Di vê rewsha pir hestedar de, a ku Sûrî tê re derbas dibe, û pirsa Kurdî li Sûrî, û ciyên Kurdên Êzdî di Sûrya dahatû de, û giringî û pêwistiya Êzdiyên Sûrî bi rêxitineke siyasî, û gelek xalên din, cara yekem di dîroka Êzdiyên Sûrî de, di 10.03.12 an de, li bajarê Bielefeld / Elmaniya di kongireyekî girseyê de ev xal û gelek xalên din hatin nîqash kirin.

Pishtî nîqashek pir xwesh û hêmin, li ser bîranîna salvergea shûresha Sûrî û serhildana 12 Adarê be?darvanan dest bi guftûgokirina rêbaz û programê Encûmena Êzdiyên sûrî û pêshkêshkirina pêshniyazan û wergirtina nerînên cur be cur bo guhertina wê kirin.

Beshdarvanan bi yek deng, soz û baweriyê biryar dan ku Encumena Êzdiyên Sûrî, wek rêxistinek siyasî nûnerê Êzdiyên Sûrî yê rewaye, ku wê di hemî dem û dewranan de, di hemî ciyan de bi hemî hêza xwe berevedaniyê di ber mafê wan yê netewî û olî de bike.

Her weha beshdarvanan biryar dan ku Encumen bi heman pêr û mêzênê danûstandin û têkiliyan bê awarte bi tevaya hêz, alî, partî û damûdezgehên siyasî û sivîl yên sûrî û yên navnetewî re bikê, daku pêkre karibin Sûryeke Demukrat, ferehhizbî, û fereh reng û deng ava bikin, Sûryeke ku dirkêniyê bi mafê netewî yê gelê Kurd yê rewa di destûrê de bike, û dirkênî û rêzgirtina maf û taybetmendiya hemû ol, û reng û dengê din.

Beshdarvanan bi yek dengî gotin ku em parsheyek ji vê shûresha welat in, û em ê hewil bidin wekî her car bi hemî erk û berpirsiyariya xwe rabin, her weha em li dijî leshkerkirina shûreshê ne, û li dijî tund û tûjiyê ne ji kur be bila bibe, em li gel wê ne ku ev rêcîma Diktator bi hemî damûdezgehên xwe ve têk here lê bi rêshên ashtiyane û bi xebata siyasî.

Pishtî nîqashkirina evan hemî xalên jêrî, dergeh ji bo hilbijartinan hate vekirin,
ku di encama hilbijartineke demukrat û nehênî, komîteyek birêvebir ji 11 kesan hate hilbijartin.

Di dawî de, endamên kongir sipasiyek pir germ arasteyî hemî, Siyasetmedar, rêxistin, partî, komel, û damûdezgehên Kurdî, Erebî û Elamnî kirin, yên ku birûsknameyên pîrozbahiyê ji kongire re hinartibûn.

Bijî shûresha rûmet û azadiyê ya Sûrî
Bijî Sûrî welatek demukrat û azad
Bijî biratiya Kurd û Ereban

10.03.12 Elmaniya / Bielefeld
Encûmena Êzdiyên Sûrî
Berdevkê fermî yê Encumena Êzdiyên Sûrî
Serhan Isa
[email protected]
Tel: 004915774942629

F
E
E
D

B
A
C
K