Kesî heya weke îro, ji rayedarên Tirkiyê ne pirsiye, “hun ji bo pirsgirêka Kurd çi difikirin û çi dibêjin?”  Ji ber ku li hundir û derve, pirsgirêka Kurd ji terorîze kirinê xelas nebûye.
Piştî referandumê ku gelê Kurd, sîstema Tirkiyê red kir; Mr. Ahtîsaarî û koma pê re hatin Tirkiyê û derbasî Kurdistanê bûn. Ji bedêla ku bêjin, “êdî wextê çareseriya vê pirsgirêkê hatiye”,  gotin em hatine ku dîtinên wan bistînin û daxwazê wan bibihîzin.
Lê “zarokên baş” yên Serfermandariya Artêşa Tirk, nehiştin.
Di demeke ku pirsa “kombûna antî-huquqî ya  hêzên artêşa Tirk li Kurdistanê” kete rojevê, li Colemêrgê teqînek ku nasnameya wê diyar e, pêk hat û birrek  Kurd hatin kuştin.
Di demeke ku, pirsa ‘navendî ademiyet’ derî demê maye û nikare pirsgirêkan çareser bike, kete rojevê, “zarokên baş” car din li Colemêrgê  komkujî kirin.
Di demeke ku, kontrola li ser eskeriyê nebe, li wir  faşîzm heye û huquq tê binpêkirin, kes jî nikare behsa demokrasî bike, bû dabaşa nivîs û nîqaşan,  kontra li Colemêrgê komkujî kir.
Di demeke ku, girêdan û “sevk û îdare kirina kontra”  dibin kontrola fermandarên hêzên artêşa Tirk û serfermandariya artêşa Tirk de tê kirin, dihate dikirandin, komando, mayin di rê de bi cih kir û komkujî pêkanî.
Di demeke ku, komkirina hêzên artêşa Tirk li Kurdistanê û kiryarên wan antî-huquqî dihatin  nirxandin, tîmê Xançer û kontrayên JITEMê teqîn pêkanî û komkujî kir.
Di demeke ku, dihate gotin, li netew-dewletan, huquq nîne, li netew-dewletan huquqê hêzan heye,  li Colemêrgê komkujî pêk hat.
Di demeke ku, vekirî dihate gotin; di huquqê hêzan de, kontra, JITEM, TÎT, Tîmê Xençer, mirovên Yeşîl, Kirca, Axca, û hwd. derdikevin holê û ev mêrkuj jî bi peymanên feodal û barbar her cûre karên kujerî dikin, komkujiya li Colemêrgê pêk hat.
Di demeke ku  dihate gotin, Tirkiyê îdîa dike ku dewletek laîk e, lê bacûbêşa ku ji Elewiyan, Xiristiyanan, Êzdiyan, Ataîstan û hwd. berhev dikin û didine Serokatiya Diyaneta Îslamê û ev jî di dewletên demokrtaîk de karekî antîhuquqî ye û wek karekî newekheviyê, serdestiyê dihate nirxandin de,  li Colemêrgê komkujî pêk hat.
Di demeke ku nîqaşa “hindik dewlet, bêhtirîn civak” dest pê kiribû, kokujiya li Colemêrgê pêk hat.
Di demeke ku Kurdan, di referandumê de, Xweseriya Demokratîk, wek alternatîfa netew-dewletê derxiste pêş û got; netew-dewlet kevneşopî û kevneperestiya ne li gorî demê ye, komkujiya li Colemrêgê pêk hat.
Lewma ez naxwazim gotinên gurover bêjim û siyaseta “hamasat” bikim. Tirkan, şer dijwar kir û wê bêhtirîn dijwar jî bikin. Ji ber ku, dema bêçalekîtiyê, îro, sibe xelas dibe. Fermandarê hêzên bejayî Org. Erdal Ceylanoglu, di arîfeya cejna Remezanê de dilê Kurdistaniyan teva dax da û 9 ciwan, bi bêbextiyeke Tirkanî kuştin. Dengê Tayyip Erdoganê ku piştî ayanbûna referandumê de got “ji referandumê her kes xwedî paydeyeke xêrdînî derket”. Lê piştî komkujiya Colemrgê, bi zimanekî çort, Haraketa Azadiya Kurd gunehkar kir.
Tayyip Erdogan, bi van gotinan xwest ku “BARBARIYA XWE” veşêre û rûreşiya komkujiyê, bikê stuwê Kurdan.
Tayyip Erdogan, di her axaftina xwe de dixwaze wek Azîz Paulus bêje; “erka ji ba Xweda ne hatibe nîne û erka min jî ji ba Xweda hatiye.” Tayyip Erdogan, ji bo ku wek Xwedawend bê naskirin û yadkirin, zalimtî û zulumkariyê dike.
Tayyip Erodgan weke generalekî haraket dike. Kultura wî jî, mîna generalên keddar, ansiklopedîstî ye. Lewma wek şakirdê her îdeolojiyê diaxive. Di pêvajoya referandumê de jî, parçeyek ji CHPe, parçeyk ji MHPe bir. Lê dît ku Kurdan pêça xwe nedayê û ew li Kurdistanê rezilandin, Colemêrg hedef nîşan da.
Biqasî ku komkujiya Colemêrgê, bersiva rezilandina sîstemê û Tayyip Erdogan bû, bersiva hatina Mr. Ahtîsaarî û koma pê re jî bû.
Mr. Ahtisaarî û koma pê re, nûnerên NY bûn û bersiva xwe jî, bi komkujiya li Colemêrgê standin.
Di vê qonaxa ku dewletê, di qada herî jor û jêr de, têkiliya bi Kurdan re qut kir (hevdîtina bi BDPê re hate rawestandin), Kurd jî pêwiste ne bendeyî bersiva hêzên din jî nemînin.
Êdî pêvajoya çi difikirin û çi dixwazin derbas bûye. Tirkan, piştî komkujiya 9 gerila û 10 Colemêrgiyan, car din  kartên xwe vekirî danîn ser masê.

F
E
E
D

B
A
C
K