Mixabin ku desthelata Turkî a fermî biryara dadgeha destûrî a turkî bi hemû hêza xwe ve, tund û tûjî a xwe carekea din dijî maf û armancên rewa ên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê diyar kir, ew jî bi biryara daxistina DTP civaka demokrasî. Ev pêngav dijî mafên medenî û siyasî ye, dijî mafên mirov e, her wiha dijî prosesa azadî û demokrasiyê ye li welatekê ku hewl dide xwe bi rûyekê demokrasî nîşa bide. Mixabin ku ew danûsitandinên aşitiyê , ên ku Kurdan bawer pê anîn, di vê biryarê de hatine serjêkirin û ev yek ne di xizmet û berjewenda gelê Turk de ye. Şovînîzma Turk gereke vê biryarê ret bikin û li xwe mukur bê, neku şad û bextewer be. Ew hizr dike ku ew serketinek a din e ji bo hukûmeta Turkî, lê em wisan hizir nakin. Lewra jî, em bi navê Yeketiya nivîskarên Kurd tayê Duhokê bi tundê vê biryarê şermizar dikin û dijî wê radiwestin, daxwazê ji tevaya rêkxiraw û saziyên civakî medenî li Turkiya, bi taybet meydana hunerî û rewşenbîrî, dikin ku helwîsta xwe a mirovatiyê û pêkvejiyanê û qebûlkirina ê din li ser binemayên rêzgirtin û paraztinê ji bo hevdû diyar bikin û em vê siyaseta fermî a şaş reswa û şermizar dikin, daxwaza rêzgiritinê li azadî û serbestiya tevaya gelên Turkiyayê dikin.


Yeketiya Nivîskarên Kurd – duhok

12-12-2009

F
E
E
D

B
A
C
K