IMG_204060 zarokên Dibistanên Kurdî yên Basel û Zurichê û 55, dayik û bavên zarokan , bi tevahî 115 kurdîhez, îroj (15.06.2014) li Seyrangeha Glattpark-Opfikonê hatin cem hev. Komeleya Hîndekariya Kurdî ya ku li van her du kantonan bi awayekî fermî dersên zimanê kurdî dide, ev seyran bi navgîniya dayîna bawernameyên zarokan amade kir û xwest ku di rojeke wiha de hemû malbat û zarok li cem hev rûnên, sihbet bikin, hev binasin, zarok bi hev re bileyizin û têkiliya xwe xurtir bikin. Li seyrangehê xwendekarên dibistana kurdî bi gogê, bazdanê û leyistikln din lîstin, ketin birkê, bi hev re geriyan, axivîn û hevaltiyên nû peyde kirin, bi awayekî kêfxwes hevalên nû naskirin û roja xwe bi hev re parvekirin. her wiha, malbatên xwendekaran jî hev nasîn, bi hev re lîstin, sihbet kirin û sitran gotin. xwarin û vexwarina ji aliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî ve hatibû amadekirin hat xwarin sûn re ji aliyê mamoste Hesen Huseyîn Denîz û Evîn Yagcî ve bawernameyên zarokan hatin dayîn û him zarok him malbat bi vê yekê pir kêfxwes bûn. Di dema dayîna bawernameyan de hat diyarkirin ku li Zurichê, li bajarên Wetzîkon, Wînterthur, Glattpark û Oerlikonê bi tevahî 5 ref û li Prattelna Baselê jî refeke dibistana kurdî wê ji 15ê Tebaxa 2014an û sûn de bi awayekî fermî li dibistanên Swîsreyî werin vekirin û dest bi dayîna hîndekariya kurdî bikin. Bi vê armancê mamoste tên amadekirin û herwiha materyalên pêwîst jî tên amadekirin. di nava van materyalan de Planê dersdayînê ji bo refa yek, du, sê û çaremîn û ji bo mamosteyan jî rêberoka destî were amadekirin.
Komeleya Hîndekariya Kurdî bang li malbatên Kurd kir ku ew jî zarokên xwe li qursên HSKê (Zimanê zikmakî û çanda welêt) qeyd bikin û ji vê derfeta dîrokî sûd bigrin. malbat û xwendekarên hatibûn sahiyê, ji Komeleya Hîndekariya Kurdî re spas kirin ku ev seyran amade kirine û evqase zarok û malbatên kurd anîne cem hev û bi vê yekê pir kêfxwes bûne.
Qursên Kurdî yên zarokan bi dayîna bawernameyan re heta 15ê Tebaxê dikevin betlaneya havînî.
Silav, rêz û serkevtin.
KOMELEYA HîNDEKARIYA KURDî
15.06.2014

F
E
E
D

B
A
C
K