Konsey li ser rewşa bi giştî ya polîtîk, bûn û bûyerên li Kurdistanê û dorberê rûdayî û herweha pêşkevtina bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê rawesta û biryarên giring û pêdivî standin û herweha planê xebata xwe kivş kir.

I. Xebata rêxistinî:
Komisyon û komîteyên KNKê hatin tesbît kirin û planê xebata KNKê hate amade kirin.
Nîlûfer Koç
Dr. Bengî Haco
bûne cihgirê serokê KNKê.
Songul Karabulut bû seroka Komisyona Karê Derve
Rojan Hazim bû serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê
Nîlûfer Koç bû seroka Komisyona Jinan
Hêvî Berwarî bû seroka Komîteya Xweza û Jîngehê
Medenî Ferho bû serokê Komîteya Çapemenîyê
Ji bo acîlîyeta Rojhilat û Rojava di nav konseyê da amadekarîyên taybetî hatin kirin û bo Rojhilat Baban Seqizî û bo Rojava Dr. Bengî Haco hatin wezîfedar kirin.

II. Prosesa polîtîk
Li goreyî pêşhatinên cîhanê, rojhilatanêzîk û rojhilatanavîn, proses di lehê Kurd û Kurdistanê da pêş dikeve. Rejimên dagîrker, di serî da Tirkîye û herweha Iran û Sûrîye li hemberî bizava neteweyî ketine nav krîzeke kûr. Bi taybetî pêlên şoreşa neteweyî û demokratîk li bakur bilind bûne û her diçê zêdetir dibin. Hilbijartinên 12ê Hezîranê [2011] nîşaneya vê yêkê ne. Xelkê Kurd û Kurdistanê di warê demokrasîyê da derseke mezin da dewleta Tirkîyeyê. Digel hemû zulm û zora dewletê, Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê ya ku bi pêşengîya Kongreya Civata Demokratîk [KCD] pêkhatî, bi namzetên serbixwe serkevtineke mezin bi dest xistin. KNK ji ber vê serkevtinê gelê Kurd û Kurdistanîyan û herweha tifaqdarên Tirkîyeyê pîroz dike. Di van hilbijartinan da derseke dî ya demokrasîyê hate dan bo dewleta Tirk. Bizava neteweyî namzetek ji yêk gelên herî kevin yê Kurdistanê ”Asûrî-Suryanî-Kildanî”yan bi dengên herî bilind hilbijart. Dîsa sê kês ji Tirk û gelên dî yên Tirkîyeyê dane hilbijartin. Xelkê Kurd û Kurdistanîyan biryardarîyeke dî ya mezin nîşan dan û şeş polîtîkerên ku ji doza KCKê hatine girtin bi dengên bilind hilbijartin û kirin wekîlên xwe. Hilbijartinan nîşan da ku bizava neteweyî hatîye qonaxa bi destxistina mafên neteweyî. Lê belê, dewleta Tirk tehemmula vê serkevtina li hilbijartinan nekir û şeş parlementerên girtî bernedan û di ser da jî parlementerîya Hatîp Dicle betal kirin. Bi navê Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê di serî da KCD, BDP û tifaqdaran biryara ”Boykot”ê dan ku neçine meclisa Ankarayê. KCKê û serokê PKKê birêz Ocalan jî destek dane vê biryara boykotkirinê. KNKê ji destpêka prosesa hilbijartina ve destnîşan kiribû ku heke hukûmeta Tirk rê li ber parlementerên Kurd bigire divêt reaksiyoneke xurt bête nîşandan. Ji ber vê yêkê em wekî KNK vê biryardarî û pozisyona parlementerên serbixwe yên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê rast dibînin û piştevanîyê lê dikin û daxwazê ji Kurd û Kurdistanîyan jî dikin ku bi germî û dînamîzma herî bilind destekê bidinê. Dewleta Tirk heke dixwaze li nav Tirkîyeyê aştî û aramî pêkbêt divêt ji vê polîtîka xwe ya dijî Kurd û Kurdistanê berde û digel pêşengên bizava Kurd û Kurdistanê rûne ser maseya lihevhatinê û daxwazên meşrû û maqûl yên Kurd û Kurdistanîyan qebûl bike. Dewleta Tirk heke dixwaze zemînê parlementoya Ankarayê bike cihê diyalog û pêkhatinê hingê divêt xwastekên lezîn yên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê herfîyen bîne cih û herweha girtîyên doza KCKê berde. Pozisyona li derveyî vê yêkê şerxwazî ye. Dewleta Tirk tercîha xwe li ser şer û êrişkarîyê bide, Kurd xwe ji vê nadine paş û bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê amadeyî her reng têkoşînê ye. Lê dewleta Tirk divêt bizane ku dê ji encameke wisa zerareke gelek mezin bibîne. Em wekî KNK di vê alozî û pirsgirêka îro da lezînen bala dewleta Tirk dikêşin ku daxwazên KCD, BDP û Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê demek zûtir qebûl bikin û bi cih bînin.
