Lewre ji destpêka sala 2011an vir ve rayedarên tirk, di derbarê Sûriyê de zimanekê tûnd bikar tînin.

Pistî ku Sûriyê balefira ser ya Tirkiyê xist dewleta tirk ketiye nava hewldanekê taybet lidijî rejîma Esad. Bi taybetî ew dixwaze amadekariya psîkolojîk ya êrisekê li dijî Sûriyê bike. Dema ku mirov li axaftinên serokwezîrê tirk dinêre heman hewldan bas têne xûyan. Di hemû axiftinên xwe de ew mijara Sûriyê û kustina bi hezaran sivîlan tîne ziman.

Di bingeha van hewldanên Erdogan de nêzîkatiya hêzên rojavayî û ya NATOyê cihekê giran digire. NATO naxwaze xeteriyekê din weke ya li Afganistanê bike. Eger Sûriye weke Lîbyayê ba dibe ku NATO înisiyatîf bigirta, lê belê di pir aliyan de Sûriye nasibe Lîbyayê ; welatên weke Rûsya û Çînê pistgiriya xwe hê jê nebirîne, wusa diyar e ku ew ên zû bi zû pista xwe nedinê.

Bi awayekê mafdar Serokê Partiya Komarger (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Recep Tayip Erdogan dipirse ; « Tu çima li rewsa antîdemokratîk ya welatê xwe nanêrî, bi hezaran rewsenbîr di zîndanan de ne. Eger tu wuqasa demokrat î divê beriya her tistî tu li vê rewsa welatê xwe binêrî ». Bê guman Kemal Kiliçdaroglu di van gotinên xwe de pir mafdar e û divê kes rastiya gotinên wî înkar neke.

Ji destpêka desthilatdariya AKPê, yanê ji 2002an vir ve, bandora hêzên rojavayî li ser hikûmeta tirk girantir dibe. Bi awayekê din mirov dikare bêje ku AKP bi alîkariya van hêzan hatiye ser desthilatdariyê. Lewma hikûmeta tirk neçar e ku li gorî daxwazên rojavayiyan tevbigere. Lê belê serê lidijî weletekê weke Sûriyê hêsan nîn e, ne artêsa tirk û ne jî rayedarên sivîl nikarin tenê bi biryara xwe bikevin nava serekê wusan.

Xeteriya serekê lidijî Sûriyê Erdogan û hikûmeta wî neçar dike ku ew raya gistî ya Tirkiyê amade bikin. Eger raya gistî ji serekê wusan re amade nebe hikûmet û artês nikarin tistekê bikin. Ji ber vê sedemê Erdogan û rayedarên din ên hikûmeta wî di hemû xebatên xwe de rewsa Sûriyê tînin ziman.

Li gorî hin agahiyan, di van rojên dawî de artêsa tirk hin amadekariyan li nêzîkê sînorên Sûriyê dike. Eger raya gistî ji êrisê re were amade kirin, dibe ku heman daxwaza hêzên rojavayî ji aliyê AKPê ve were pejirandin. Lê belê di derbarê Kurdên Rojava de Tirkiye bi tirs e. Wusa diyar e ku ew hewl dide ku xeteriya ku wê ji aliyê Kurdan ve derkeve holê kêmtir bike. Lewre di çapemeniya Tirkiyê de lidijî PYDê cur be cur agahiyên ne rast û bi armanca qirêjkirinê têne wesandin.

F
E
E
D

B
A
C
K