Kombûna Giştî [Civata 11.] ya KNKê vê deklarasyonê wekî belgeyeke giring ya dîrokî qebûl dike û pêşkêşî bîr û rehîya Kurdistanê, Rojhilatanavîn û cîhanê dike.

1. Navê cografyaya ku Kurd û xelkên dî yên kêmanî bi hev ra lê dijîn Kurdistan e û navlêkirinên kolonyalîst û dagîrkeran red dike û bang li Kurd û Kurdistanîyan dike ku navê Kurdistanê bi cesaret bêjin û bi kar bînin.
2. Kurd û Kurdistanî mafdar in ku li ser axa xwe qedera xwe tayîn bikin û rengê desthilatdarîya xwe li goreyî daxwazên xwe tesbît bikin.
3. Kurd û Kurdistanî, bi taybetî li bakur, rojhilat û rojavayê û herweha navçeyên ku li başûr derveyî tixûbên Kurdistana Federal mane, navên cih û warên Kurdistanê yên ku dewletên Tirk, Îran û Sûrîyeyê û herweha Iraqa Beasê bi amanca asîmîlasyon û jenosîdê guhorî û kirine Tirkî, Farisî û Erebî bi biryardarîyeke bilind ya neteweyî qebûl nekin û navên Kurdî û yên zimanê xwe bêjin û bi kar bînin.
4. Kurd û Kurdistanî, hewildanên tengkirina tixûbên Kurdistana Federal qebûl nekin û di serî da Kerkûk û hemû navçeyên di nav tixûbên xwezayî yên Kurdistanê da biparêzin.
5. Kurd û Kurdistanî, li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê navên bi zimanê xwe danin ser zarokên xwe û paşnavên xwe yên Tirkî, Farisî û Erebî biguhorin û bikine Kurdî û zimanê xwe.
6. Kurd û Kurdistanî, makzimanên xwe hakimî jîyana xwe bikin û daxwaza perwerdeya bi makzimanên xwe bilindtir bikin û pirzimanîyê li ser hemû dem û dezgehên dewletên serdest "de facto" ferz bikin.
7. Ala, flama û sembolên neteweyî li her derê pêdivî bi kar bînin û di rojên ku manaya xwezî û daxwazên neteweyî didin da cil û bergên neteweyî bikin ber xwe.
8. Bazirgan û esnafên Kurd û Kurdistanî, timamî firoşkarî û bizava xwe ya bazirganî bi Kurdî û zimanên xwe bikin û xelk jî kiryarîya xwe bi zimanê xwe bikin.
9. Kurd û Kurdistanî, bawerî, dîn û diyaneta xwe ya xwumal bijîn û wacibên bawerîyên xwe li goreyî rêz û rêzikên xwe bi cih bînin û dîn û diyaneta "fermî" red bikin û bi cih neyînin.
10. Kurd û Kurdistanî, hemû cudahîyên xwe yên ji sîstem û kultura fermî ya dewletên serdest derêxine pêş û şîn û şahîyên xwe, jîyana xwe bi cudahî û rengên xwe yên neteweyî ve bijîn.
11. Kurd û Kurdistanî, li hemû parçeyên Kurdistanê û meydanên dîasporayê di dereceya herî bilind da piştevanîya neteweyî xurt bikin û dijî kir û kiryar û dek û dolabên dewletên serdest bi hişyardarîyeke bilind ya neteweyî destekeke mutleq bidine hevdu.
12. Kurd û Kurdistanî, ji bo peydakirin û wergirtina destek û hevkarîyên navneteweyî, di serî da digel demokrat û pêşverûyên ji xelkên serdest û herweha hemû humanîstên cîhanê, xebat û têkoşîneke fedekarane bikin.
13. Kurd û Kurdistanî, di serî da bo azadîya serokê PKKê Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk yên li seranserê dewletên kolonyalîst û li welatên dî, xebat û têkoşînê wekî piştgirîyeke neteweyî qebûl bikin û di nav hewildanan da bin.
14. Kurd û Kurdistanî, piştevanîya herî mezin bidine pêşengîya polîtîk û leşkerî û li bizava neteweyî xwudan derkevin û herweha ciwanên Kurd û Kurdistanî leşkerîya dewletên serdest red bikin û neçine eskerîyê.
15. Kurd û Kurdistanî, hemû edetên kevneperestî û zordarî û desthilatîya mêrşahî ya li ser jinê red bikin û mafên jinan di dereceya wekhevîyê da bigirin û bi cih bînin.

Kombûna Giştî [Civata 11.] ya KNKê
28 – 29 Gulan [May] 2011, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K