Kes nizane heman bombe ji aliyê kîjan hêz an jî hêzan ve hatiye avêtin, lê belê dewleta tirk heman bombe kir barê rejîma Sûriyê. Digel nediyariya avêtina heman bombê artêsa tirk axa Sûriyê bombe kir û, li gorî ragihandinên fermî ên dewleta tirk, ji 30yî zêdetir leskerên Sûriyê hatin kustin. Ji heman rojê vir ve heya naha pir caran artêsa tirk bombe avêtiye axa Sûriyê.
Pistî heman bûyerê rayedarên tirk ketin nava hewldanan daku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî biryara ser lidijî Sûriyê bigire. Lê belê, weke dema borî carekê din Rûsya lidijî daxûyaniya tûnd ya NY bû kelem. Heman sazî neçar ma ku ew tenê  nêzîkatiya Sûriyê sermezar bike.

Pistî ku heman bûyer qewumî, rayedarên AKPê  civînan li ser civînan pêk anîn. Di demekê pir kurt de amadekarî çê kirin ku meclîs destûrê bide hikûmetê daku ew bikaribe artêsê bike nava ser. Çendî rayedarên hikûmetê bibêjin « Ev destûrname tenê bi armanca tirsdayînê ye » dîsa jî di nêzîkatiya dewleta tirk de rastiyekê cuda heye.

Dewleta tirk di nava pîlanên xetere de ye. Ez wusan dibînim ku hemû pîlanên AKPê û herwuha yên dewleta tirk li gorî rewsa hêzbûna Kurdên Rojava tê li darxistin. Eger di avêtina bombeya lidijî navçeya Akçakaleyê de tiliya dewleta tirk, an jî ya mixalifên Sûriyê hebe jî di rastiya wê de dîsa pêsxistina têkosîna lidijî Kurdên Rojava heye. Dewleta tirk hemû tistan dike ku Kurdên Rojava nikaribin li Sûriyê bibin xwedî maf. Eger ne jiber Kurdan bûya di salên borî de Erdogan bi Besar re nedibû bira, herwuha ne jiber Kurdan bûya Tirkiye helwestekê wuha tûnd lidijî Sûriyê raber nedikir.

Bombeya ku roja 03yê Cotmehê teqiya ji AKPê re bû hacetekê ku ew raya gistî êqna bike daku artêsa tirk, eger pêwîst be, bikaribe bikeve axa Sûriyê. Ajansên nûçeyan ên navneteweyî jî heman armanca dewleta tirk dinivisînin. Du roj berê di ajansa nûçeyan ya fransî AFPê de wuha dahate gotin « Tirkiye naxwaze sînorekê din bi Kurdan re vebike. Lewre ew hemû tistê dike daku Kurdên Sûriyê nikaribin hêza xwe xurtir bikin û bibin xwedî rewsekê weke ya Kurdên Îraqê ».

Dema ku mirov li rewsa siyasî û herwuha ya civakî dinêre li Tirkiyê atmosfera ser bas tê xuyan. Di nava vê mij û dûmanê de artêsa tirk, bi balefiran lidijî çiyayên Basûr, bi taybetî jî lidijî Qendîl û Xinêre bombebaranê dike. Dema ku bala raya gistî kisiyaye ser Sûriyê ev dewlet dixwaze hin pîlanên xwe ên qirêjtir jî pêk bîne.

Lidijî vê nêzîkatiya qirêj ya dewleta tirk, mixabin ne li Kurdistanê û ne jî li derve helwestekê di jihde tine. Di vî derbarî de pêwîstiyekê girîng bi alîkariya Rêveberiya Herêma Basûrê Kurdîstanê  heye. Ji her demê zêdetir divê naha Kurd bi siyarî tev bigerin.

09.10.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K