Civata Giştî ya 14. ya KNKê ya du rojî [31 Gulanê [May] – 1 Hezîran [June] 2014] li paytextê Belçîka, Brukselê bi beşdarîya endam û mêhvanan kom bû.

Di roja yêkemîn da [31 Gulan (May) 2014] ji seranserê Kurdistanê û dîasporayê ji gelek partî û organîzasyonên Kurd û Kurdistanî temsîlkar û kesayetên polîtîk û ronakbîr amade bûn. Beşdar bi giringî li ser pirs û pirsgirêkên Kurdistanê, yêkîtîya navxweyî, Rojhilatanavîn û Cîhanê dîtin, bawerî û pêşniyarên xwe digel hev parve kirin. Piştî vê şêwira mezin ya navxweyî pêdivî hate dîtin ku ji bo bîr û rehîya Kurdistanê, Rojhilatanavîn û Cîhanê ev deklarasyone bête belav kirin.

1.    Welatê me Kurdistan piştî bedelên giran ji serê vê sedsala 21an were her bi çi rengî be digihe statuyên xweser. Li başûr û rojavaya Kurdistanê xelkê me û hevwelatîyên me bi sîstem û modelên li goreyî şertên xwe avabûna xwe didomînin. Avabûna li başûr di nav Iraqa Federal da ber bi pêşve diçe. Pêkhatina li rojavayê jî bi statuya xwe ya kantonan ve berê xwe daye azadî û serkevtinê. Şêwira Neteweyî bi dilgermî piştevanîya xwe ji bo avabûnên başûr û rojavaya Kurdistanê careke dî beyan dike û bangî Kurdistanîyan dike ku hevkarî û desteka xwe digel van du parçeyên azadbûyî yên Kurdistanê di dereceya herî bilind da nîşan bidin.
2.    Şêwira Neteweyî gelek bi giringî destnîşan dike ku arêşe û alozîyên navxweyî firsetê didin neyarên doza Kurd û Kurdistanê ku planên xwe yên bêyûm û wêranker bi cih bînin û rê li ber avabûna Kurdistanê bigirin. Îro bi taybetî li dora Rojavaya Kurdistanê ablûkayên berfireh têne domandin. Dewletên dagîrker hêzên paramîlîter yên islam-cîhadîst organîze dikin û berdidin ser xelkê me li Rojavaya Kurdistanê ku ev çete komkujîyên mezin dikin. Armanca van hemû êrişan ew e ku aştî û aramîya ku xelkê me li Rojavayê Kurdistanê pêkînayî têkbidin û statuya xweserîya demokratîk ya li kantonên Rojavaya Kurdistanê hilweşînin. Lewma  Şêwira Neteweyî bangî pêşengên polîtîk û ronakbîrî yên Kurdistanê jî dike ku di vî keysê têra xwe bi imkan da rol û misyonê xwe ji bo mutleq yêkîtîya navxweyî bi kar bînin û destkevtan bi pêkînana tifaqa navxweyî biparêzin û welatî pêşve bibin.
3.    Şêwira Neteweyî piştevanîya xwe ji bo têkoşîna bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanê li rojhilata Kurdistanê dubare dike û bangî hêzên polîtîk û hemû kes û hêzên berpirsiyar dike ku beramberî rejima Tehranê yêkîtîya xwe pêkbînin û têkoşîna xwe mil bi milê hev bidomînin. Serkevtina li rojhilata Kurdistanê bi vê yêkbûna mutleq ya navxweyî ve girêdayîye û çavê xelkê me li rê ye ku ev yêkîtîya neteweyî û welatî pêkbêt.
4.    Şêwira Neteweyî herwisa piştevanîya xwe ji bo têkoşîna bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanê li bakura Kurdistanê aşkera dike û bangî hêzên polîtîk û hemû kes û hêzên berpirsiyar dike ku dijî rejima Ankarayê rêzên xwe bişidînin, xebat û têkoşîna xwe li ser bingehê yêkîtîya navxweyî ya xurt bidomînin. Garantîya serkevtinê bi vê yêkbûna mutleq ya navxweyî ve mumkun dibe.
5.    Şêwira Neteweyî bangî Kurd û Kurdistanîyên li hemû meydanên dîasporayê jî dike ku nasnameya xwe, zinman, kultur û folklora xwe ya otantîk biparêzin û li welatên lê di nav integrasyoneke pozîtîv da bi vê hebûna xwe ve digel xelkên wan welatan di nav ahengê da bijîn û piştevanîya xwe ya digel têkoşîna azadî û pêşkevtina welatî xurttir bikin.
6.     Şêwira Neteweyî dîlîya serokê KCKê birêz Abdullah Ocalan qebûl nake û bangî dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê dike ku rojekê zûtir Ocalanî serbest bikin. Aştî û aramîya Tirkîye û Kurdistanê bi serbestîya Ocalanî ve yêkser girêdayîye. Tête hêvî kirin ku hemû organîzasyonên polîtîk û sivîl û kesayetên Kurdistanê di vî warî da bibine hevparên însîyatîva ku ji bo serbestîya Ocalanî xebatê dike.
7.    Rejima Iranê şiddet û îdama li ser azadîxwazên Kurdistanê divêt bi dawî bîne, ji bo çareserîya vê pirsa giran ya Kurdistanê digel berpirsiyarên Kurdistanê di nav diyalogê da be û li ser zemînê wekhevîyê rûne ser maseya çareserîyê.
8.    Tirkîye divêt prosesa çareserîyê ya ku bi însîyatîva serokê KCKê birêz Abdullah Ocalan dest pê kirî bêyî bersiveke pozîtîv nehêle û rê li ber lihevhatineke maqûl û adilane xweş bike.
9.    Hukûmeta Bexdayê diyaloga digel Herêma Kurdistanê xurt bike û pirsa Kerkûk û navçeyên dabirî li goreyî makeqanûna Iraqa Federal çareser bike.
10.    Rejima Şamê dawîyê li êrişen li ser Kurdan bîne û itirafê bi avabûna kantonên rojavaya Kurdistanê bike. Herweha opozisyona Sûrîyeyê jî dawîyê li polîtîka xwe ya şoven bîne û li ser esasê wekhevîya mafên xelk û neteweyan digel rêvebirîyên kantonên rojavaya Kurdistanê di nav têkilîyê da bin.
11.    Şêwira Neteweyî komkujîya Serêkanîyê bi xurtî mehkûm dike û bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku di têkoşîna parastina rewa ya Rojavaya Kurdistanê da piştevanîya aktîvtir nîşan bidin, erkên xwe yên neteweyî û welatî her bi çi rengî be bi cih bînin.
12.    Şêwira Neteweyî bi çu awayî êriş û provakasyonên li ser xelkê me yê Êzidî, Şengal û hemû navçeyên ku xelkê me yê Êzidî lê dijî, qebûl nake û daxwazê dike ku bi her rengî piştevanîya xelkê me yê Êzidî bête kirin.
13.    Şêwira Neteweyî ferq û cudahîya li ser xelkê me yê Yarsan û Elewî tête kirin qebûl nake û daxwaz dike ku piştevanîya xelkê me yê Yarsan û Elewî bi xurtî bête kirin.
14.    Şêwira Neteweyî êrişên li ser xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî qebûl nake û piştevanîya xwe ya digel xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.
15.    Şêwira Neteweyî piştevanîya bizava azadîxwazîya jina Kurd û Kurdistanî dike û êriş û muameleya nemirovî ya li ser jinê bi xurtî red û tawanbar dike.
16.    Şêwira Neteweyî muameleya nemaqûl ya asayişa Hewlêrê ya li ser buroya KNKê û partî, organîzasyonên sivîl û ajansên medyayê qebûl nake û hêvî dike ku ev helwest bête terk kirin ku xizmeta tifaqa navxweyî nake.
17.    Şêwira Neteweyî tewsîyeyî PDK û PKK-KCKê dike ku li ser esasê berjewendîyên neteweyî û niştimanî diyaloga xwe xurt bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî di nav hewildanên pozîtîv da bin.
18.    Di serî da Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê, Yêkîtîya Ewrûpayê, Rûsya, Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî [UN] û dewletên dî yên dinya destek û piştevanîya xwe ya bi doza Kurd û Kurdistanê aşkera bikin, piştî naskirina ”Herêma Kurdistana Iraqê”, Kantonên Rojavaya Kurdistanê jî nas bikin û hevkarîyê bikin.

