Kovarek nû derket. Demokrat, bi derengî be jî bi hejmara xwe ya pêşî tevlî çapemeniya kurdî bû. Plana derketin û belavkirina hejmara pêşî di 2007 an de hatibû plankirin. Lê di baharê de derket. Bahar, bereket e. Dewlemendî ye, ew xêr, xweşî û mizgîniya rojên ronîtir bi xwe re tîne…

 

Du hozanên mezin, Ehmedê Xanî li ser bergê pêşî û Pîremerd li ser yê dawiyê heye. Hejmara yekê 66 rûpel e. Navenda kovarê di dilê Kurdistanê de, li Amed ê ye. Xwediyê wê Şahin Daş, berpirsiyarê nivîsaran Adil Altındağ e. Îsmaîl Girîkî û Mehmet Çatintaş nûnerên Ewropaya Rojava, Mustafa Cizîrî yê Skandînavya, Remo Baran jî yê Brîtanya Gewre ye. Kovar demsalî ye, anku ji sê mehan carekê dê derbikeve.

 

Siyabend Z. pêşgotina hejmara destpêkê nivîsî ye. Z. qala plana derxistina hejmara pêşî dike û sedemên derengbûnê tîne zimên. Di pêşgotina xwe de li ser rola Demokrat ya pêşerojê radiweste û armanca kovarê bi rêz dike. Paşê bi dirêjî qala naveroka kovarê dike…

 

Naveroka kovarê, anku mijarên hatine hilbijartin têra xwe dewlemend in. Mijarek tenê hatiye hilbijartin: Ziman û neteweperestî.

Nivîsên di kovarê de pişta xwe didin çavkaniyên piralî û mirov li ser pirsê ronî dikin. Di rojek wisan de ku neteweperestî li gelek deverên cîhanê berepêş diçe, carna digihêje cihekî berz û tûj dibe, bi ultra nasyonalîzmê mirovan birîndar dike, derketina kovarê û hilbijartine vê mijarê şensek mezin dide mirov ku em tev berê neynikê bidine xwe, şaşîtiyên xwe bibînin û li ser pirsê zaniyariyê wergirin.

 

Ronî Baran li ser “Asîmîlasyon, kurd û tevgera kurda“ radiweste. Bi kurdîyek zelal nîvîsî ye. Baran ji peymana Qasr-î Şîrînê û hetanî roja me li ser pirsa asîmîlasyona hêzên dagîrkêr dike û berxwedana kurda li hemberî vê tîne zimên. Li ser qedexeyên li hemberî zimanê kurdî û weşanên kurdî radiweste û li dijî vê yekê helwesta kurda tîne ber çavan.

 

Dîlawer Zeraq, “Pirsa neteweperestiya di zimên de, zimanê di netewepersetiyê de“ ji xwe re kiriye mijar. Li ser van peyvan kur dibe Zeraq: Neteweparêz, neteweperest, kurdayetî û kurdewarî.

Ew, wateya peyvan tîne zimên. Li ser binavkirina peyvan (definition) û sînorê bêwatebûna wan û li ser nûwategirtina wan mirov ronîdike. Di edebiyata kurdî de li şopên Neteweparêz, neteweperest, kurdayetî û kurdewariyê digere. Ji gelek berhemên klasîk nimûna dide û dîroka edebiyata kurdî ji awirek nû dinirxîne. Mijara Bayram Ayaz “Ziman û netewe, neteweperwer û neteweperweriya zimanî“ dibe ku ya herî balkêş be. Ji gelek kesên zimanzana û pisporên pirsê, mijarê tîne ser masê û dest bi ameliyata xwe dike. Rola olê û kitêbên pîroz li ser pêşketina ziman û di dîrokê de rola zimanên bi hêz û yên qelsbûyî dibe aliyek ji analîza wî. Di dîrokê de cihê zimanê kurdî û pêşketina wê, şaxek bi serê xwe ku divê bê xwendin. Li ser qisekirin, xwendin, nivîsîn û hizirkirina bi kurdî pir alî radiweste û giringiya pirsê bi şêweyek zaniyarî tîne holê. “Ziman û netewe“ ji aliyê Şêxmûs Sefer ve hatiye nîvîsîn. Sefer rola zimanê perwerdekirinê tîne zimên. Bandora zimanê perwerdê ji aliyê erênî û neyênî dinirxîne. Bi awirek rexneyî nêzî hunermendan dibe ku bi rola xwe ranabin. Wisan dibêje di dawiya nîvîsa xwe de: Divê em kurd êdî bizanîbin bê em çi dixwazin. Çi di hêla siyasî de çi hêla çandî de û nexasim çi di hêla ziman de. Em qerarekê bidin yan jî em ê tercîhekê bikin wek J. P. Sartre gotiye; jiyan tercîh e hûn çawa tercîh bikin hûnê wisan bijîn. Yan em ê bi kurdî bijîn yan jî bi tirkî! Dawiya vê yekê jî ev e; bi xwesteka me yan em kurd in yan jî tirk. Beşên din yê kovarê ev in: Milliyetçilik ve Kürt milliyetçiliği-Hişyar Özalp, Milliyetçiliğin ortaya çıkışı ve toplumlara etkisi-Engin Özkaya, Hamit Bozarslan ile milliyetçilik ve Kürtler üzerine söyleşi.  Navnîşana têkiliyê ev e: Sanat Sokak, Venus Apt. No: 3 Ofis-Diyarbakir an jî [email protected] (Zarathustra News).

F
E
E
D

B
A
C
K