Kurd bûne sûrê îslamê, bûne parêzger û parastvanên îslamê, wan ji bo îslamê canê xwe kirine feda, hatine kustin, sehîd ketine, lê çi heyf ku azadiya wan ji alî sê neteweyên misilman ji dest wan hatiye wergirtin. Heger ji kurdan û ji serdarê ola îslamê yê kokkurd Selhadînê Eyûbî nebana dê xaçperestan rojhilata navîn bi tevahî fetih bikirana û ola îslamê ji holê rakirana yan jî dê misilmanan bikirana koleyên xaçperestan. Selhadînê Eyûbî bi leskerên xwe yên kurd ve li pêsberê sefera xaçperestan sekinî, li dijê wan ser kir û wan têk bir û îslamê ji têkçûnê xilas kir û hîn pirtir xurt kir, bi hêz kir.

Kurd herdem li ser navê Îslamê hatine xapandin. Mistefa Kemal ji serokesîr û sêxên kurdan re got "Gawir hatiye welat dagir kiriye. Îslam û xelîfetî di xeterê de ye. Pistgiriya me bikin, em gawiran biqewirînin, em ê mafê kurdan bidin û dê kurd û tirk anku herdu birayên hev ê misilman bi sêweyeke wekhevî bi hevre weke biran bijîn." M. Kemal direw kir û kurdan xapand.

Îmam Xumeynî jî dema li Parîsê li sirgûnê bû, soz û peyman da ku ew Sah ji ser hikûm bixin ew ê heqê kurdan bidin. Xumeynî jî direw kir û kurdan xapand. AKP-ê jî bi waadên direw kurdan xapand û niha li hemberê kurdan serê qirêj didomîne. Werhasil kurdan herdem xirabî ji Misilmanan dît.

Êzîdî kurdên serbilind in. Ew netirsiyan û bi çova zorê nebûn misilman. Wan dev ji ola xwe, çand û zimanê xwe, ji bîr û baweriya xwe bernedan. Misilmana ew qetil kirin, li wan zilm û tehda kirin, lê dîsa jî wan dev ji ola xwe bernedan. Di dema siltanê Împaratoriya Osmaniyan Evdilhemîd de li ser navê misilmankirinê, li êzîdiyan zilm û zordarî hate kirin. Artêsa Osmanîyan li basurê Kurdistanê, li bajarê Musulê êrisê êzîdiyan kir û gelekan kustin. Di dema qetlîama ermeniyan ya ji alî desthilatdariya îtîhat û teraqî a tirk de jî gelek êzîdî ji alî tirkên misilman ve hatin qetil kirin. Hêj jî kurdên Êzîdî ji alî misilmanên fanatîk û nîjadperest ve têne qetil kirin. Li wîlayeta Nînovayê, li Kahtaniyê di çalakiyeke întîxarî de 400 kurdên êzîdî hatin kustin û 350 kes jî birîndar bûn.

Li gor statîskên texmînî milyon û nîv yan jî du milyon kurdên êzîdî hene. Kurdên êzîdî li herçar parçeyên Kurdistanê, li Iraqê, Îranê, Suriyê, Libnanê, Misrê, Gurcîstanê, Ermenîstanê – li gundên Erîwanê – dijîn. Gelek kurdên êzîdî jî di van panzdeh, bîst salên dawîn de hatine li çend dewletên Ewropayê bi cih û war bûne. Niha li Almanyayê gelek kurdên Êzîdî hene. Herweha li Ermenîstanê û li basurê Kurdistanê jî kurdên Êzîdî gelek in.

