Di hemû qadan de AKPê xwe tevger kiriye û siya xwe daye ser tevahiya hêza dewletê. Heya demekê berê artês li hemberî wê dibû xwediyê hin helwestan, lê belê ji 12ê Hezîranê vir ve AKPê artêsê jî girtiye bin bandora xwe. Lewre divê em êdî vê partiyê tenê weke hikûmet nebînin, ew dewlet e.

AKP ya ku bûye dewlet hemû kiryarên xwe jî li gorî berjewendiyên dewletê û herwuha li gorî îdeolojiya fermî dimesîne. Çendî ji devê hin rayedarên vê partiyê car caran gotinên muxalîf derkevin jî, di bingeha hemû kiryarên wan de mirov nikare tistekê dijberî siyaset û îdeolojiya fermî, an jî ya Kemalîst bibîne. Her ku diçe AKP argûmanên CHPê jî ji destê wê digire û wê tazî dihêle. Lewre ekîba Kiliçdaroglu diperpite ku sedemên hebûna bingehiya Partiya Mustafa Kemal biparêze. Gelo ew ê li ser bikev e ? ev tistekê zehmet e !

Pistî atmosfera germ ya hilbijartinên 12ê Hezîranê, Dewleta AKPê ketiye nava kar û barên xwe yên esasî. Bi armanca parastina prensîbên Kemalîzmê, AKP giraniya xwe daye ser têkosîna  perçiqandina hêza gelê kurd. Lewma ji meha Tebaxê vir ve artêsa tirk her rojê çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Ji heman demê vir ve bi sedan siyasetmedarên kurd hatine girtin. Weke salên 1992-1997 li dijî rewsenbîran teror tê mesandin, girtina Ragip Zarakolu û Profesor Büsra Ersanli weke nimûne ye.

Ji bilî bikaranîna hêzên dewletê, AKP dixwaze Hikûmeta Herêmî ya Basûrê Kurdistanê jî bike bin xizmeta xwe. Bi taybetî ji 19ê Cotmehê vir ve, lijneya navendî ya dewleta AKPê di nava hewldanên piralî de ye. Serdana birêz Neçîrvan Barzanî û ya Kek Mesût di vê çarçoveyê de hatin nirxandin. Rayedarên dewleta AKPê  hê  jî hewl didin ku hêza Hikûmeta Herêmî li dijî PKKê bikar bînin. Lê belê, qasê ku min sopand, bi taybetî Kek Mesût tu hêvî nedaye rayedarên tirk. Lewma di çapemeniya tirk de bi hejmarekê mezin nerazîbûn hatin diyar kirin. Encamên ku wan hêvî dikirin derneketin holê.

Di helwesta Kek Mesût û herwuha di daxûyaniyên rayedarên KCKê de bas diyar dibe ku Kurd carekê din nakevin kemîna hêzên dagirker û serê birakujî wê nemesînin. Çendî di vî warî de kes nikaribe sedî sed garantî bide jî, bûyera valaderxistina hewldanên rayedarên tirk bi tena serê xwe hêviyekê mezin e.

Dewleta AKPê bi hemû hêza xwe ve di nava  ser de ye. Di pir aliyan de erdheja WANê  jî kiriye hacetekê serê psîkolojîk. Digel nerazîbûna Hikûmeta Herêmî ya Basûrê Kurdistanê, dibe ku di rojên pês de bandora heman serî firehtir bibe. Lewre di vê pêvajoyê de pêsxistina diyaloga di navbera Kurdan û Lihevhatinekê Neteweyî pir pêwîst e.

Bi hêviya rojên ku Kurd bizanibin bihev re bastir bijîn, bitekosin û pês de biçin.

Ez cejna hemû gelê xwe, ya heval û dostan pîroz dikim. Bi hêviya cejnên bê keder û dilsah.

07.11.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K