Yêk ji pêşhatinên giring yên li cografyaya me rûdayî jî pirsa Sûrîyeyê ye. Sûrîye vê gavê di nav xwe da dikele. Xelkê Sûrîyeyê nerazîbûna xwe ya salan daye der û dijî rejima Beasê bi rengê sivîl û demokratîk têkoşînê dide. Rejima Şamê wekî hemû rejimên dîktatorî bi şiddeteke bêtixûb êrişî serhildêran dike û heta nihe kuşt û kuştdarîyeke mezin kirîye. Herwisa lezê li erebkirina cih û warên Kurdan dike û ereban bi çek dike. Di nav vê hercûmercê da xelkê Kurd jî xwastekên xwe yên neteweyî û demokratîk bilind dikin û ji rejima Beasê dixwazin ku mafên neteweyî di çarçoveya demokratîk da bigihînin statuyeke fermî. Rejim xwuya ye ku di halê hazir da guhê xwe li van xwastekên meşrû digire, lê jê revîn jî ne mumkun e. Sûrîye bi vê rejima xwe ya dîktatorî ve li bin fişareke mezin ya navneteweyî ye jî. Di serî da Amerika û pêkve ”Cîhana Rojavaye” ji Beasê û Beşîr Esad dixwazin ku an reformên demokratîk bikin anjî dest ji desthilatê berdin û rê li ber demokratîzasyona Sûrîyeyê vekin. Guhorîneke esasî dê li Sûrîyeyê çêbe û Kurd divêt xwe bikine partnerekî bingehîn yê vê prosesa guhorînê. Dewleta Tirk jî polîtîkeke fitneyê dimeşîne li Sûrîyeyê û dixwaze tesîrê li ser vê prosesa guhorînê bike ku Kurdan bêmaf bihêle. Lewma Kurd divêt di serî da di nav xwe da, lê herweha jî digel dînamîkên temamî Sûrîyeyê koalîsyoneke demokratîk pêkbînin û xwe bikine alternatîva desthilatê ku bikarin van entrîkayên rejima Sûrîyeyê û herweha dewletên dorberê jî têkbibin. KNK di vê prosesê da destekê dide rêxistinên Kurd û herweha opozisyona demokratîk ya Sûrîyeyê.
Guhorîna li Sûrîye dê tesîrê li ser Iranê jî bike. Iran ji nihe ve tedbîrên xwe distîne û polîtîka xwe ya şidddetê zêdetir dike. Rejima Iranê jî daku jîyê xwe dirêj bike zulm û zorê zêde dike lê helbet eve ne çare ye. Ji bo têkbirin lê herweha jî ji bo pêşhatinên muhtemel li Iranê hêzên neteweyî di nav xwe da divêt enîyeke fireh ya neteweyî ava bikin û bi vê xurtbûna navxweyî digel opozisyona Iranê jî koalisyoneke mezin pêkbînin û dijî rejimê têkoşînê bilind bikin.