Kurdên êzîdî xwe ji nesla hurîyan dihesibînin. Lewre jî ew xwe esîlzade dibînin. Du pirtûkên olî ên pîroz yên Êzîdiyan hene. Yek navî "Mushaf-î Res" e û ya din navî "Kîtab-î Cilve" ye. Çûka bi navê "Melek Tawûs" jî li cem êzîdiyan pîroz e. Li gor baweriya wan a olî "Melekê Tawûs" melek e, anku melayket e. Kitab-î Cilve pirtûka tecellîyê ye û Mushaf-î Res jî pirtûka baweriyê ye. Di van pirtûkên pîroz de efsaneya quliqandinê, çêbûna însan tê qalkirin. Yanî li gor wan Xwedê/a erd û ezman pêkaniye û însan quliqandiye û teslîmê heft melekan kiriye. Xwedê/a bi însanan re mijul nabe lê ev heft melek bi însanan re mijul dibin.

Di derbarê êzîdiyan de gelek pirtûk hatine nivîsîn. Lêkolînvanên ewropî li ser rewsa êzîdiyan û di derheqê ola wan de lêkolîn kirine. Di van salên dawîn de li bakurê Kurdistanê jî çend pirtûkên lêkolînî yên derbarê êzîdîyan de hatine wesandin. Pirtûka lêkolînî ya John Guest – "Dîroka Êzîdîyan" – û ya Roger Lescot – "Êzîdî, ol, dîrok û jiyana civakî" – hêjayê xwendinê ne.

Di nav edebiyata cîhanê de, di hinek berhemên edebî de behsa êzîdiyan tê kirin. Nivîskarê rusî Puskîn nivîskarekî navdare li cîhanê. Di nav edebiyata klasîk a cîhanê de navê wî û berhemên wî sereke ne. Berhemên wî yên edebî li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin û yek pirtûka wî jî li kurdî hatiye wergerandin.

Dema Puskîn derdikeve rêwîtiya Erzeromê, dibîne ku waye zilamekî cil û lîbasê sor lê û kefiya res li serî ye, rapora ku amade kiriye pêskêsê genaral Rayevsky ê artêsa rus dike. Puskîn ji bo ku pirtûka Papaz – kesîs – Garzonî ya li ser Êzîdiyan ku navê wê "Têbinîyên Li Ser Êzîdiyan" e, xwendiye, fêm dike ku ev zilam Êzîdî ye. Puskîn bi vî zilamê Êzîdî re diaxife û fêr dibe ku Êêzîdî jî bi Xwedê bawer dikin, neku bi seytan. Puskîn çîroka wê dinivîse û di pirtûka xwe ya bi navê "Rêwîtiya Erzeromê" de diwesîne.

Îdeologê tirkçî yê kokkurd Zîya Gokalp di berhema xwe ya bi navê "Destana Sakî Îbrahîm" de behsa Êzîdiyan dike. Ew behsa Îbrahîm Pasayê Millî, kurdên êzîdî ku di bin fermandariya wî de dicivin û di sala 1905-an de êrisê derdora Amedê – Diyarbekirê dikin. Alîgirê Îbrahîm Pasayê Millî û fermandarê hêza wî ya leskerî Hesenê Qenco yê Êzîdî ye.

Nivîskarê mixalîf ê edebiyata tirkî Refîk Halît Karay (ev nivîskar ji bo ku Xwedêgiravî bi dewleta tirk a kemalîst re îxanet kiriye û herweha li dijê dewletê bûye wî sirgûn kirine û ji Tirkiyê kirine derve.) di sala 1939-an de bi navê "Keça Êzîdî" romaneke nivîsiye. Di romanê de serlehengê romanê keçeka Êzîdî ye û ev keçik bi kurdî û bi çend zimanên ewropiyan zane û keçeka ronakbîr e. Nivîskar di vê romanê de ola Êzîdiyan bi sêweyeke dîtin û ramanên oryantalîst digre dest û Êzîdîyêtîyê weke oleke ku ji hemû olan tist wergirtiye û bûye weke selata rusan, dinirxîne.

Naveroka romanê gelek balkês e. Dema min vê romanê xwend, min ji xwe re got "xwezî wergêrekî kurd vê romanê wergerandana kurdî." Zilamekî ku li Fransayê dijî, dixwaze biçe Suriyê û li wir gundê bav û kalên xwe ziyaret bike. Ew dê bi kestiyê here Suriyê. Ew li bajarê Marsîlyayê keçeka Arjantînî ku bi kurdî diaxife dinase. Navê keçikê Zelîxa ye û ew kurdê Êzîdî ye. Di navbera zilam û keçikê de evîneke dest pê dike û roman li ser evîna wan û ravekirina bûyerên dîrokî tê hunandin.

