Azad Kurdî

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bona rêzgirtin ji yad û bibîranîna 19’hemîn salvegera Sehîd û terorkirina Dr. Qasimloyê rêber û hevalên wî, gireveke giresyî û berfireh a nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê lidar xistin. Heta bi vî awayî kerb, nifret û nerazîbûna xwe ji vê kiryara terorîstî a rayedarên rejîma Komara Îslamî a Îranê bona Sehîdkirina rêberê gelê Kurd, Dr. Qasimlo û kekê Ebdula Qadirî Azer di sala 1989’an bidin xuyakirin.
Armanca bingehîn a vê girevê eva bû ku li jor me bas kir, ji ber ku gelê Kurd xwast ku çalakiya xwe bi awayê liv û tevgereke astiyane û sivîl bimesîne û bê bedeldayîn û xwînrijandin bihê rêve biçe. Çunkî di salên borî de, her tevger û çalakiyeke Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi tund û tûjî û zext û zorê hatiye bersivdan û dehan kes ji ber wan liv û çalakiyên astiyane û mesên nerazîbûnê hatine Sehîdkirin û sedan kes hatin birîndarkirin  û girtin.
Gireva han a nerazîbûnê li ser bangewaza PDKÎ hate mesandin. Vê partiyê daxwaz ji gelê Kurd kiribû ku bi vê hencetê bi mesandina çend liv û tevgerên astiyane û sivîl, Sehîdên Viyenê ên sala 1989’an bibîr bînin û siyasetên terorîstane ên rejîma Komara Îslmaî sermezar bikin.
Lewra roja semî 22’ê Pûspera sala 1387’an a Rojî, hevberî 12’ê Tîrmeha 2008’an, bi hinceta 19’hemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, Sekreterê Gistî yê PDK Îranê û hevalên wî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gireveke gistî hate mesandin û li bajarên Urmiye, Mehabad, Seqiz, Bokan, Sino, Nexede, Pîransar û wd… dikan û bazar bi tevahî hatin daxistin û girêdan û hatin û çûn li gundan ji bo bajaran bi tevahî hate sekinandin. Li tevahiya bajarên din ên Kurdistanê jî heta radeyeke xuya û berçav dikan û bazar hatine daxistin.
Ji bilî vê çalakiya girseyî û mezin, her vê rojê û bi wê hencetê, seet 22’ê sevê bi dema Rojhilatê Kurdistanê, piraniya xelkê Kurdistanê çirayên mal û cihên karê bo dema 3 deqîqeyan temirandin û bi vî awayî wefadariya xwe bi Dr. Qasimlo û bersiva erênî a xwe ji bo PDK Îranê xuya kirin. Her wiha êvariya wê rojê xelk li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi kincên Kurdî hatin ser rê û seqaman.
Hêzên Ewlekarî û leskerî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê gellek hewl dan ku b tirsandina xelkê û gefxwarin ji gel, pêsgîriyê ji vê çalakî û gireva gistî a gelê Kurd bigirin, wan îcazenameya hemû dikandaran ji wan standibûn û bi xwe re biribûn û gef ji wan xwaribûn ku her dikandarek roja 22’ê Pûsperê, salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, dikanên xwe neveke, em dê derfata karkirina qanûnî, zagonî ji wan bistînin. Lê bi wan gef û hereseyane û gellek yên din, xelkê biwêr û emegnas yê Kurdistanê guh û bala xwe neda rejîmê û bi girseyî û berfireh ew girev lidarxist. Di wêneyên bi vî nûçeyî re rastiya han tê xuyakirin.
Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewsa awarte hatibû ragihandin û li bajarên din ên Îranê hêz ji bo bajarên Kurdistanê hatibû anîn, lê gelê Kurd hêcet û mihana serkut û tund û tûjiyê neda destê wan û gireva han bi awayekî berfireh û girseyî hte lidarxistin û Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin bibîranîn.

Agiri & Zarathustra News

 

F
E
E
D

B
A
C
K