kirin û da nekevine nêva şerekê li dijî gele Kurdistanê, ku li dawî yê zirarmendê yeke her dê ew bin. Bi taybetî piştî rizgarkirina Şengal û şikestinên dewleta Tirkiya yê û serkeftinên Kurdistanî yan li Rojava, neyarên me dê mifa yên meezin ji ne seqamgîrî ya Kurdistanî yan girin. Her ji ber wê yeke jî hewla çêkirina tevlîhevî û duberekî û tirşe didene ber Kurdistanê.
Li ser wî esasî bersiva herî pozetîf ya Kurdistanîyan ewe, ku berdewamî yê bi aşîtî û birayî û pêkvejîyanê bi den. Kurd çeper valaker nîne û teslîmbûnê qebûl nake û Kurdistanîyan biryar daye, ku li ser axa xwe bimîne û serbilind û azad û serbixwe têde bijî.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e daxwaz ji hemû alîyên Kurdistanî dike, çim ezin çi biçûk, ku bi hest û hiseke Niştîmanî ya bilind û berpirsatî ya dîrokî ve serederî yê di gel vê rewş û doxê da bike û ji pîlan û pilanên dagîrkeran agedar bin. Xwest û xwezîya aşîtî yê xala lawaza me nîne, Aşîtî xala îrade û bi hêzî ya meye.

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e
16. 11 – 2015 – Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K