Nivîskarê navdar ê edebiyata tirkî Murathan Mungan (ev nivîskar ji bajarê Mêrdînê ye. Ew kurd e, areb e yan asurî/suryanî ye, ez nizanim. Li Mêrdînê tirk tunin, kurd, areb û asurî/suryanî hene.) di berhema xwe ya bi navê "Mahmud û Yezîda" de ku ev berhem berhemeke xelatgirtî ye û naveroka wê li ser evînê ye, behsa Êzîdiyan dike. Ew di vê berhemê de dide nîsandan ku Êzîdî xuliqandinên efsanewî nîn in, wekî me însanên -mirovên – normal in. Di vê berhemê de bi sêweyeke edebî nakokiyên di navbera Êzîdî û Misilmanan de û herweha mesela xet kisandina çemberê jî tê rave kirin.

Nivîskarê navdar ê edebiyata tirkî Yasar Kemalê kokkurd jî di romana xwe ya otobiyografîk de behsa Êzîdiyan dike. Di romana "Kîmsecîk – yê bêkes" de malbata lehengê romanê Mustasfa (anku Yasar Kemal) di serê cîhanê ê yekem de, dema artêsa rusan bakurê Kurdistanê dagir dikin, ew ji gundê Wanê direvin û koçê "Çukurova – Desta Kûr" ya li ber bajarê Adanayê dikin. Ew di rêwîtiya koçberiyê de, di rê de rastê bi hezaran zarokên bêkes û bêxwedî, bê bav û dik, êtîm û sêwî tên. Bavê Mustafa di rê de zarokekî -kurekî- bêkes, bêxwedî û birîndar dibîne û wî dike ewladê xwe û wî xwedî dike, mezin dike. Ev kurikê ku malbata wî hatiye qetilkirin û ew bêxwedî ye, kurekî Êzîdî ye. Nivîskar Yasar Kemal bi minasebeta vî kurê Êzîdî di berhema xwe de behsa çand û adetên – tradisyonên – Êzîdiyan dike.

Yasar Kemal di rêzeromana xwe ya bi navê "Bîr ada hîkayesî – Çîroka Giravekî" de, di rêzepirtûka "Binêr Çemê Firatê Xwîn Diherike" de jî behsa qetlîama Êzîdiyan dike ku ew çawa hatine qetil kirin. Di vê romanê de fîgurekî bi navê Emir Sultan dibêje : "Êzîdî rojê sê car, serê sibê dema roj derdikeve, nîvro û êvarê berê xwe didine rojê û dua dikin. Duayên wan duayên herî xwes yên mirovahiyê – însanetiyê – ne. Dibe ku stran û helbestên herî xwes ji ber van duayan derketine holê. Belkî jî bingeha destanên Mezopotamyayê ev dua ne. Di însanan de hêzeke wisa qihîm heye ku, naqede, narize, namire, wek axê, wek ronahiyê, wek avê ye. Ez Êzîdî nînim, lê ez ji hêza wan a berxwedanê, ji însanetiya wan, ji dostaniya wan hez dikim û ji berxwedana wan re hurmet nîsan didim."

Bi min jî berxwedana Êzîdiyan pîroz e. Ew kurdên serbilind in. Kurdên esîl in, xwedî esalet in.

Çavkanî :
1 – A. S. Puskîn – Rêwîtiya Erzeromê – Wesanên Tîmas
2 – Refîk Halît Karay – Keça Êzîdî – Wesanên Înkilap
3 – Murathan Mungan – Mahmud û Yezîda – Wesanên Metîs
4 – Yasar Kemal – Binêr Çemê Firatê Xwîn Diherike – Wesanên YBK
5 – Û rojnameya Agos.

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K