III. Erkên neteweyî
Di pêşhatinên giştî yên rojhilatanavîn da pirsa Kurd û Kurdistanê bûye ya sereke û kilîlê çareserîya navçeyê êdî bi temamî di Kurdistanê da ye. Prosesa guhorîna li navçeyê hem derîyê çareserîyê vedike, le hem jî bêyî çareserkirina pirsa Kurdistanê encam nade. Giringîya vê xalê îro ji teref Amerîka û  Ewrûpaye ve tête zanîn, lê ew ji ber berjewendîyên xwe têkilîyên xwe yên bi dewletên dagîrker yên Kurdistanê ve didomînin, ku esasen eve ji alîyê wan û normên demokrasîyê ve paradokseke mezin e. Tirkîye ji vê têkilîyê istifade dike û xwe nêzîkî çareserîya demokratîk nake. Lewma Kurd divêt tifaqa navxweyî pêkbînin ku hem tesîreke mezin li ser Amerîka û bi giştî Cîhana Rojavayê bikin, hem jî fişara bi giştî ya li ser rejimên dagîrker xurttir bikin. Ji bo vê yêkê Konferansa Yêkitîya Neteweyî zemînekî giring û jîyanî ye. Konferans dê bibe platforma gotûbêj û peydakirina formûlê çareserîya demokratîk ya Kurd û Kurdistanê. Konferanseke bi vî rengî dê li ser polîtîkên dewletên dagîrker jî tesîrê bike û hetta dê wan mecbûrî lihevhatinê bike. KNK giringîyeke mezin dide pêkînana Konferansa Yêkitîya Neteweyî. Pêşengên Kurdistanê, hemû hêzên neteweyî yên Kurdistanê û rêveberîya Kurdistana Federal divêt di vî demê hinde hessas û nazik da vê wezîfeya neteweyî zêdetir paşve nedin. Hêzên neteweyî yên bakur û rêvebirên başûr di hevdîtina xwe ya Gulanê da [2011] soz dan ku konferans îsal payîzê pêkbêt. Em wekî KNK tînin bîra wan ku vê sozê li erdî nehêlin û amadekarîyên komkirina vê konferansê bidin destpêkirin. KNK amade ye ku rola xwe bileyize û zemînê pêkhatina vê konferansê hazir bike.
Di vê qonaxa serkevtî ya têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê da, hindek xwastekên lezîn hene ku divêt hemû Kurd ji serê rojeva xwe neyînin xwarê. Yêk ji wan xwudanderketina hemû girtîyên polîtîk yên Kurd û Kurdistanê ne. Bo azadîya wan divêt her reng xebat bête kirin. Serokê PKKê birêz Ocalan bûye sembolê girtîyên polîtîk. KNK bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku ji bo azadîya Ocalan û hemû girtîyên polîtîk têkoşînê sist nekin û heta ku encamê distînin xebata xwe  bidomînin.
Dijî îdamên li Iranê jî divêt baldarîya bilind bête domandin û ji bo fişara navneteweyî xebateke xurt bête kirin.
KNK bangî rêvebirîya Kurdistana Federal jî dike ku di pirsa Kerkûk û navçeyên dî yên Kurdistanê da hişyarî û baldarîya neteweyî bilind bigire û fişara li ser hukûmeta Bexdayê baskê Ereb sist neke û herweha standarta refaha aborî û jîyana demokratik ya xelkê Kurdistanê bilindî dereceya cîhana demokratîk bike.
KNK bangî Kurdan dike ku baldarîya xwe ya ji bo doza li ser ROJ TV jî sist nekin û ji bo doza li 15ê Tebaxê li paytextê Danmark Kopenhagê piştgirîya xwe bilind bikin.
KNK herwisa daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku dijî emperyalîzma kulturî ya dewletên dagîrker hişyar bin û ji bo agahdarkirin û serwextkirina xelkê xebat û têkoşîna pêdivî bikin. Bi taybetî rêzefîlmên asîmîlasyonîst ku li televizyonên Tirkîyeyê têne nîşandan li welatên cîran jî têne weşandin û bi vê rêyê resmê têkoşîna neteweyî û demokratîk tête negatîv kirin. Lewma xebatên alternatîv divêt bêne kirin û xelkê divêt bête ronkirin.
KNK di salvegera bombebarandina li ser Serdeşt û Zerdeyê li Rojhilat, ku li 28ê Hezîrana 1987ê di şerê Iran û Iraqê da ji teref rejima Seddam ve pêkhatibû, bi bîr tîne û herweha daxwazê ji xelkê Kurd jî dike ku nerazîbûna xwe kivş bikin û vê qewimînê bi bîr binin û ji bîr nekin. Herwisa hukûmeta Iraqê jî divêt tezmînata zerar û ziyana xelkê Serdeşt û Zerdeyê bide û lêborînê ji xelkê Kurd bixwaze.
Ji bo Kurdistaneke rizgar, azad û demokratîk têkoşîna neteweyî û demokratîk divêt bêyî westan û rawestan bête domandin. Serkevtin ya Kurd û Kurdistanîyan e.

Konseya Rêvebir ya KNKê
26 Hezîran 2011, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K