Şêwira Neteweyî ya Civata 14. ya KNKê

Not: Digel endamên KNKê, mêhvanên ku nûnerîtîya organîzasyonên polîtîk û sivîl dikin ev deklarasyon pejirandine.

Kantonanên Rojavaya Kurdistanê Yekîtî Nîştimanî Kurdistan
Kongra-Gel
GORAN
KCK
Yekgirtu Islamî
Komela Islamî Kurdistan
PYD
PJAK
Hizbî Şuî Kurdistan
Nnertîya Hizba Beth Nehrina Demokrat
PSDK
Partîya Guhertina demokratik ya Mezopotamya
Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistan
PDK S
Nûnertîya Hizbî AYINDE
Partiya Rizgarî ya Kurdistanê
Nûnertîya PÇDK
PÇK S
PIK [Partîya Islamî ya Kurdistanê]
KKP-bakur
Hereketa Kesk ya Kurdistan
KDP S
YNDK
Partî Parêzgeranî Kurdistan
Civaka Islamîya Kurdistan
Koma Jinên Bilind
Otonomîya Kurd li Rusya
Komela RONAHÎ Azerbeycan
Federasyona Êzidîyên Kurdistan
RÊXIRAWÎ DEMOKRATÎKÎ YARSAN
KCD-E
CHAK
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Instîtuta Kurdî ya Stockholmê
Instîtuta Kurdî ya Elmanyayê [Köln]

F
E
E
D

B
A
C
K